Pêvajoya nû ya ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, ji aliyê her beşa civakî ve tê şopandin.
Karkerên li sektora înşaetê ku bi giranî ji karkerên Kurd pêk tên, dixwazin şer tavilê bi dawî bibe û aştî pêk were. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev-Yapi-Îşê Nîhat Demîr anî ziman ku ew piştgiriyê didin daxwazeke aştiyê ya bi rûmet a karkeran.
Demîr ji ANF’ê re axivî û got, “Naskirina mafên Kurdan wê ne tenê ji bo Kurdan her wiha azadiya kedkar, karker û jinan jî mezin bike” û bi vî rengî dewam kir: “Karker vê pêvajoyê bi hêvî pêşwazî dikin. Ji ber ku em baş zanin ku şer nanê karkeran, paşeroja wan tine dike; aştî jî jiyana karkeran ava dike.
Şer xizaniyê mezin dike, zextê zêde dike û bêkariyê kûr dike. Aştî nanê me mezin dike, mafên me garantî dike. Aştî ji bo me karkeran tê wateya berfirehkirina mafên sendîkayî, xurtbûna azadiyê û mayindebûna wekheviyê. Ji ber vê yekê karker û kedkar xwedî û piştevanên herî mezin û bi biryar ên vê pêvajoyê ne.”
Demîr diyar kir ku daxwazên herî girîng ên karkeran jiyaneke aştiyane, wekhev û bi garantî ye û destnîşan kir ku divê daxwaza zimanê dayikê ya gelê Kurd bi destûra bingehîn bê ewlekirin.
Demîr ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd gav avêt, lê belê dewlet bi rengekî rast nêzî meseleyê nabe û got, “Dewlet bi lawazî tevdigere, ji ber ku meseleyê weke pirsgirêka wekhevî û demokrasiyê nabîne. Feraseta li gorî nêrîna ewlekariyê pêvajoyê dixitimîne. Halbûkî destketiyên aştiyê wê bi kêrî gelên Tirkiyeyê hemûyan bê. Naskirina mafên Kurdan ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo karker, kedkar û jinan jî azadiyê mezin bike. Ber bi sedsala duyemîn ve Tirkiye li ber veguherîneke demokratîk a rasteqîn e. Lewma divê dewlet tavilê gavê biavêje; ji ber ku aştî çiqasî dereng bikeve, nanê karkeran jî ewqasî biçûk dibe, paşeroja wan tarî dibe.
Têrê nake ku em van tenê ji dewletê hêvî bikin; em karker û sendîka jî divê ji bo aştiyê bi berpirsyarî rabin:
– Sendîka divê xwişk û biratiya karkeran xurt bikin, li gel daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê Kurd bin.
– Aştî ne tenê meseleyeke siyasî ye, di heman demê de meseleya nan, kar û azadiyê ye û ev yek divê li her cihî bê vegotin.
– Ji grevan heta bi civînên febrîqeyan, ji qadan heta bi malên karkeran divê daxwaza aştiyê bê bilindkirin.
– Jin, karker û ciwan divê bibin hêza esasî ya vê pêvajoyê; zimanê aştiyê ji qadên kar heta kolanan bê bikaranîn.”
Demîr herî dawî got, “Aştî firsendeke dîrokî datîne pêşiya Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em dibêjin: Ji bo aştiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe. Aştî wê ne tenê ji bo gelekî, wê ji bo hemû gelan û karkeran bide destketî.”