Êrîşên rejîma Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Di demjimêrên şevê de navenda berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li Girê Rîaye ya Silêmaniyê ye, bi dronan hate armanckirin.
Li gorî agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatine girtin, li herêmê dûmaneke zêde bilind bûye. Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê. Heya niha derbarê zirar û ziyanên êrîşê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Heman herêm di 3’yê Adarê de jî bibû armanca êrîşên dronan. Li aliyê din, êvarê bi du dronan êrîş birin ser Hewlêrê jî. Li gorî agahiyan, her du dron jî beriya ku bigihîjin armanca xwe, ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatin rûxandin û bêbandorkirin.

