Pêncşem, 19 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza ku Dozger got ‘Şîdet heye, lê êşkence tune ye’ birin Dadgeha Destûra Bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: Bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê baweriya bi pêvajoyê zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo yekane hêz e ku dikare pêşî li şerê navbera gelan bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dûtaxê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Newaya Jin: Şehîdên Parîsê sonda me ya azadiyê ne
Jin

Newaya Jin: Şehîdên Parîsê sonda me ya azadiyê ne

Rojnameya mehane ya jinan ya ku li Ewropayê weşanê dike Newaya Jin, hejmara yekemîn a 2025’an ji bo mijara Komkujiyên Parîsê veqetand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di hejmara vê mehê ya rojnameya Newaya Jin de Çîgdem Dogû, Rûşen Samsat, Haskar Kirmizigul, Denîz Omurcan, Mazda Marya, Medya Botan, Rojbîn Denîz, Denîz Nudem, Zeryan Bîlgîn, Bişeng Sara, Hevî Amed bi nivîsên xwe hedefa komkujiyên Parîsê û biyografiya şehîdên Parîsê nivîsîn.

ESALETA ŞOREŞGER

Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Çîgdem Dogû bi nivîsa xwe ya “Esaleta Şoreşeger: Sakîne Cansiz” behsa yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz kir ku di sala 2013’an de li Parîsê hat qetilkirin. Dogû destnîşan kir ku Cansiz tovên şoreşa jinan reşandin û bû efsaneyek. Wê Sakîne Cansiz weke “Lêgerîna xweşikiya bêkêmasî, enerjiyeke bêserûbin, hunermendeke pispor a têkiliyan û şerkereke yeman” pênase kir. Hêvî Amedê jî diyar kir ku rêgeza şer a Sakîne Cansizê îro li Rojava didome. 

RÛYÊN CIWAN ÊN RONAHIYÊ: ROJBÎN VE RONAHÎ

Denîz Omurcan jiyana têkoşînê ya Fîdan Dogan( Rojbîn) ku bi Sakîne Cansiz re hat qetilkirin, nivîsî. Parçeyek ji nivîsa Omurcan wiha ye: “Edî dirûşmeya ‘Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmeyekê wêdetir soza azadiyê ye. Destanek e ku bi Evînên berxwedêr didome.”

Mazda Marya û Bişeng Saryayê jî behsa lêgerîn û hevnasîna wê ya bi têkoşîna azadiyê re ya Leyla Şaylemez-Ronahiyê kir, ku ew wek jineke ciwan a Kurd ku li Ewropayê mezin bûye. 

RÊBAZA ŞER A SERDEMA NÛ

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsatê bi nivîsa xwe ya “Rêbaza şer a serdema nû û Komkujiyên Parîsê” bal kişand ser pergala kapîtalîst ku êdî bêyî hewcedariya argumaneke lîberal û hiqûqê, bi avaniyên kontra û paramîlîter bi operasyonan şerekî bi rê ve dibe. Her wiha diyar kir ku roj bi roj hedefgirtina Tevgera Jinên Kurd jî encama vê rebaza şerî ye. 

JINÊN KU PERGALÊ DITIRSÎNIN

Haskar Kirmizigul jî ji Meksîkayê heta Hindistanê, ji Maltayê heta Afrîkaya Başûr bi giştî li ser xalên hevpar ên jinên hatine qetilkirin sekinî. Kirmizigul dibêje ku “divê em ji pirsa’kengî, li ku derê û çawa’ yê zêdetir li ser sedema qetilkirina wan bisekinin. Dewleta baviksalar û kapîtalîzm ji van jinên wêrek gelek ditirse. Wekî jiyana wan mirina jinan jî banga têkoşînê dike.”

Medya Botan jî got ku têkoşîna ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî”yê bi rê ve dibin wê qetlîaman ronî bike. 

DEWRÊŞA TÊKOŞÎNÊ: EVÎN

Jinên li Parîsê behsa Evîn Goyiyê kirin ku di malên xwe da mazûvaniya wê kirin û bûn şahidê hişmendî û bendîtiya wê ya têkoşînê. Jinan gotin “Wê bi dilnizmiya xwe di dilê me de cih girt, ew wekî Dewrêşa têkoşînê bû.” Şaredara Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebardê jî di hevpeyvîna xwe ya dayî Newaya Jinê de ji bo zelalkirina komkujiyan daxwaza rakirina astengiya “sirra dewletê” kir.

ÇÎROKA NIVÎSANDINA TÊKOŞÎNÊ

Rojnameyê cih da daneheva ji pirtûka “Jiyana min tim şer bû” ya Sakîne Cansizê. Di beşa behsa pêvjoya destpêka nivîsîna pirtûkê de Cansiz dibêje “Bêguman nivîsandin coşa di hestan, hembêzkirina jiyanê di nava şer û têkoşînê de ye. Ez difikirim û di encamê de biryar didim ku jiyaneke ku bi qasî ku nikare di nav tu qalibî de bê bicihkirin bi hemû şaneyên xwe ji nû ve dijîm, hîs bikim û xwe bigihînim hemû aliyên wê.”

Denîz Nûdem bi nivîsa xwe ya “Payîzokên Botanê: Fatma, Sevê, Pakîze” behsa jiyana têkoşînê ya Sêwê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar kir ku di berxwedanên xwerêveberiyê de hatin qetilkirin.

QEDERA PERGALÊ LI ROJHILATA NABÎN TÊ DIYARKIRIN

Rojnameyê cih da geşedanên li Sûriye û Rojava jî. Li quncikê Forûmê yê rojnameyê daneheva ji Parastinên Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, geşedanên roja îro yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ronî dikin.

DI SÛRIYEYA NÛ DE JIN LI KU NE?

Zeryan Bîlgîn bi nivîsa xwe bal dikişîne ser xeta azadiya jinan a li Rojhilata Navîn û dîrokçeya têkoşîna jinan a li Sûriyeyê û pirsa “Di Sûriyeya nû de jin li ku ne?” dike. Rojbîn Denîz, geşedanên li Sûriyeyê wek dewama armanca jinûveavakirina herêmê ya li dor Şerê 3’emîn ê Cîhanê dinirxîne û ji bo jinan, gelan, baweriyan û nasnameyan balê dikişîne ser rîskên nû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zede bû
Nûçeya Pişt re TAJÊ êrîşên li dijî saziyên jinan şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

Jinên Kobanê bi meşeke girseyî xwedî li YPJ'ê derketin. Jinan diyar kirin ku bi şoreşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zîlan hate bîranîn

Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku sala 1996’an li Dersimê li dijî artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Waliyê Hewlêrê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnav di serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta demkî li Siwêdeyê 7 kes kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?