Nivîskara sosyalîst û wergêrvan Sevîm Bellî li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Sevîm Bellî di sala 1925’an de li Stenbolê hatibû dinê, piştî fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedand çû DYE’yê û piştre li Parîsê perwerdeya pisporiyê ya taybet dîtibû.
Li vir piştî beşdarî 3’yemîn Festîvala Ciwan û Xwendekaran a Cîhanê bû, di Tebaxa 1951’ê de li Berlînê Nazim Hîkmet nas kir û piştre di navbera rêveberên derve û hundir ên TKP’ê de weke kûrye kar kir.
Dema ji Stenbolê diçû Parîsê di rê de hatibû girtin. Li hemberî TKP’ê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Di operasyona bi navê “51 girtin” de hat binçavkirin û tevî endamên Komîteya Navendî ya TKP’ê Şefîk Hûsnû Degmer, Zekî Baştîmar, Reşat Fûat Baraner, Mehmet Bozişik, Halîl Yalçinkaya û Mîhrî Bellî hat girtin. Di sala1957’an de li girtîgehê bi yek ji rêveberên TKP’ê Mihrî Bellî re zewicî.
Ji ber ji doza komunîzmê ceza xwaribû, mafê wê ya bijîşkiyê ji dest hatibû girtin. Piştî wê di sala 1960’an de ji bo karê xwe yê bijîşkiyê bike derket dervî welat û di sala 1964’an de tevî zarokên xwe li Cezayîrê bi cih bû. Di sala 1966’an de careke din vegeriya Tirkiyeyê.
Di pêvajoya 12’ê Adarê de careke din hat girtin û 3 sal li girtîgehê ma. Piştî darbeya 12’ê Îlonê dubare derket dervî welat. Di vê demê de pirtûka bîranînan a bi navê ‘Boşuna Mi Çîgnedîk’ nivîsand.