Pêncşem, 28 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Guzelbahçeyê Mûstafa Gunay ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hasan Ogut piştî 34 salan hate tehliyekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Karakûş: Sedema bingehîn a xitimîna pêvajoyê statuya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lokman Akbaba ê piştî 31 salan hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê serdana Şehîdgeha Şehîd Nûjîn hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konsolosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlum Ebdî ezimand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn
Rojane

Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin û got, “Eger dewlet bi rastî jî ji dil be divê daxwaza girtiyên nexweş bi cih bîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye. Komîsyona ku têkildarî pêvajoyê li meclîsê ava bû, dest bi karên xwe kir. Yek ji daxwazên herî mezin ê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk, berdana girtiyên nexweş e.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn li ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.

Pinar Sakik Tekîn got, “Di pêvajoya nû de ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê destpê kir, heta niha gelek gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo bêguman gelekî girîng û hêja ye. Pêvajoyeke ku pêwîstiya civakê û gelan bi aştiyê heye.

‘LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan mixabin rewşeke berevajî vê dibînin. Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan dewam dikin. Li derve pêvajoyek hebe divê bandora xwe li girtîgehan jî bike. Çawa ku şer di navbera aliyan de tê kirin, aştî jî divê di navbera aliyan de be. Pêvajoya aştiyê ne ew pêvajo ye ku bi gavên yekalî bimeşe. Divê herdu alî gavên şênber biavêjin.

Çawa ku Kurd û nûnerên wan bi navê aştiyê wezîfeyên xwe bi cih tînin, dewlet jî divê bi rengekî cidî gavê biavêje. Mixabin girtîgeh gelekî dûrî aştiyê ye. Binpêkirinên mafên mirovan her roj zêde dibin. Rewşa girtiyên nexweş li gel ku gelekî giran e nayên berdan û nikarin ji şert û mercên têrker ên tenduristiyê sûdê werbigirin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene; piraniya wan nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin û ji gelek mafan bêpar têne hiştin.

Em dibêjin, divê dewlet gava destpêkê di mijara girtiyên nexweş de biavêje. Divê daxwazên girtiyên nexweş li ber çavan bêne girtin.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ TAVILÊ BÊNE BERDAN’

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser komîsyona li meclîsê têkildarî pêvajoyê hatiye avakirin û got, “Em dikarin bibêjin ku gava destpêkê ya aştiya civakî wê ji vir destpê bike. Bendewariyên me ji vê komîsyonê gelekî zêde ne. Yek ji mijarên sereke ku divê li komîsyonê bê axaftin binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan e. Girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan. Komîsyon di vê mijarê de divê tavilê kar bike. Hemû alî divê gavên şênber biavêjin û bi lez bigihêjin aştiyê. Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehê bê danîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Naskirina mafên Kurdan wê azadiya karkeran mezin bike’
Nûçeya Pişt re ‘Li dijî gefên li ser Rojava yekîtiya neteweyî û diyalog şert e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Efrîn ne bi artêşeke din, lê bi gelê xwe dikare ewle be’

Siltana Hemdî got, "Em ne ji artêşeke din, lê ji zarokên xwe bawer dikin" û…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Li dijî sûcên li hemberî jinan em bi hev re dibêjın ‘Jin, Jiyan, Azadî’

KJK: Weke KJK’ê em hemû heval û dostên xwe yên jin ên berxwedêr silav dikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Soydan Akay belasebep nayê berdan

Soydan Akay ê ku 31 salan girtî ye, tevî ku divê bê berdan û nexweşiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê li Rojhilata Navîn stratejiyên enerjiyê diguherîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?