Piştî desteserkirina şaredariya Miksê yekser polîsên Tirk ketin hundirê şaredariyê û bi wesayîtên zirxî rê girtin. Li ber avahiya navçeya DEM Partiyê bi beşdariya gelek kesan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredara Miksê Nebahat Benek di çalakiyê de axivî û got: “Di dîrokê de ti tişt ji bo vê navçeyê nekirin. Bi tayînkirina qeyûm vîna gel desteser kirin. Sibê wê sindoq bên danîn û wê gel dîsa me hilbijêrin û ew ê dîsa winda bikin.”
Hevşaredar Ayvaz Hazir jî axivî û wiha got: “Divê her kes bizane ku em vîna vê navçeyê ne. Miks ne tenê şaredariyek e. Ji niha û pê ve em ê hemû xebatên xwe bi gelê xwe re bimeşînin. Em ji her kesî re serkeftinê dixwazin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî axivî û ev tişt got: “Îro em bi tayînkirina qeyûmekî nû re rû bi rû ne. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê me tevî zext û tundiya dewletê jî li seranserê Wanê 14 şaredarî bi dest xist. Hûn bi van polîtîkayan pirsgirêkê kûr dikin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û wiha got: “Îro vîna gel, ciwan û jinan tê desteserkirin. Di 31’ê Adarê de me li Wanê her 14 şaredarî jî qezenc kir û derseke dîrokî da wan. Em dizanin ku ev pêkanîn ji ber bêtehemuliya li hemberî 14 şaredariyan e. Tişta ku AKP bi hilbijartinan nikare bi dest bixe, hewl dide bi desteserkirin û diziyê bi dest bixe. Piştî ku şaredarî destserkirin pankarta ‘Em destûrê nadin dagirkeriyê’ daxistin. Em dixwazin gelê me bertekên xwe yên demokratîk li dar bixin, xwedî li vîna xwe û malên xwe derkevin. Em ê teqez bi ser bikevin, qeyûm wê biçin, gel wê bên.”