Bi hezaran kes beşdarî şahiya Newrozê ya li Sêrtê bûn. Di şahiyê de pankarta “Nasnameya nefes bi nefes azadî ye. Silav ji bo hilgirvanê rokê. Newroza te pîroz be ey roja me” hate vekirin. Ji bo bîranîna Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd deqeyek rêz hat girtin. Gel di vê navberê de dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê Sêrtê yê DEM Partiyê Kenan Bîlge û endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Elîf Akan a ku qeyûm li şûna wê hatî tayînkirin, axivîn û Newroza gel pîroz kirin.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç destnîşan kir ku heya azadiyê gelê Kurd wê li ber xwe bide û got, ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî Newroza gel pîroz kir û got, “Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe. Em ji statuya Birêz Ocalan azadiyê dixwazin. Ev azadî di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e.”
Piştî axaftinan bi coşeke mezin siyasetmedaran agirê Newrozê pêxistin. Piştre li ber stranên Koma Vejîn û Hozan Arhat govend hate gerandin. Newroz bi gerandina govendê dewam dike.

