Serokê Meclisa Tirkiye Nûman Kurtulmûş ji bo navê komîsyona ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, pêşniyara “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” kir.
MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.
Ji bo diyarkirina navê komîsyonê civîn dewam dike.