Cezayê 8 sal û 9 mehan ê hefsê ji nexweşê nav cihan û 75 salî Suleyman Sabrî Mavî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate qebûlkirin. Li gel vê yekê duh bi şev polîsan li navçeya Gevera Colemêrgê Mavî di malê de binçav kirin. Mavî dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir û wî rakirin nexweşxaneyê. Bijîşk ji malbatê ra gotin ku rewşa Mavî giran e.
Mavî heke were ser hemdê xwe û ji nexweşxaneyê derkeve, dê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê were kirin.
Hat zanîn ku Mavî astengdarê çav û guhan e, piraniya lebatên Mavî naxebitin û lewma jî ketiye nav cihan.