Bi hincetên kêfî yên Desteya Îdare û Çavdêriyê (DÎÇ) berdana girtiyan tê taloqkirin. Ji dema ku deste kete meriyetê û pê ve berdana nêzî 4 hezar girtiyên siyasî bi kêfî hate taloqkirin. Li gel ferzkirina poşmaniyê her wiha li ser koxûşê, ava vexwarinê û çalakiyên beşdar bûne her tişt ji girtiyan tê pirsîn. Ev rewş êdî bi rêk û pêk bûye. Hem girtî hem jî xizmên girtiyan dixwazin ev pêkanîn êdî bi dawî bibe.
Rozerîn Kalkan ku ji sala 2016’an û vir ve girtî ye û berdana wê du salan hate taloqkirin, bi hinceta nameyên ku jê re hatin şandin lê radestî wê nehatin kirin, nayê berdan. Rozerîn Kalkan ku wê meha Sibatê careke din derkeve pêşberî desteyê, bi rêya malbata xwe peyamek şand, bal kişand ser vê bêhiqûqiyê. Dayika wê Şerîfe Kalkan jî banga berdana keça wê kir.
BERDANA WÊ 22 MEHAN HATE TALOQKIRIN!
Rozerîn Lakan ku 11’ê Tebaxa 2016’an de li Mêrdînê hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin, piştî ku bi rojan di binê çavan de ma, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Piştî ku hate girtin li girtîgehê bi tena serê xwe hate tecrîdkirin. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê li Rozerîn Kalkan der bûn. Piştî serlêdanan daxwaza sewqkirinê hate qebûlkirin û Rozerîn Kalkan piştre şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê. Rozerîn Kalkan li vê derê xistin koxûşê û destpêkê di Nîsana 2024’an de ew derxistin pêşberî desteyê. Pirsên li ser çalakî, grevên birçîbûnê, koxûşên lê man û pênaseya sûc lê hate kirin û berdana Rozerîn Kalkan di desteya destpêkê de ji bo 11 mehan hate taloqkirin. Bi hinceta li “Koxûşa alîgir ma” û “Di nava rêxistinê de çalak e” berdana Rozerîn Kalkan hate taloqkirin. Careke din bang li Rozerîn Kalkan hate kirin ku meha Adarê derkeve pêşberî desteyê. Bi hinceta ku wê heman pirs lê bê kirin Rozerîn Kalkan derketina pêşberî desteyê red kir û berdana wê cara duyemîn ji bo 11 mehan hate taloqkirin.
Hem serlêdanên Rozerîn hem jî yên parêzerê wê yên têkildarî taloqkirinê bê encam man. Yek ji hincetên taloqkirinê name bûn ku ji Rozerîn Kalkan re hatin şandin lê belê radestî wê nehatin kirin. Bi hinceta ku name “Endamên rêxistinê motîve dikin” weke sûc hate hesibandin. Rozerîn Kalkan nerazîbûn nîşanî van taloqkirinan da û wê meha Sibatê careke din derkeve pêşberî desteyê.
Rozerîn bi rêya malbata xwe xwest, dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û bi peyamekê got, “Ji bo desteya duyemîn bang li min kirin, lê ez neçûm. Ji xwe tiştên bipirsin diyar e, dipirsin ‘Şêweyê te yê têgihiştina sûc û sûcdar çi ye?’û bi gotina, ‘Her çend bersiv ji van re neyê dayin jî bersiv diyar e; ji ber vê jî em 11 meh dema ceribandinê didin’ berdana min cara duyemîn taloq kirin.
Ji min dipirsin bê çend caran tevlî çalakiyê û grevên birçîbûnê bûme. Nameyên ji min re hatin nedan min, lê belê nameyên ku nedan û min nexwendiye weke ‘sûc’ danîn pêşiya min. Di taloqkirina berdana min de vê dikin hincet. Ez li bendê bûm ku taloq bikin, lê ne li bendê bûm ku ev 11 meh be, min digot herî zêde wê 3 mehan taloq bikin. Ev rewş ne tenê li hemberî min e, li hemberî hemû hevalên li vê derê wê bikin.
Tiştên li derve diqewimin bandorê li vir nakin; zext hîn gelekî zêde ne. Bi hincetên bi vî rengî em li bêhiqûqiyê rast tên. Polîtîkayên wan heman polîtîka ye, dema ku pirsan li me dikin, ji xwe guh nadin bersiva me. Ji bo wan ev girîng nîne, ji xwe berê biryarê didin. Me hemûyan zanî bûn ku ev pêvajo bi hêsanî wê bi rê ve neçe, ji ber vê yekê jî moralê xwe xera nekin. Ev bêhiqûqî divê li hemû girtîgehan bi dawî bibe.”
‘DESTE DIVÊ BÊNE RAKIRIN’
Dayik Şerîfe Kalkan jî diyar kir ku keça wê 22 meh in bêhiqûqî li girtîgehê tê hiştin û got, “Li hemû girtîgehan ev rewş heye. Bi hincetên bêhiqûqî berdana keça min taloq dikin.
Weke malbat yekane daxwaza me ew e ku ev deste bêne rakirin. Pêvajoya aştiyê divê bandorê li girtîgehan jî bike û ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Keça min wê meha Sibatê derkeve pêşberî desteyê. 11 meh ji xwe demeke pir dirêj e, em dixwazin Rozerîn bê berdan.”

