Li Rihayê, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeyên “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk”, li ber Parka Novada bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat. Tevî şert û mercên hewayê yên xirab jî, welatî bi cilên xwe yên neteweyî û bi alayên kesk û sor û zer ber bi herêmê ve herikîn. Gelek caran dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji Serok re” hatin berzkirin. Girseyê posterê mezin ê Abdullah Ocalan ê bi nivîsa “Bê Serok jiyan nabe” û pankartên “Ziman bedena me ye, bedena xwe bipareze”, “Statuya Kurdî perwerdahiya Kurdî”, “Newroz pîroz be” hatin vekirin.
Bernameya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi axaftineke kurt a Mehmet Ocalan, birayê Rêber Apo ku duh pê re hevdîtin pêk anî, berdewam kir. Mehmet Ocalan got: “Serok ji min re got, ‘Dema ku tu herî Newroza Rihayê, silavên min bibe Rihayê. Bila Newroza 2026’an li gelê Riha, Başûr, Rojava û Rojhilat û hemû gelên Rojhilata Navînê pîroz be. Têkoşînek 50 salî hatiye meşandin, ji ber vê yekê niha divê em di her aliyê jiyanê de li malê, bi zarokên xwe re, di kongreyên xwe de û li cihên kar de bi Kurdî biaxivin. Dema parastina zimanê Kurdî ye.'”
PEYAM HAT XWENDIN
Piştî axaftina Mehmet Ocalan, Dayikên Aştiyê derketin ser dikê, girseyê silav kirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Piştre, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngolê peyama Rêber Apo û Sînan Turkmen ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê serbest hat berdan xwend. Di vê navberê de, girseyê gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî xwendina peyamê, hunermend Beser Şahin derket ser dikê.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel ku di bernameyê de axivî, bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û got: “Pêvajoyeke nû heye. Birêz Ocalan li ser navê gelê Kurd bi dewleta Tirk re hevdîtin û danûstandinan dike. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî danûstandinan dike, lê divê hûn dev ji bikaranîna peyva ‘terorîst’ berdin. Gelê Kurd ne terorîst e; heqaretê li kesên ku hûn bi wan re danûstandinan dikin nekin, rêzê nîşanî wan bidin. Ger hûn dixwazin aştî û tifaqeke dîrokî bi Kurdan re ava bikin, divê hûn hebûna Kurdan qebûl bikin. Berxwedêrên Kurd hîn jî li çiyayan in, yên ku azadiyê dixwazin hîn jî di zindan û sirgûnê de ne. Ji bo wan jî divê qanûn werin derxistin; em li benda berxwedêran in, divê ew vegerin. Divê şert û mercên xebatê yên Serok Apo werin baştirkirin.”
‘NEWROZA AZADIYÊ YA RÊBER APO’
Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdanê got: “Li Kurdistan û Rojhilata Navînê, Kurd xwedî dîrokeke kevnar in, lê bi sedsalan ziman û hebûna wan hatiye înkarkirin. Kurd rastî komkujî û koçberiyê hatine. Li Rihayê û Amarayê, roj ji bo tevahiya mirovahiyê hilat û ew roj Rêber Apo ye. Wî 50 salan ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û misogerkirina jiyana wekhev şer kir. Em li vir dubare dikin ku azadiya jinan û gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Di pêvajoya civaka demokratîk de, me got ku em ê pêşengên vê pêvajoyê bin. Wek jin, em ê pêvajoya kolan bi kolan, bajar bi bajar, ji bo jiyana komunal ava bikin; em ê pêşeng bin. Ev Newroz, Newroza azadiya Rêber Apo ye. Ev Newroz dê aştî, azadî û statuyê bîne ji Kurdan re. Bi mîlyonan caran Newroz pîroz be!”
‘DERENGMAYÎNÊ TEHEMUL NAKE’
Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar jî diyar kir ku divê di nav pêvajoya berdewam de gav bên avêtin û got: “Şer berbelav dibin, li vir xetereya belavbûna wêraniyê heye. Ji ber vê divê em zû tevbigerin. Pêvajo nikare derengmayînê tehemûl bike.”
Piştî axaftina Mithat Sancar, agirê Newrozê hat vêxistin. Newroz bi stranên Koma Hevra û govendgerandinê bi dawî bû.

