Dûran Kalkan, Arjîn Bîngol û Bozan Tekîn bi wesîleya Cejna Newrozê ji ajansa me re axivîn û qalê kirin, bê Newroza xwe ya destpêkê li ku pîroz kirin, çawa pêşwazî kirin.
Dûran Kalkan, Arjîn Bîngol û Bozan Tekîn destpêkê bal kişandin ser girîngî û wateya Newroza îsal û Newroz li gelê Kurd û dostan pîroz kirin.
Dûran Kalkan ku Newroza destpêkê di sala 1981’ê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pîroz kir, bi van gotinan qala Newroza destpêkê kir, “Rojeke xweş bû, tav hebû. Zêdeyî deh hezar mirov çûbûn zeviyên çandiniyê. Em jî weke komekê, weke civatek ji hevalan çûn. Her kesî govend digerand. Weke pîknîkê bû, weke dawetê bû. Wê demê siyasetmadaran hinekî dixwazin û vedixwarin. Em jî vexwendin. Em tevlî tiştên welê nebûn. Me spasiya xwe pêşkêş kir û em çûn. Em bi giranî ketin nava civakê. Hevalan govend gerandin, nîqaş dikirin. Di atmosfereke pîknîkê de derbas bû. Çend rojan di nava civakê de me nîqaş kirin. Kelecan û moraleke xurt dabû hevalan. Hevalên jin û mêr hebûn; ji xwe em bi hev re tevlî bûbûn. Yanî Newrozeke cihê moral û kelecanê bû. Beriya wê nayê bîr min, lê belê li Rojava, li Qamişloyê Newroz ji wê rojê û vir ve hat. Ya îro her kes ddibîne.”
‘HETA SERÊ SIBEHÊ EZ RANEZA BÛM’
Arjîn Bîngol jî anî ziman ku wê Newroza xwe ya destpêkê li Ewropayê pîroz kir û got, “Wê demê hîn biçûk bûm. Sal baş nayê bîra min, lê derdora 8-9 salî bûm. Wê demê min Newroz bihîstibû, ez bi xwe jî di 21’ê Adarê de, di roja Newrozê de ji dayik bûm. Ji min re timî digotin, tu di roja Newrozê de ji dayik bûye. Lewma di dilê min de timî meraqek hebû: Roja Newrozê yan jî Cejna Newrozê çi ye? Çima cejna Kurdan e? Timî min meraq dikir. Çalakiya min a destpêkê ya Newrozê tê bîra min, heta serê sibehê raneza bûm. Ji ber ku gelekî bi kelecan bûm. Min nizanî bû ku li çi rast bêm; timî meraq dikir.”
‘DENGÊ HEVALA MIZGÎN GELEKÎ BANDOR LI MIN KIRIBÛ’
Arjîn Bîngol diyar kir ku di Newroza destpêkê de wê yek ji fermandarên eyaleta Garzanî şehîd Hozan Mizgîn (Gûrbetellî Aydin) dît, ku 11’ê Gulana 1992’an şehîd bû, ji dengê Hozan Mizgîn gelekî bi bandor bû, stran û şanoya li ser dikê gelekî bandor li wê kir û got, “Min hîs kir ku ya wê derê me. Ji ber ku li Ewropayê tu bi ku ve biçe, tu zane ku ne ji wir e. Timî tu wê hîs dike. Lê belê dema ku ketim nava wê atmosferê min hîs kir ku ji wir im. Hestên min ên destpêkê bi vî rengî bûn. Di nava wan hestan de hezkirin hebû, naskirina çand û zimanê xwe hebû. Ji ber ku min çanda xwe li wir nas kir. Vê yekê bandoreke mezin li min kir.
Piştî ku min li strana hevala Mizgîn guhdarî kir, şano hate lîstin. Di şanoyê de hin beş hebûn; em bi hev re giriyan. Bi taybetî beşên li ser zext û zilma dijmin, zilma ku li gelê me dihate kirin, dibû sedema hêrsê. Her wiha li pêşberî berxwedana hate nîşandan jî serbilindî hebû. Ev hemû gelekî bi wate bûn.
Ji ber ku tu bi hev re digirî, bi hev re kêfxweş dibe. Bi hev re serbilind dibe, bi hev re bi hêrs dibe. Bi vî rengî atmosfereke kolektîf hebû. Vê yekê bandoreke mezin li min kir.
Wê rojê ez pê hesiyam ku divê çawa xwedî li çanda xwe derkevim, xwedî li zimanê xwe derkevim, li ber zilm û zexta dijmin li ber xwe bidim. Piştî wê rojê timî çûm. Newrozê bandoreke mezin li min kir. Ji ber vê jî tekez diviyabû çûbûyam. Ev yek ji bo min êdî bûbû weke wezîfeyeke mezin. Çi dibe bila bibe diviyabû li pêşiya min nebûya asteng. Yanî karê min ê destpêkê ew bû.”
‘WÊ DEMÊ PÊ HESIYAM KU EM GEL IN’
Bozan Tekîn jî ku li Harûniyeyê li dibistana mamosteyan li gel pênc ciwanên Kurdistanê di sala 1979’an de cara yekemîn Newroz pîroz kir, bi vî rengî axivî: “Dema ku em qala pîrozobahiya Newrozê dikin, dibe ku hinek meraq bike ku ‘Pankarteke çawa daliqandin, kîjan dirûşm qîriyan’. Ne pankart hebû, ne jî agirekî welê mezin. Ji ber ku me bi dizî pîroz kir. Yek ji wan pênc hevalan got, ‘Îro Newroz e. Kurdan îro li ber Împaratoriya Asûr a koledar serî hildan û gurzê Kawayê Hesinkar serê Dehaq parçe kir’. Bêguman ew ji bo me gelekî girîng bû.
Me agirekî biçûk dada. Yanî lastîk neşewitand. Ya girîng ew hest bû, ew fikir bû. Wê demê em pê hesiyan ku em gelek in. Gelekî me heye, welatekî me heye û cejneke me heye.”
‘DI SALA 1983’AN DE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ AGIRÊ NEWROZÊ HATE DADAN’
Dûran Kalkan eşkere kir ku di dîroka PKK’ê de li çiyayên Kurdistanê agirê destpêkê yê Newrozê li ku derê û kengî hate pîrozkirin û got, “Daktîloyeke me hebû. Li Amedê, li Korhatê maleke me hebû. Li wê derê ji serê sibehê heta êvarê me dikarîbû amade bikira. Hevalê Mazlûm digot, min jî dinivîsand. Çi gotinên xweş, baş û erênî hebûya hemû dikir malê Newrozê. Hişmendiya Newrozê ya hevalê Mazlûm bi wî rengî bû. Kawabûyîna wî ya hemdem ne tenê li zindana Amedê bû, beriya wê hebû. Hişmendiya wî hebû. Wê demê bi coşeke mezin Newroz dijiya.
Belavoka me nehat weşandin. Me qedand, dema me xwest çap bike hevalên li Dîlokê hevalê Hakî û yên din belavokeke din amade kiribûn û ew belav dikirin. Belavok ji me re hat, me jî ew belav kir; ji belavokeke bi tenê be.
Di heman Newrozê de li cihekî navbera Mêrdîn û Amedê, li cihekî nêzî Çinarê ji şevê heta sibehê li ser asfaltê lastîkek wesayitê hatibû şewitandin. Li Amedê zêdeyî hefteyekê qala vê hate kirin. Gotin ‘Bi vî rengî şewitandin, Newroz pîroz kirin’. Halbûkî lastîkekî wesayitê bû; hevalan şewitandibûn. Li bajaran bi vî rengî destpê kir. Beriya wê li Enqereyê çalakî dihatin lidarxistin. Di Newrozê de bi îllegal jî be çalakiyên bi stranan dihatin lidarxistin.
Li derveyî welat li Lubnan û Fîlîstînê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Cejn, civîn bûn, agir dihate dadan. Wê yekê bi demê re pêşketin bi xwe re anî.
Li Kurdistanê di Newroza 1983’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê agirê Newrozê hate dadan. Hevalan li Zapê agir dadan, li Heftanînê dadan. Kampên me hebûn; li xeta Xakurkê û Xinêrê, li Lolanê, li Çiyayê Şekîfê, li quntara wan, berf hebû, hevalan agir dadan.
Kampa me jî hebû. Roja Newrozê civîna me çêbû. Bi hevalên li wê derê re tevlî bûm. Çalakiya moralê hate lidarxistin. Piştre li çiyayên Kurdistanê timî agirê Newrozê hate dadan.”
‘WÊ AZADIYA RÊBER APO WEKE AZADIYA XWE BIXWAZIN’
Dûran Kalkan anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd Newroza 2026’an weke “Newroza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û Yekîtiya Kurd a Demokratîk” pênase kiriye, li her qadê di vê çarçoveyê de tê pîrozkirin û destnîşan kir ku dema azadiya Rêber Apo zûdeyî hatiye û got, “Nabe ku hîn bêhtir were dirêjkirin. Di vê Newrozê de jin, ciwan, gel û dostên me wê qadan dagirin û bibêjin, ‘Hûn nikarin hîn bêhtir dirêj bikin, nikarin Rêber Apo di nava van mercan de bihêlin’.
Sê meh in Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi dostên xwe li qadan e. Rojava parastin. Niha jî 8’ê Adarê û Newrozê bi pêşengiya jinan pîroz dikin. Di nava xwe de yekîtî afirandin. Civakê ji her demê bêhtir qad dagirt. Başûr gihîşt wê astê ku pêşengiyê ji vê re bike. Rojava ji xwe li ser piyan e, Bakur, Ewropa bi heman rengî. Rojhilat di serhildanê de ye, weke dewama serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’.
Ev yek qîriyan: Kurdistan yek e, gelê Kurd yek e. Divê mirov bibe yek. Gel yekîtî afirand; bêguman banga yekîtiyê li siyasetê jî kir. Siyaseta Kurd nabe ku vê ji nedîtî ve bê. Di Newrozê de helwesta gel wê bigihêje asta herî bilind. Lewma ji bo siyasetmedar rast fêhm bikin em ji bo Newroza 2026’an dibêjin, ‘Newroa Yekîtiya Kurd a Demokratîk’.
Em dikarin bibêjin ku ev yek di heman demê de çalakiyên pêşwazîkirin û pîrozkirina sala duyemîn a banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Ya rast banga ku par di meha Adarê de hate kirin baş nehatibû fêhmmkirin. Bendewarî hinekî cuda bû; ji ber ku pêvajoya beriya niha cuda bû. Em ketin nava pêvajoyeke giran a şer. Ji ber vê jî fêhmkirin zehmet bû.
Lê belê di pêvajoya derbasbûyî de di serî de jin û ciwanan civakê hem bang baş fêhm kir hem jî pêvajo. Ji ber vê jî hîn bêhtir li dora Rêber Apo civiya, xwedî lê derket. Niha jî Newroza îsal wê bibe nîşaneya vê yekê.
Wê qadên Newrozê dagirin, xwedî li pêvajoyê derkevin. Di çarçoveya pêvajoyê de wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke azadiya xwe bixwazin. Wateyeke din a vê yekê nîne.
Li ser vê bingehê em ji niha ve Cejna Azadiyê ya Newrozê li gelê me û dostên me pîroz dikin, di şexsê kawayê hemdem Mazlûm Dogan de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînıin û bang li her kesî, welatparêz, demokrat, Kurdan û dostan dikin ku li her derê qadên Newrozê dagirin.”
‘BI BIRYARDARIYA SEDSALA 21’Ê BIKE SEDSALA JINÊ BER BI NEWROZÊ VE’
Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Arjîn Bîngol anî ziman ku her sal wateyên nû li Newrozê tê kirin, Newroza îsal jî bi biryardariya sedsala 21’ê bibe sedsala jinê ji bo jinan destpê dike û got, “Beriya her tiştî Cejna newrozê li Rêber Apo pîroz dikim ku ruh, berxwedêrî, îrade û fikrê azadiyê da me. Di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Sema de kuk bedena xwe dan ber agir û wateyên kûrtir dan Newrozê, şehîdan hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Cejna Newrozê li gelên bindest, jinan û hevrêyan hemûyan pîroz dikim.”
‘LI GIRTÎGEHÊ NEWROZ’
Aliyekî girtîgehan ê Newrozê heye. Bozan Tekîn ku piştî 12’ê Îlonê dîl hate girtin û zêdeyî bîst salan li girtîgehên dewleta Tirk ma, qala pîrozbahiyên Newrozê yên li girtîgehan kir: “Heta 87-88’an me bi giranî bi vî rengî pîroz dikir: Bi wesîleya rojê li gorî derfetan hevalan li koxûşan li hev kom dibûn, li du koxûşan li hev kom dibûn. Axaftin dihate kirin, govend dihate gerandin, helbest dihate xwendin, dirûşm dihate qîrîn. Ewqas. Lê belê coş hebû. Jİ bo bîranîna kawayê hemdem Mazlûm Dogan civîn dihate lidarxistin. Hevalê Mazlûm Dogan dihate bîranîn.
Piştî sala 89’an di encama berxwedanê de bi taybetî piştî pêngavên gerîla dagirkeriya Tirk êrişên li zindanan hinekî sist kir. Derfet hebû ku hîn bêhtir heval li hev kom bibin. Piştre jî çawa dihate pîrozkirin? Şano, skeç, koma koro, koma govendê, helbest; yanî weke festîvalê bû. Bi rastî jî bi wî rengî dihate pîrozkirin.”
Endamê Tevgera Azadiyê ya Kurd Bozan Tekîn Newroza 2026’an bi van gotinan pîroz kir: “Em Newrozeke nû pêşwazî dikin: Newroza 2026’an. Di serî de li Rêber Apo, gerîla, gelê me, jinan, kedkakran, ciwanan û gelên Rojhilata Navîn û her kesên ku Newrozê weke cejna xwe dibînin pîroz be. Ev Newroz divê ji bo azadiya Rêber Apo bibe wesîle; ji bo aştî û aramiya herêmê û avakirina civaka demokratîk bibe wesîle.”

