Yekşem, 15 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: ‘Yadê bêhna sêvê tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor ê Hacî Omeran vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevpeymana Hêzên Rojhilat peyama ‘têkoşîna hevpar’ ji bo gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Newroz wê li 7 bajarên Rojava bi girseyî bê pîrozkirin
Rojava

Newroz wê li 7 bajarên Rojava bi girseyî bê pîrozkirin

Newroz wê li 7 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin" bi girseyî bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên Newrozê li Qamişloyê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Amadekar a Newroza Rojava  bi daxuyaniyekê bernameya Newroza îsal eşkere kir. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bi amdebûna endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, endam û rêveberên meclisa bajar û şêniyên Qamişloyê hate dayîn.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Keder Hisên bi zimanê kurdî endama Meclisa Kongra Star Rîhan Temo bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got, ”Newroz di bîra dîrokî ya gelê Kurd de ne tenê cejneke, lê di heman demê de sembola berxwedana li dijî zulmê ye. Baweriya azadî û ji nû ve vejînê ye. Agirê azadiyê ku Kawayê Hesı̂nkar li dijî zalim Dehak şewitand, bi sedan salan berdewamî rêya berxwedanê ya gelê Kurd ronî kir. Îro jî agirê Newrozê ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur tê vêxistin berdewamiya vê mîrateya berxwedanê ya dîrokî ye. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de, tevî siyaseta înkar, zordarî û tunekirinê karîbû ziman, çand û nasnameya xwe biparêze. Bi saya rihê berxwedanê Kurdan îro jî têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet didomînin, agirê Newrozê jî sembola vê îrade û biryarê ye. “

Di daxuyaniyê bal hat kişand ser yekrêziya neteweyî ya Kurdî û wiha hate gotin: “Agirê Newrozê ku li Rojava bilind dibe, di heman demê de agirê daxwaza yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e. Dîrok nîşan daye ku parastina destkeftiyên Kurdan û mezinbûna azadiyê tenê bi yekitiya neteweyî pêk tê. Her çi qas em xwedî raman û nêzîkatiyên siyasî yên cihê bin jî, îro yekbûna li dora nirxên hevpar û mafên neteweyî yên gelê Kurd berpirsyariyeke mezin e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruhê Newrozê ji wan re berxwedan, hevkarî û têkoşîna bi hev re fêr dike û hate gotin “Gelê Kurd li ser van axan ne tenê ji bo azadiya xwe, lê di heman demê de ji bo jiyana azad û demokratîk a hemû gelan jî têkoşîn dike. Ruhê berxwedanê yê jinên Kurd û rola wan a pêşeng di têkoşîna azadiyê de jî bi agirê Newrozê re dibe yek û rêwîtiya azadiyê ya gelê hêzdar dike. Em dizanin îro gelê Kurd di siyaseta tunekirina û jenosîda li dijî Kurdistanê re rû bi rû ne, duh li Bakur û Rojava, îro jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li dijî gelê me siyseta jenosîdê tê meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê divê em bi ruhê ku Rêber Apo ji bo parastina hebûna Kurd û misogerkirina azadiyê û bi çareseriya yekitiya neteweyî ya demokratîk dane destîşan kir, agirê Newrozê bi hişmendiya yekitiya neteweyî bilind dikin û li dijî van êrişan radewestin.”

Komîteya Amadekar a Newrozê li Rojava bang li gel kir ku li dijî her cûreyên êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê rawestin û wiha pê de çû  “Bi ruhê yekitiya neteweyî rabin ser piyan. Gel û welatê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê ew hêvî dikin ku Newroza (2026) bibe sedema avabûna hêza parastin hevpar a Kurdistanê . Ji bo vê armanê divê hemû tevgerên Kurdistanî berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. Avakirina yekitiya neteweyî û hêza parastina neteweyî ne bijarteke, ji bo gelê Kurd pêdiviyeke hebûnê ye. Em weke Komîteya Amadekar vê salê Newrozê wek cejna ku ruhê berxwedanê ya gelê Kurd, yekitiya neteweyî ya demokratîk û nirxên civakî mezin dike, pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin, qadên Newrozê bikin qadên rûmeta gelê Kurd, yekitiya wî û îradeya azadiyê. Li ziman, çand û nirxên xwe yên civakî xwedî derkevin. Em ji bîr nekin ku agirê Newrozê ne tenê berxwedana raboriyê ronî dike, lê pêşeroja azad jî ronî dike.”

Di daxuyaniyê de bernameya Newrozê jî hat eşkerekirin û hate gotin, “Pîrozbahî dê li 7 navendan di bin vê dirûşma ‘Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin’ were pîrozkirin”.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar, cih û saetên pîrozbahiyan wiha ne:

DÊRIK
Cih: Qada Şehîd Çîçek
Saet: 11.00`an

GIRKÊ LEGÊ
Cih: Hilêq
Saet: 11.00`an

TIRBESPIYÊ
Cih: Dirêjîk
Saet: 11.00`an

QAMIŞLO
Cih: Hîmo
Saet: 11.00`an

AMÛDÊ
Cih: Çaxir Bazar
Saet: 11.00`an

DIRBÊSIYÊ Û TIL TEMIR
Cih: Çolbistan
Saet 11.00`an

HESEKÊ
Cih: Sed
Saet: 11.00`an

Komîteyê di dawiya daxuyaniyê de Newroz li tevahî gelên herêmê pîroz kir. Piştre agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pakistanê êrişên hewayî bir ser Efganistanê
Nûçeya Pişt re Deriyê Sînor ê Hacî Omeran vebû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê ÇÎLEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Esenyûrtê li dijî desteserkirinê çalakî: Em ê bi ser bikevin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê desteserkirina şaredariyan protesto kir û peyamên, “Yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gel li Qamişloyê tevlî seferberiyê dibe

Hêzên Parastina Civakî ên bajarê Til Koçerê yê girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Deriyê Sînor ê Hacî Omeran vebû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pakistanê êrişên hewayî bir ser Efganistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê ji ber barana dijwar 4 zarok jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Hevpeymana Hêzên Rojhilat peyama ‘têkoşîna hevpar’ ji bo gelên Îranê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?