Nobeta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, hezar û 100 roj li pey xwe hişt û bi koma 212’an bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Merasîma dewirgirtinê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê koma 211’an çalakvanê bi navê Sebrî Nerexî daxuyaniyek da û got: “Em destpêkê silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Ev çalakiya me 3 sal li pey xwe hişt. Em gelek spasiya kesên ku di vê çalakiyê de ked dayîn dikin. Pêvajoyek hatiye destpêkirin û em di wê hêviyê de ne ku wê di demek nêz de emê berhemên wê bibînin. Em serkeftinê ji hemû kesê re dixwazin û taybet jî em ji Rêberê xwe re dixwazin.”
Piştî wê çalakî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma nû hate kirin.

