Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser zêdebûna binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozê û got ku di dema çalakiyên Rojava de jî heman bûyer qewimî ne. Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku zimanê aştî ne di soz û gotinan de, di pêkanîna qanûnên heyî û peymanên navneteweyî de derbas dibe.
Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku bêyî ku li benda guhertina Qanûna Dij-Terorê an jî qanûna înfazê jî hin gav dikarin werin avêtin û got ku ev “ezmûneke demokrasiyê” ye. Her wiha got ku çaresernekirina pirsgirêkên wekî girtiyên nexweş, qeyûm û statuya qanûnî ya Rêber Apo bêbaweriyê di civakê de zêde kiriye.
Newroz Uysal Aslan, ji desthilatdariyê xwest ku ji bo bidawîkirina bêbaweriyê îradeyek siyasî ya zelal nîşan bide.
Newroz Uysal Aslan, da xuyakirin ku divê rapora komîsyona meclîsê bibe nexşerêyek û bal kişand ser nakokiya di navbera axaftin û pratîka li qadê ya desthilatdariyê.
DIVÊ HIQÛQ NEBE AMÛRÊ SIYASETÊ
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku rapora komîsyona meclîsê gaveke girîng e, lê di pêvajoya aştiyê de pêşketineke berbiçav çênebûye. Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku di daxuyaniyên piştî raporê de hat gotin ku divê pêvajo bi rengekî lez were meşandin û da zanîn ku daxwazên wekî vegera li hiqûqê, edaletek serbixwe û rakirina qeyûman nehatiye bicih anîn.
Newroz Uysal Aslan got, “Ji baska desthilatdariyê ve Wezîrê Edaletê û Serokkomar Erdogan, diyar kirin ku ew ê bi pêvajoya qanûndanînê re bêyî dereng bibe gavan biavêjin. Devlet Bahçelî jî di axaftina xwe ya dawî de xwedî li pêvajoyê derket û behsa zemîneke mayînde kir. Lê di bin navê provokasyon de peyama dibe ku pêvajo dirêj bibe da. Divê qanûn nebe amûra siyasetê û dawî li vê were anîn.”
‘LI DIJÎ HERÊMÊN KU AZADIYA BIRÊZ OCALAN DAXWAZ DIKIN OPERASYONÊN SIYASÎ TÊN KIRIN’
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku binçavkirinên piştî Newrozê ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên ewlehiyê moralê siyaseta Kurd hedef digire.
Her wiha wefata girtiyê nexweş Mehmet Edip Taşar bi bîr xist û destnîşan kir ku di çalakiyên Rojava û piştî Newrozê de gelek kes hatine binçavkirin û girtin. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku operasyon bi nakok in û got ku di bin navê “ewlehiyê” de pratîkên nayên qebûlkirin têne kirin. Her wiha bal kişand ser nakokiyên di daxuyaniyên siyasî de û diyar kir ku ne diyar e ka ev peyamek e an jî nîşandana helwestên cuda ye.
Newroz Uysal Aslan anî ziman ku dewlet ji bo pêvajoyê bixe bin kontrola xwe zerar dide rewabûna siyaseta demokratîk a Kurd û got ku sedemên ku ji bo girtina ciwanan hatine nîşandan hilgirtina pankartan, berzkirina dirûşmeyan û rakirina ala Kurdistana Rengîn e. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku ev hem nêzîkatiya li hember Rêber Apo û hem jî helwesta li hember hesta yekîtîyê di navbera gel de nîşan dide.
Newroz Uysal Aslan jidiliya pêvajoyê pirs kir û bal kişand ser bandora daxuyaniyên hevdij ên desthilatdariyê ya li ser qadê û got: ‘’Dewlet hemû caran hewl dide ku vê pêvajoyê di nava sînorên xwe de bigire. Ji bo astengkirina pêşketina siyaseta demokratîk a Kurd û bihêzbûna wê pêngavên ku zerarê dide rewabûnê diavêje. Ev operasyonên ku li dijî îradeya ku ji bo azadiya Birêz Ocalan derdikevin qadan tên birêvebirin, divê weke perçeyekî ruhê yekîtiya herêmî ya gelê Kurd û nêzîkatiya giştî ya têkildarî motîvasyona dewletê were nirxandin.’’
‘EZMÛNA RASTÎN, PÊNGAVÊN HIQÛQÎ YÊN DERVEYÎ GUHERTINA YASAYÎ YE’
Newroz Uysal Aslan rewşa heyî ya pêvajoyê weke ‘’kêmasî’’ pênase kir, diyar kir ku ji bo zemîneke mayînde divê pêngavên hiqûqî û siyasî yên neyên taloqkirin, werin avêtin û ev yek anîn ziman: ‘’Hebûna pêvajoyê û pêşxistina gotinên erênî bêguman girîng in; lê belê hê jî kêmasî hene. Serkeftina vê pêvajoyê û bidestxistina zemîneke mayînde li gel dabînkirina hiqûqê pêkan e. Ev zêdetirî sal nîvan e têkildarî egerên siyasî yên meseleyê, bandorên wê yên herêmî û gerdûnî gelek tişt hatine bilêvkirin. Me hê di serî de anî ziman ku ev pêvajo bêyî pêngavên demokratîkbûyînê, birêxistinbûnû azadiya derbirînê nabe. Me gelek caran daxwazên xwe yên weke bidawîkirina esteserkirina şaredariyan, rewşa girtiyên nexweş û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) anîn ziman. Bi ser de piraniya van pêngavan ne girêdayî sererastkirina yasayî ya nû ne; jixwe ev ji aliyê qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ve hatine misogerkirin.’’
Newroz Uysal Aslan anî ziman ku divê desthilatdarî îradeya xwe ya siyasî bi pêngavên şênber nîşan bide û nediyariya heyî di nava civakê de rê li ber bêbaweriyê vedike û got: ‘’Sererastkirinên hiqûqî ji bo birêvebirina vê pêvajoyê gelekî hewce ne. Lê belê ezmûna rastîn ew e ku îradeya siyasî bêyî ku xwe li benda guhertina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê yan jî guhertina yasayên înfazê bigire û avêtina pêngavên li gorî hiqûqa heyî ye. Mixabin ku sînordarbûna van meselyan a li gel gotinên giştî bû sedema bêbaweriyeke civakî. A niha li Meclîsê plannameyeke têkildarî pêngavên ku divê werin avêtin, tune ye û nediyarî hê jî serwer e. Divê desthilatdarî vê pêvajoyê ji nediyariyê dûr bixe û li gel plannameyeke eşkere û pêngavên şênber îradeya xwe nîşan bide.’’
Newroz Uysal Aslan ji bo berdewamiya pêvajoyê banga standina berpirsiyariya siyasî kir û ev yek anîn ziman: ‘’Bidestxistina hiqûqî ya îradeya siyasî divê ji taloqkirin û gîrokirinê re neyê qurbanîkirin. Bendewariya civakê ji gotinên giştî wêdetir ew e ku desthilatdarî nexşerê û plannameyeke şênber eşkere bike. Demokratîkbûyîna rastîn bes li gel vê berpirsiyariyê pêkan e.’’
‘ZIMANÊ AŞITIYÊ NE BI SOZAN, XWE LI GEL DABÎNKIRINA HIQÛQÊ NÎŞAN DIDE’
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan piştre bal kişand ser têkiliya helwesta siyasî ya heyî ya di navbera hevsengiyên herêmî û navneteweyî de, diyar kir ku pêngavên ku nayên avêtin di nava civakê û derdorên siyasî de dibin cihê zêdebûna pirsan û got: ‘’Ez di wê fikrê de me ku neavêtina pêngavên li benda sererastkirina yasayî hem encama aqilê operasyonel yê roja îroyîn e hem jî têkildarî hewla Tirkiyeyê ya zelalkirina rola xwe ya di nava hevsengiyên hêzê yên herêmî û gerdûnî ye. Mesele bes ne têkildarî planname û nakokiyekê ye; bi awayekî rasterast têkildarî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê ye. Roja îroyîn gelek daxwazên ku em tînin ziman ji aliyê nûnerên CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê ve jî tên îfadekirin. Ev êdî ne ew mesele ne ku nayên zanîn yan jî nehatine bihîstin. Lê belê têkildarî van mijaran neavêtina pêngavên şênber, hem li ba me hem di nava civakê de hem jî di nava derdorên din ên siyasî de dibe cihê pirsan.’’
Newroz Uysal Aslan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya demokratîk a li gel temînateke hiqûqî ya mayîn de gelekî girîng e, anî ziman ku divê statuya hiqûqî ya Rêber Apo were zelalkirin û got: ‘’Zimanê aşitî, muzakere û diyalogê ne bi sozan bi bicihanîna hiqûqê xwe nîşan dide. Di rêya çareseriya demokratîk de divê pêngavên werin avêtin, ne manewrayên demkî û konjonkturel bin, divê temînateke hiqûqî ya eşkere hebe. Ev rastiyek e ku ne bes ji bo me derbasdar e û em vê yekê ji mînakên cîhanê jî dizanin. Yek ji sereketirîn serenavên vê zemîna hiqûqî azadiya Birêz Ocalan, şert û mercên jiyana wîû zelalkirina statuya hiqûqî ye. Ger alî di mijara muzakere û diyalogê de bi biryar bin divê ev serenav weke perçeyekî girîng ê pêvajoyê were dîtin.’’

