Rojnameya New York Timesê doh raporeke berfireh weşand û ragihand ku li gel hilweşîna rejîma Esad a dawiya sala 2024’an û desthilatdarîbûyîna Ahmed eş-Şara (Ebû Mûhmmed el Colanî) li gel ku sozên ji bo reformê hatin dayin jî li Sûriyeyê otorîterî hîn jî dewam dike.
Hikumeta nû ragihand ku wê rêxistina ewlakariyê û girtîgehan jinûve birêxistin bike ku weke ‘pişta dewleta terorê’ dema Esad pênase dikir, lê belê Serokkomar Şara hêz li nava derdoreke xwe ya nêz, ku birayên wî jî di nav de ye, kom kir.
Rê û rêbazên bi pêla tundiya mezhebî, nêzîkatiya wan a her kesî venahewîne, her wiha pêvajoyên wan ên biryardanê fikaran zêde dike ku rêbaza rêveberiya otorîter dewam dike.
Li gorî raporê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê meha Gulanê nêta xwe eşkere kir ku sîstema girtîgehan li gorî pîvanên mirovî sererast bike. Berdevkê wezaretê Nûreddîn el-Baba got, “Dema zilmê ya hêzên ewlekariyê bi dawî bû.” Lê belê çavdêr dibêjin, ev gotin li qadê bi cih nayê anîn.
Rêveberiya HTŞ’ê ku meha Kanûnê Esad hilweşand, fihêlên xwe yên berê neterikand. Ahmed eş-Şara desthilatdariyê li nava derdoreke teng a gelekî nêzî xwe kom dike. Li gorî pisporan sîstema serokatiyê ya xurt gelekî zordar e; li ber nenavendîbûnê û tevlîbûna civakî radibe. Ev rewş jî bi taybetî li nava hindikahiyên etnîkî û olî dibe sedema rûdana pirsgirêka baweriyê.
Hilbijartinên parlamentê ku tê plankirin di dawiya mehê de bêne kirin, destpêkê hêviyek ji bo demokratîkbûnê afirandibû. Lê belê ji ber ku ji sê parên kursiyan yek jê wê yekser ji aliyê Şara ve bê tayînkirin, yên mayî jî bi rêya saziyên herêmî yên di bin kontrola hikumetê de ne bêne diyarkirin, ev yek bû sedema nîqaşan. Her wiha dervehiştina Hesekê, Reqa û Siwêdayê li derveyî hilbijartinê ji aliyê Kurdan ve weke ‘Jinûve hilberîna polîtîkayên dervehiştin û cudakariyê’ hate nirxandin. Medya dewletê ragihand ku nûnerên van herêman wê yekser bêne tayînkirin.
Ev rewş ji bo yekbûna welatekî ku bi 14 salan bi şerê navxweyî hatiye parçekirin weke yek ji astengiyên herî mezin tê dîtin. Tê gotin, tayînkirina nûnerên hindikahiyan bi giranî weke sembolîk tê dîtin.
Di nava şeş mehên dawî de sê pêlên mezin ên tundiya mezhebî rû dan. Bûyera herî giran û bi xwîn meha Tîrmehê li Siwêdayê di navbera komên bi navê eşîrên Bedewî û civaka Durzî de qewimî; bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinên mafên mirovan belge kirin ku di her sê bûyeran de jî hêzên alîgirê hikumetê înfaz û çalakiyên tundiyê bi rê ve birin. Hikumetê ev bûyer ‘çalakiyên şexsî yên neqanûnî’ pênase kir û şermezar kiribe jî aqûbeta lêpirsînan ne diyar e.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen li Konseya Ewlekariyê pêşkêşiyek kir û got, “Welat di rewşeke gelekî hesas a şikestinê de ye. Li ber hilweşîna pêvajoya derbasbûnê ye”. Li gorî Pedersen eger reformên zelal û her kesî vedihewîne neyên kirin rîsk heye ku Sûriye piştgiriya navneteweyî winda bike.