Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo
Kurdistan

Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

Newroz li Şirnexê bi coş hate pîrozkirin û tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li navenda Şirnexê Newroz bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi coş hate pîrozkirin. Jin û ciwanên ku serê sibehê berê xwe dan qada Newrozê govend gerandin. Qada pîrozbahiyê ya li taxa Bahçelîevlerê bi rengê kesk, sor, zer û pankartên bi nivîsa “Newroz pîroz be”, “Jin, Jiyan, Azadî” hate xemilandin. Li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinên Botanê bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn û ciwanan û zarokan jî rûyê xwe bi rengê kesk, sor û zer boyax kirin. Bi hezaran kesên ku li qadê li hev civiyan bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” qîriyan.

Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Selahattîn Barinç, Newroza gel pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Pîrozbahî, bi stranên Koma Sîdarê û gerandina govendê domiya. Her wiha peyama Rêber Apo ya ji bo Newrozê di pîrozbahiyê de hate xwendin.

Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û dîroka berxwedanê ya Şirnexê vegot. Ayşegul Doganê got ku Şirnexê tevî her carê hate rûxandin jî dîsa xwe li ser pêyan girt, tevgera azadiyê bi tenê nehiştiye û got hewceye di vê pêvajoya dîrokî de jî bêhtir bixebite. Ayşegul Doganê anî ziman ku azadiya Rêber Apo her wiha azadiya gelê Kurd e û gel dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. 

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di pîrozbahiyê de anî ziman ku Şirnex bajarê Newrozê ye û Newroza Cûdî, Gabar û Bestayê pîroz kir. Bayindir, bi bîr xist ku di her bihosta Şirnexê de nirx hene û got: “Em li bajarê berxwedanê, Newroza girtiyan pîroz dikin. Em li warê egîdan Botanê Newroza Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Botan ji pêxemger Nuh re, ji rêwiyên azadiyê re bû war û hevrê. Botan ji azadî û serkeftinê re dibe war. Bihara gelê Kurd hat. Ev bihar, bihara Botanê, bihara gelê Kurd e. Me gelek qonax derbas kirin û îro ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi pêşengtiya dayikan, jinan, tevgera azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşin. Yên Kurdan înkar dikin, yên dibêjin  ‘Kurd nînin’ bila li qada Newroza Botanê binêrin, bila li qadên Newrozê yên Stenbol, Îzmîr, Mahabad, Efrîn û Kobanê binêrin. Kurd, pêşengtiya mirovahiyê dikin. Heke jiyaneke dikare were jiyîn hebe, ew ê bi destê tevgera azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Ev Newroz, Newroza azadî û yekitiyê ye. Newroza azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd, Newroza statu û azadiya ziman e. Gelê me êdî naxwaze Newroza xwe bêyî Rêbertiyê pîroz bike. Êdî naxwaze li qadên Newrozê tenê li peyaman guhdarî bike. Em ê Newroza 2027’an tevî Rêber Apo pîroz bikin.”

Bayindir işaret bi şerên li Rojhilata Navîn kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li her derê şer heye û Kurd di nava vî şerî de banga aştiyê dikin. Bila kesek vê bangê xelet fêm neke. Gelê Kurd ne ku zeîf e lewma vê banga aştiyê dike, gelê Kurd aştî heq kiriye. Kurdistan dê bibe gulistana azadiyê. Kurdistan dê bibe gulistan.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî destpêkê Mehmet Tûnç û Salih Muslim, di şexsê wan de hemû cangorî bi bîr anî û got, “Me ti carî serî li ber zilmê netewand û ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Me her tim bi gelê xwe re li qadan têkoşîn meşand. Kurd tine hesibandin. Kurdî nas nekirin, lê belê ev rastî ye; gelêw Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, li her derê ala têkoşîn û berxwedanê bilind kir. Gelê Kurd veguherî wî gelî ku êdî li herêmê ti hêz, ti derdor nikare tine bihesibîne. Û em ji vê derê careke din têkoşîna bi salan a gelê Kurd silav dikin.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Newroza 2026’an banga avakirina civaka demokratîk e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Newroz navê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, Newroza 2026’an banga avakirina civaka demokratîk e. Ev qad guh dide vê bangê. Vê bangê gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê careke din gihand hev û em zêde kir, mezin kir, xurt kir.”

Hevseroka DEM Partiyê got, “Banga me li Enqereyê ye; ji bo naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd qanûn divê bêne derxistin. Binihêrin em li Şirnexê ne. Herêmeke gelekî girîng e. Aliyekî xwe Sûriye ye, aliyekî xwe Iraq e û cîranê du welatan e. Banga Birêz Ocalan, pêvajoya hatiye destpêkirin, peyama ji vir tê dayin divê baş bê dîtin û nirxandin. Her devera Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê, li cografyayeke bi vî rengî gelekî girîng e ku aştî li nava gel bê avakirin. Û em ji vê derê careke din dibêjin. Dixwazim daxwaza bi milyona mirovên qada Newrozê dagirtin careke din bînim ziman. Em dibêjin, di çarçoveya pêvajoyê de weke ku Birêz Ocalan, di vê qonaxê de ku gelê Kurd bi berxwedanê dîrok nivîsand, ji bo naskirina mafên demokratîk, hiqûqî û siyasî yên gelê Kurd divê bi lez qanûn bêne amadekirin. Dem ne dema rawestînê ye, dem dema avakirina aştiyê ye.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Bi deh hezaran kesî li ber stranên Serdar Canan govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!
Nûçeya Pişt re Li Rojava bi wesîleya cejnê serdana malbatên şehîdan hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê tecrîda li Îmraliyê bi meşekê hat protestokirin

Li Qamişloyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin

Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê jineke ciwan di mala xwe de hat qetilkirin

Li gundê Aşkan ê bajarê Cindirêsê yê Efrînê Şêrîn Nûrî Oso a 19 salî piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?