Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MXDŞ: Bicîhkirina çeteyên DAÎŞ’ê bo Nînowayê ji bo Êzidiyan û hemû gelan xetereke mezin e
Rojava

MXDŞ: Bicîhkirina çeteyên DAÎŞ’ê bo Nînowayê ji bo Êzidiyan û hemû gelan xetereke mezin e

MXDŞ bertek nîşanî veguhestina çeteyên DAÎŞ’ê ji bo Iraqê da û diyar kir ku ev rewş ji bo hemû gelên li herêmê gefeke cidî ya ewlehiyê ye û daxwaz kir ku çete ji Iraqê bên derxistin an jî bi tevlîbûna gel bên darizandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî veguhestina çeteyên DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê bo Nînowa ya Iraqê da û got ku hebûna çeteyan a li vê herêmê di serî de li ser Êzidiyan, xeteriyek mezin li ser hemû pêkhateyan çêdike.

Daxuyaniya MXDŞ’ê bi vî rengî ye:

“Em şer û aloziyên li saheya Sûriyeyê ku hevsînorin ji nêz ve dişopînin. Ji ber dema 2014’an DAÎŞ êrîşê Rojava kir, êrîşê Şengalê jî kiribû. Lewma di dema êrîşên DAÎŞ’ê de çarenûsa Rojava û Şengal wekhev bû. Lê Şengal bi piştgiriya gel û şervanên wan, herêm ji dest çeteyên DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin. Çeteyên ji Iraqê reviyan saheya Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibûn bê bandorkirin û têkbirin. Bi hezaran çeteyên metirsîdar ên di qirkirina gelan û jinan de cih girtibûn, ji aliyê şervanan ve hatibûn girtin û li girtîgehên cûda hatibûn bicîhkirin.

Piştî erêkirina hêzên navnetewî HTŞ û komên çete yên ser bi dewleta Tir destpêkê li Helebê êrîşên qirkirinê li dijî gelê Kurd û civaka me ya Êzidî pêkanîn, wan qetil kirin, sûcên şer û mirovî li dijî jinan, gel û şervanan kirin. Paşê jî bi rêvekirina van hêzan berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwestin van girtiyan hemû ji girtîgehê bidin revandin.

Li gorî nûçeyên ku derdikevin gelek çete serbest hatine berdan, derdora 7 hezar ku ji vana tenê hezar û pênsed çete Iraqî ne, yên din tev biyanîne bi erêkirina hikûmeta Sûdanî derbasê Iraqê tênekirin. Bicîhkirina van DAÎŞ’iyên xeternak ku li Iraq û Kurdistanê li ser ewlehiya herêmê xeteriyeke mezin çêdikin, fikarên me zêde kiriye. Herçend were gotin, ew ê ne demdirêj bimînin jî, ew weke bombeyeke ne teqiyayî ya li nava dilê herêma me de ne. Ji bo gel û baweriyên cûda yên li Iraqê xeteriyeke mezin çêdikin. Hem çeteyên Iraqî û hem jî çeteyên biyanî radestê dewleta Iraqê hatine kirin. Nayê zanîn çi planek li ser van çeteyan heye. Çeteyên biyanî divê demildest radestê welatên wan werin kirin, li van welatan bi amadebûna gelên mexdûrên DAÎŞ’ê werin darizandin.

Em weke civaka Êzidî û bi taybet jî Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê hebûna wan çeteyan ya li Iraqê ji bo ewlehiya xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Em bi tu awayî qebûl nakin ev çete li parêzgeha Nînowa werin bicihkirin. Hebûna wan wê ji bo hemû gelên cûda yên Mûsilê (gelên Mesîhî, Êzidî, Şebek, Şîe, Kurd) bibe xeteriyeke mezin. Divê ev yan ji Iraqê bi temamî werin derxistin, anjî li herêmên dûr ji herêmên me werin bicîhkirin û di demeke herî nêz de bi amadebûna hemû gelên di qirkirinên re derbasbûne werin darizandin. Gelên me û jinên Êzidî divê biryarê derbarê çarenûsa wan de bidin, ne tu dewlet an jî hêzeke navnetewî. Divê ev tawanbar werin cezakirin ku careke din nekarin serî rakin û sûcên din ên dijî mirovahiyê pêk bînin. Pêwîste dewleta Iraqê jî guh bide gelên li Iraqê dijîn û gel, derbarê van çeteyan de biryara dawî bidin. Yan wê dewleta Iraqê, ji derketina her pirsgirêkekî rû bide berpirsyar were girtin.

Em bang li hemû gelên li herêma Nînowayê û giştî Iraqê dijîn dikin, di vê mijarê de xwedî helwest bin, rê nedin wek çawa li Sûriyeyê kirin li vir jî bikin. Divê dewletên qirkirina Êzidiyan naskirine ji bo darizandina van çeteyan berpirsyarî bigirin û xwedî li biryara xwe derbikevin.

Me li Sûriyeyê dît bi hezaran şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê bi destê hêzên navnetewî, dewleta Tirk û yên herêmî hatine amadekirin û niha ketine tevgerê. Ji bo ev li Iraqê çênebe divê dewlet demildest li seranserê Iraqê tedbîrên pêwîst bigire. Dîsa gelên herêmê li hember her rewşeke muhtemel parastina xwe teslîmê tû hêzeke biyanî neke, bihevre parastina ax û gelê xwe bikin.

Divê li hember gefên Wezîrê Karên Derve yên Dewleta Tirk Hakan Fîdan û komên çete Êzidî werin parastin. Bang li hemû rizgarbûyînê ji destê DAÎŞ’ê yên li derveyî welat û li welat dijîn dikin, dîsa hemû kesayet û çalakvanên Êzidî dikin, di asta navnetewî de li dijî hewldanên qirkirinê yên nû yên çeteyan bikevin tevgerê, ji bo parastina destkeftiyên civaka xwe erka dikeve ser milê xwe pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aldar Xelîl: Dorpêça Kobanê hewldana qirkirinê ye
Nûçeya Pişt re Şervanên YPJ’ê yên li Kobanê: Îradeya me ji pola ye, em ê bi ser bikevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ew Çend Kêliyên Ku Herikîna Dîrokê Guherandin"…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Şêr li Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Şêr (Mihdî Mihê) di 15’ê Gulanê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nobeta li dijî desteserkirinê de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Di nobeta li dijî desteserkirinê ya li qada Şîşhaneyê hatiye destpêkirin de rojnamevanên hatin qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Peyamên sersaxiyê ji bo Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Rûsyayê qutbûna înternetê rê li ber ’gotegotên derbeyê’ vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

3 kesên ku konê sersaxiyê yê Elaa El Emîn şewitandin, hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?