Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Alexander Zuev li Konseya Ewlekariyê brîfîngek da û anî ziman ku li Sûriye, Efrîka û Efganistanê gefa DAÎŞ’ê zêde bûye. Zuev diyar kir ku rêxistinê ji valahiyên rêveberiyê sûd wergirtiye û bi rêyên neqanûnî fînans pêk aniye û teknolojiyên nû bi kar tîne.
Zuev destnîşan kir ku rewşa ewlekariyê li Sûriyeyê nearam e û diyar kir ku piştî QSD’ê di 21’ê Çileyê de xwe ji Kampa Holê vekişand rewşa mirovî û ewlekariyê giran bû. Her wiha ragihand ku DAÎŞ’ê bi taybetî liv û tevgera xwe ya li Rojavayê Efrîkayê û Sahelê zêde kiriye.
Zuev bang li welatan kir ku welatiyên xwe yên li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bi rengekî ewle werbigirin. Dîrektora Giştî ya Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Natalya Ghirman jî bal kişand ser girîngiya hevkariya navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê.

