Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) a bi navê “mezopotamyaajansi40.com” bi hinceta “parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê” ji aliye Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê ve di 27’ê Kanûna 2024’an de bi biryara bi hejmara 2024/2618 hat astengkirin.
Navnîşana înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi navê“http://yeniyasamgazetesi7.com” cara 7’an hat astengkirin. Rojnameya Yenî Yaşam diyar kir ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê bi biryara keyfî ya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê 2 caran navnîşana malpera rojnameyê asteng kiriye.