Yekşem, 15 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HDK’ê qurbaniyên Komkujiya Seyfoyê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê hêviyê ji bo dewletê gavekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Meclîsa Ekolojiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Berxwedana 15-16’ê Hezîranê rêya me ronî dike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê di çalakiya greva jinan de dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî zayendîperestiyê divê jin di nava sîstema konfederal de bibin yek’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Ji wekheviya jin-mêr re 123 sal heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya 2 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya 2 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hate eşkerekirin

HPG-NRÇ’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir û got, “Em hevrêyên xwe yên fedayiyên Apoyî Rûmet û Serhildan ku navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi bîr tînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“Hevrêyên me Rûmet Bêrîtan û Serhilda Mahsum 10’ê Tîrmeha 2024’an di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de ya ku artêşa Tirk li ser Tunela Şehîd Pîrdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê pêk anî, şehîd bûn.

Ji 22’yê Tîrmeha 2022’yan û şûnde artêşa Tirk li dijî Tunela Şehîd Pîrdogan a li jorê gundê Sêgirê yê girêdayî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, bi her cure çekê her roj êrîş pêk anî. Beşekî girîng ê van êrîşan, bi çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û teqemeniyên bi bandor hatin pêkanîn. Belgeyên van êrîşên dermirovî yên dikevin çarçoveya sûcê şer, gelek caran hatin qeydkirin û bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin, bangên hestiyariyê hatin kirin. Artêşa Tirk a ku li hemberî taktîkên gerîla asê ma, sûcên xwe yên dermirovî domand û êrîşên xwe yên nemerdane îro jî hîna didomîne.

Bi pêşengiya fermandar û milîtanên fedayî yên YJA Starê li dijî van êrîşên hovane li Tunela Şehîd Pîrdogan qasî 4 salan berxwedaneke destanî hate raberkirin. Milîtanên fedayî yên Apoyî û îradeya xurt jinên Kurd ên azad her carê ev êrîş pûç kirin. Lê belê 10’ê Tîrmeya 2024’an dîsa bi karanîna çekên kîmyewî êrîşeke nemerdane hate pêkanîn û di encamê de hevrêyên me Rûmet û Serhildan ên li Tunela Şehîd Pîrdogan ji ber gaza bi jehr şehîd bûn. Ji bo ku dijmin nezane êrîşên ku bi çekên kîmyewî li ser Tunela Şehîd Pîrdogan pêk anîne encam girtine û ji bo ewlehiya hevrêyên me yên din, şehadeta hevrêyên me Rûmet û Serhildan di dema xwe de nehat eşkerekirin.

Em hevrêyên xwe yên fedayiyên Apoyî Rûmet û Serhildan ku weke lehengên bêhempa yên dîrokê navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi bîr tînin û di serî de ji malbatên wan ên hêja û gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê yê welatparêz, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Rûmet Bêrîtan
Nav û Paşnav: Rîma Elî Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Navê Dayik – Bav: Cewher – Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2024 / Zap

Nasnav: Serhildan Mahsum
Nav û Paşnav: Mîdya Tahabaş
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Zeynep – Welîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2024 / Zap

RÛMET BÊRÎTAN

Partiya me PKK a ku jiyana azad, bi rûmet û bi cewher îfade dike, bi vê nasnameya xwe li Kurdistanê demeke nû da destpêkirin û kir ku zanebûna dîrokî ya ji destê gelê me hatî standin, jinûve were qezenckirin. Bi vî rengî darbeya herî xurt li qedera gelê me ya ku bi sedan sal bûn ber bi jêr diçû, hate xistin û bi vî rengî bû sedem ku car din li ser kokên xwe şîn bibe. Çawa ku civaka me bi şoreşa neolotîk a bi pêşengiya jinê destpê kirî bûye ronahiya hemû mirovahiyê, îro jî bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji bo hemû mirovahiya ku mehkûmê mêtingerî, dagirkerî, komkujî û jiyaneke kole bûne, dibe çavkaniya hêviyê. Zarokên herî bi wêrek ên gelê me, bi vê misyona xwe ya dîrokî avakirina jiyaneke bi rûmet û azad û şerkirina di vê rêyê de berçav girtin û bûn mirovên herî bijarte.

Hevrêya me Rûmet yek ji van milîtanên fedayî ye, li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji salên destpêkê yên têkoşîna me û şûnde, malbat û xizmên wê yên ku rastiya Rêber Apo nas kirine, bawer kirin ku têkoşîna fedakarî ya gerîla teqez wê bi ser bikeve. Lewma ti carî teredut nekirin û zarokên xwe yên herî hêja şandin nava refên têkoşînê û pêdiviya baweriya xwe ya ji bo Rêber Apo bi cih anîn. Hevrêya me Rûmet jî ya ku di nava malbateke wiha welatparêz û hêja de hate dine, ji zarokatiya xwe û şûnde têkoşîna me nas kir. Hevrêya me bi guhdarkirina destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû û dîtina Rêber Apo kir xwesteka xwe ya herî mezin. Hevrêya me ti carî dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekir, bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re beşdarî xebatên şoreşê bû û xwest kêmek jî be ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me tevkariyê bike. Li ser vî bingehî hevrêya me Rûmet destpêkê beşdarî xebatên ciwanan û çand û hunerê bû, di vê pêvajoyê de bi perwerdeyên ku ji hevrêyên xwe wergirtî rastiya me ya Rêbertî hîn baştir nas kir. Hevrêya me xwest di felsefeya Rêber Apo de hîn kûrtir bibe û bawer kir ku vê yekê herî baş dikare li çiyayên Kurdistanê pêk bîne. Di vî warî de her çendî ku xwestek û hewldanên wî hebin jî, ji ber ku temenê wê biçûk bû ev xwesteka wê nehate qebulkirin. Xwişka wê Bêrîtan Cûdî – Cîhan Ehmed û gelek xizmên wê di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi lehengî şehîd bûn, ev bû yek ji sedemên herî esas ku hevrêya me Rûmet têkoşîna xwe mezin bike. Şehîd Bêrîtan Cûdî ji ber şehadetê nekarî xeyala xwe ya hatina çiyayên Kurdistanê pêk bîne, ev yek ji bo hevrêya me Rûmet bû wasiyeteke ku divê were bicihanîn. Hevrêya me pêkanîna armancên şehîdan, ji xwe re kir xeta têkoşînê û dizanî ku ev yek tê wê wateyê ku kêlî bi kêlî xwe pêş bixe û têkoşîna xwe mezin bike. Timî bi vê zanebûnê tevgeriya.

Li ser vî bingehî sala 2016’an hevrêya me Rûmet berê xwe da çiyayên Kurdistanê, hem xeyalên zarokatiya xwe pêk anî û hem jî armanca xwişka xwe şehîd Bêrîtan Cûdî pêk anî, lewma serbilind bû. Hevrêya me Rûmet bi perwerdeyên ku li çiyayên azadiyê dîtî, di nava demek kurt de bi jiyana gerîla re bû yek û hîna ji kêliya destpêkê û şûnde îdîayeke mezin û asteke biryarbûnê jiyan kir û diyar kir kir ku ti caran nabe kesek ji rêzê. Hevrêya me anî ziman ku wê her tim têkoşîna xwe mezin bike û armancên nû ji xwe re diyar bike, bi terbiye û çanda Apoyî di têkoşîna azadiyê de bi gavên jixwe bawer meşiya. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe qedand, demekê di nava xebatên çand û hunerê de cih girt. Li gorî ruhê vê xebata îdeolojîk bi afirênerî û tecrube têkoşîn meşand û di heman demê de ev pêvajo ji bo armancên hîn mezintir mîna pêvajoyeke lêhêrbûnê û înzivayê nirxand. Li dijî êrîşên tasfiyeye yên dewleta Tirk ên li hemberî Rêbertî, gelê me û Tevgera me, xwest têkoşîneke hîn aktiftir bimeşîne. Hevrêya me dît ku ev yek jî encex bi têkoşîneke fedayiyane pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêya me ji bo beşdarî xebatên Hêzên Taybet bibe, pêşniyar kir û heta pêşniyara wê hatî qebûlkirin pêvajoya derbasbûyî weke qonaxa amadekariyê nirxand. Nameyên hevrêyên me yên çalakiya fedayî kirine, xwend û hîn zêdetir derxist zanebûnê û xwest xwe bi temamî feda bike.

Piştî pêşniyara hevrêya me Rûmet a derbasbûna Hêzên Taybet hate qebûlkirin, vê carê armancên hîn mezintir danî pêşiya xwe û diyar kir ku yek ji armancên wê yên herî mezin bibe fedayî û weke şopdara hevrê Zîlan – Zeynep Kinaci û bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo. Ti carê ya heyî bes nedît, di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike, ji bo vê yekê her tim asoya xwe ya fikirînê berfireh kir û armancên nû danî pêşiya xwe. Hevrêya me Rûmet dema armancên xwe pêk anî vê carê bere xwe da armancên cuda û bi lêgerîna ku enerjiya xwe ber bi azadiyê ve biherikîne, tevgeriya. Hevrêya me bi vê taybetmendiya xwe di dile hemû hevrêyên xwe de cih girt û bi jiyana xwe ya derwêşane, kesayeta xwe ya bi cewher û dirûst, bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê. Hevrêya me weke milîtaneke jin her tim hîs kir ku divê bibe xwedî sekin û tevlîbûneke li gorî misyona pêşengiyê. Xwest ku timî li qadên zehmet ên têkoşînê be. Ji ber vê sekna xwe ya bi berhem û fedakar, di gelek xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Hevrêya me Rûmet bi serweriya xwe ya di van xebatan de û tarzê xwe yê encamgir, derket pêş.

Piştî ku dewleta Tirk ji sala 2021’an û şûnde li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa topyekûn da destpêkirin, hevrêya me pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê dijware. Ji bo vê armanca xwe israr kir. Li ser vî bingehî hevrêya me Rûmet li gelek herêmên berxwedanê cih girt û hem di tunelan de hem jî li araziye di tîmên gerîla yên bi pispor de cih girt. Bi cesaret û fedakariya xwe ya di vê pêvajoyê de, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û morale. Hevrêya me bi dengê xwe yê bedew û stranên xwe, ji hestên hevrêyên xwe re bû tercuman. Ruhê fedayîtiyê ya di dilê xwe de timî zindî hişt û ev yek di pratîkê de jî nîşan kir. Hevrêya me Rûmet weke mînaka herî bi cewher a şerkirin û jiyana fedayiyane, derket pêş. Îradeya artêşa Tirk li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şikest û lewma serî li rêbazên şer ên dermirovî da. Hevrêya me Rûmet di êrîşa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk de şehîd bû. Heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê ma û milîtaniya fedayî ya Apoyî û hêza xurt a şervanên YJA Starê car din îspat kir.

SERHILDAN MAHSUM

Gelê Efrînê yê welatparêz ku di têkoşîna me ya azadiyê de xwedî cihekî girîng e, keç û xortên xwe yên herî bi wêrek şand nava refên partiya me PKK’ê û xwesteka xwe ya ji bo azadiyê nîşan dan. Di vî warî de gelê me yê Efrînê ku bi pîvanên azadiyê her tim pêşeng bû, bû xwedî sekneke ku ji aliyê hemû gelê Kurd ve were mînakgirtin. Gelê me yê Efrînê di ti dema dîrokê de li hemberî zext, zilm û êrîşên qirkirinê bêdeng nema û rêxistinbûna xwezayî, têkoşîna azadiyê ya bi baweriya ji Partiya me û Rêber Apo re raber kir. Gelê me yê Efrînê ku sekna xwe ya welatparêz û şoreşger ji nifşê ragihand nifşê, pêşengî ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava re jî kir û xeyala bi dehan salan a gelê me pêk anî.

Hevrêya me Serhildan di nava malbateke welatparêz de ya ku lehengiya gel a wiha lê şêwe girtî, hate dinê û girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bû. Tevî ku neçû dibistanên rejîmê, bi hewldanên xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî û Erebî bû. Bi keda ku ji bo zanebûnê dayî, hurmeta hemû derdora xwe qezenc kir. Ji ber ku malbat û derdora hevrêya me Serhildan welatparêz bû, mîna her zarokek Kurd partiya me PKK ji temenê zarokatiyê û şûnde nas kir. Her roja borî ji bo rastiya gerîla û Rêber Apo fêr bibe, bi mereq û xwestekek mezin ket nava lêgerînê. Hevrêya me di dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ketî de, ji sekna milîtanên Apoyî yên nas kirî û ji şêwazê wan ê jiyanê bandor bû û xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Lê belê ji ber ku hîna temenê wê ciwan bû, ev xwesteka hevrêya me Serhildan nehate qebûlkirin û bi israr lêgerîna xwe ya tevlîbûnê domand. Hevrêya me di vê pêvajoyê de derfet dît ku guhertinên ku şoreşê li Rojava di warê civakî, siyasî, leşkerî û ekonomîk de çêkirî çavdêr bike. Bi taybetî ji vê yekê bandor bû ku jin her roja borî li hemû qadên jiyanê bibe xwedî mafê gotinê û pêşengiyê ji guhertinên çêbûne re bike. Bi vî rengî hevrêya me dît ku îdeolojiya Rêber Apo ya têkildarî azadiya jinê zindî bûye û veguheriye heqîqetekê, bi bawerî û hezkirineke xurt xwest bi rastiya Rêber Apo re were ba hev. Di heman demê de hevrêya me Serhildan bû şahidê êrîşên ku dewleta Tirk bi destê çeteyan li dijî destkeftiyên gelê me pêk anîn. Weke jineke ciwan bawer kir ku ji bo parastina gelê me, divê bikeve nava liv û tevgerê. Di sala 2018’an de dewleta Tirk yekser êrîşî Efrînê kir û di van êrîşan de birayê wî hevê Mahsum – Ebdo Tahabaş bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ev yek ji bo hevrêya me Serhildan bû xala werçerxê. Hem dagirkirina Efrînê û hem jî di serî de ji malbata wê bi sedan mirovên me û hevrêyên me şehîd bûn, vê yekê li cem hevrêya me Serhildan hêrseke mezin li dijî dewleta Tirk a dagirker çêkir. Hevrêya me xwest bi tevlîbûna nava refên gerîla, hêrsa xwe di pratîkê de nîşan bide û li ser vî bingehî di sala 2019’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me nav û çeka birayê xwe şehîd Mahsum hilgirt û dest bi têkoşîna azadiyê kir, êdî Serhildan Mahsum e. Hevrêya me esas girt ku li ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd bimeşe û di her kêliya meşa azadiyê de avakirina xwe kir pîvan. Bi vê taybetmendiya xwe di nava demek kurt de bala hemû hevrêyên xwe kişand. Hevrêya me bi vê wateyê cewherê kedkar ê jina Efrînê, di têkoşîna xwe de nîşan kir û di nava demek kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek û bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Serhildan xwest ku taktîkên gerîla yên dema nû bi lez fêr bibe û derbasî pratîkê bike. Bi lêhêrbûnên xwe yên kûr ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtaneke mînak. Hevrêya me bi dilsoziya xwe ya bi armancê re û bi keda ku li ser vê bingehê dayî, bû milîtaneke xwedî helwest. Di warê îdeolojîk de pisporbûn îhmal nekir. Bi taybetî ji bo di îdelojiya azadiyê ya jinê de kûr bibe, bi ked û hewldana xwe derket pêş. Meşa xwe ya azadiyê bi gavên hîn xurttir domand. Hevrêya me di ferqa konsepta îmha û tasfiyeye ya li dijî gelê me û Tevgera me de bû û li ser vî bingehî têkoşîneke aktîf meşand. Dît ku tevlîbûna heyî têra şikandina polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê ya li ser Rêbertiya me nake, lewma xwest têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêya me bawer kir ku ev yek jî encex bi profesyonelbûnê pêkan e, li ser vî bingehî beşdarî perwerdeyên îdeolojîk û pisporiya leşkerî bû. Hevrêya me di pêvajoya perwerdeyê de ji bo derbasî qadên ku şer lê dijware bibe, israr kir û ev xwestek û israra xwe kir bingehê pisporbûnê û perwerdeyên xwe bi rengekî serketî qedand. Hevrêya me Serhildan bû şervaneke YJA Starê ya ku di gelek taktîkên gerîla de bûye pispor, bi biryardarî û îdîayeke mezin berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.

Hevrêya me Serhildan li vir beşdarî berxwedana dîrokî ya li ser xeta fedayîtiyê bû, bû xwedî tevlîbûneke bi bandor, wêrek û her kêlî bi ked dayînê derbas kir. Barê hevrêyên xwe yên li qadê sivik kir. Bi saya hunera xwe ya lêdanê ya bi xurtî gelek caran nehişt ku dijmin ji çeperên xwe derkeve û misyona xwe ya dîrokî bi cih anî. Bi baweriya xwe ya ji serketinê û meşa xwe ya bi biryar a di vî warî de, hevrêyê me Serhildan ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û morale. Bi sekna xwe ya bi îrade ji bo hemû hevrêyên xwe bû fermana mezinkirina têkoşînê. Weke milîtaneke YJA Starê ya pispor a ku bi sekna xwe, çalakî û tarzê xwe yê şer rol lîst, navê xwe li dîrokê nivîsand. Di encama êrîşa bi kîmyewî ya ku dijmin bi nemerande pêk anî de, şehîd bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêya xwe Serhildan pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel
Nûçeya Pişt re Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bi biryara PKKê re erka dikeve ser milê her kesî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Her şehîdek, jinek, zarokek Êzidî doza wan li Mala Barzanî heye’

Endamê MXDŞ’ê Heso Brahîm destnîşan kir ku siyaseta Mala Barzanî bûye sedema fermanê û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mîtînga li dijî desteserkirina vînê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di şerê Îsraîl-Îranê de windahiyên sivîl zêde dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HDK’ê qurbaniyên Komkujiya Seyfoyê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Mafê hêviyê ji bo dewletê gavekî girîng e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?