Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya jinan dewam kir
Rojane

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya jinan dewam kir

Nobeta Edaletê ya Îzmîrê ku li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin diyarî Denîz Poyraz kirin. Jinan gotin ku yên êrîşî mafên jinan dikin, êrîşî vîna gelê Kurd jî dikin û gotin: "Çawa ku li Wanê em bi ser ketin wê li Colemêrgê jî bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya Îzmîr ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) ve li dijî desteserkirina vîna gel hatiye destpêkirin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM partiyê di roja 7’an de dewam kir. Di çalakiyê de gelek welatî, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Dayikên Aştiyê û Hevgirtina Mor beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya îro diyarî Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, kirin. 

Di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa “Em li dijî qeyûman di nobeta edaletê de ne” li xwe kirin, pankartên “Qeyûm darbe ye. Şaredarî yên me ne. Hûn nikarin desteser bikin. Em li dijî qeyûman nobetê digirin” daliqandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût axivî û bi bîr xist ku Denîz Poyraz bi awayekî hovane hatiye qetilkirin û got:  “Mîna Denîz Bi hezaran jin tên qetilkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman ên ku rê li ber komkujiyên jinan vedike, em li vir in. Em ji bo dengê Poyraz bilind bikin li vir in.”

ÇALAKÎ DIYARÎ DENÎZ POYRAZ KIRIN

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel tê tinekirin û wiha got: “Hewl didin bi qeyûman vîna jinan desteser bikin. Em jin destûrê nadin vê. Em ji Îzmîrê heta Colemêrgê li ser gel vîna jinê ne. Çalakiya îro ji bo bîranîna Denîz Poyraz a ji aliyê pergala serdest a mêr ve hat qetilkirin diyarî hemû jinên hatine qetilkirin dikin.”

Seroka Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Hejmar 2 ya Îzmîrê Zelîha Danyelî jî mafê axaftinê girt û got ku ew ne xerîbê vê rejîmê ne. Zelîha Danyelî, got: “Ev ne cara yekem e ku em rastî derbeya qeyûman tên. Ji dema desthilatdariya AKP’ê û vir ve em rastî van pêkanînan tên. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi yekkirina hêza xwe têkoşîna xwe berfireh bikin.”

‘EM Ê LI COLEMÊRGÊ JÎ BI SER BIKEVIN’

Di çalakiyê de endama Hevgirtina Mor Dîdar Gul, Hevseroka DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê Nebahat Çelîk û Dayika Aştiyê Perîhan Ortak axivîn û diyar kirin ku ji bo li dijî desteserkirina vînê dengê xwe bilind bikin hatie vir. Jinan diyar kirin ku yên êrîşî mafên jinan dikin û dijminê jinê ne, êrîşî vîna gelê Kurd jî dikin û gotin, “Çawa ku li Wanê em bi ser ketin, em ê li Colemêrgê jî bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogullari: Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin
Nûçeya Pişt re Nobetên li dijî desteserkirina vînê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Platforma Jinan a Dêrsimê, têkildarî geşedanên di lêpirsîna Gulîstan Doku de ya ku ev 6…

Ji aliyê Stêrk TV

Lêgerîna edaletê ya ji bo Hîlal Kar didome

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, ji bo kujerê Hîlal Kar a ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kantona Firatê bi coş Newrozê pêşwazî dikin

Bi boneya Cejna Newrozê gelê Kantona Firatê ji 1’ê Adarê ve xwe ji hatina wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?