Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Stenbolê: Cihê Rêbertî nava gel e, ne girtîgeh e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev Newroz Newroza avabûnê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e
Rojane

Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

Newroza Îzmîrê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Gundogduyê bi coş hat pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newroza Îzmîrê, bi dirûşma “Azadî û yekitiya demokratîk” li Qada Gundogduyê hat pîrozkirin. Welatiyên ji serê sibê ve li Qada Gundogduyê tije kirine heya destpêkirina pîrozbahiyan govend gerandin, tilîlî kişandin, dirûşmên “Biji serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” “Şehîd namirin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Li qada Newrozê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Herwiha wêneyên Denîz Poyraz a ji hêla tetîkkêş Onur Gencer ve hatiye qetilkirin jî hat rakirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, û nûnera Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Melîha Kayaci wek axiver tev li bûn.

Bername bi bîranîna ji bo di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Fulya Erdogan û Selçûk Odabaşi Newroza gel pîroz kirin. Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê, agirê Newrozê bi Keskîn Bayindir, Alî Kenanoglû û Melîha Kaayaci re vêxistin. Piştre Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Berna Çelîk Û Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Sabrî Gul peyama Rêber Apo a Newrozê xwendin.

‘AŞTÎ BI ÎNKAR Û BIŞAFTINÊ NAYÊ’

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku li hser derê welat divê heman hiqûq were sepandin û wiha got: “Abdullah Ocalan helwesta xwe ji aliyê aştiyê ve danî. Divê em xwedî li vê helwestê derkevin. Ev paradîgma ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn derketiye holê. Aştî bi tunehesibandina xwişk-biratiyê pêk nayê, bi asîmîlekirina yê din nabe. Lewma ez tevahiya gelê me silav dikim ku em bi hev re di têkoşîna azadî û demokrasiyê de werin ba hev.”

‘DIVÊ TECRÎDA SER ABDULLAH OCALAN WERE RAKIRIN’ 

Nûnera ESP’ê Meliha Kayaci diyar kir ku bombe li ser Rojhilata Navîn dibarin û wiha got: “Em îro ji bo li dijî Deheqan bibin yek, ji bo azadiyê têbikoşin û pê re bigihin azadiyê li vê qadê tije bûn. Karker, jin, ciwan hatine li qadan. Em ê dest ji têkoşîna rêxistinkirî bernedin. Mafê gelê Kurd ê wekheviyê nayê qebûlkirin. Mafê Gelê Kurd ê hemwelatiyê mafê herî bingehîn e. Divê şert û mercên tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Em ê wekheviyê jî azadiyê jî bi hev re bi dest bixin.”

‘ME AŞTÎ Û AZADÎ HEQ KIR’

Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir Newroza Rêber Apo û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye pîroz kir û diyar kir daxwaza hemû dayikan, jinan, ciwanan ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd were pêkanîn û wiha got: “Ev Newroz Newroza azadiyê ye, Newroza Demokrasiyê ye. Ev Newroz Newroza yekitiya Gelê Kurd e. Dê Kurd bi Rêbertiya xwe ve azad bibin. Sed sal berî niha li vî bajarî Statuya Kurdan dihat axaftin. Dihat gotin ku mafê Kurdan heye. Lê belê sed salan hebûna Kurdan înkar kirin. Dema ku wê demê behsa Kurdan dikirin Kurd ne li vê derê bûn lê belê me li vî bajarî ne. Em bi milyon in û behsa azadiya xwe dikin. Em têkoşîna statuyê didin, têkoşîna zimanê xwe didin. Tu kes nikare Kurdan înkar bike, zimanê Kurdan qedexe bike. Me têkoşîn da meşandin û bedelên giran dan. Hinek dibêjin ‘ma qey hûn lewaz ku aştiyê dixwazin.’ Na, em ne ji ber lewaziyê, me aştî û azadiyê heq kir.”

‘EM Ê SEROKÊ XWE Û AXA XWE AZAD BIKIN’ 

Di dawiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir diyar kir ku ev Newroz Newroz Azadiyê ye û wiha pê de çû: “Heke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nîn in, zimanê me jî azad nîn e, statuya me jî nîn e. Lewma em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo Azadiya gelê Kurdistanê ye. Ji bo me yekitî û hevgirtin êdî ferz e. Em ê azadiya xwe, azadiya Rêberê xwe, azadiya axa xwe pêk bînin. Em li xwe bawer in.”

Piştî axaftinan hunermend Seyîhan Sevînç bi stranên xwe qada Newrozê coşand. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’
Nûçeya Pişt re Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şoreşgerê doza azadî û rastiyê: Seyîd Evran

Ji çiyayên azad heta Bakur, ji Başûr heta Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gav bi gav…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me

Gerîlayên HPG û YJA Starê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê komplo hate protestokirin: Em ê her roj li ber xwe bidin û bi ser bikevin!

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Amedê hate protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?