Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê bi biryardarî didomin: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Rojane

Nobetên Edaletê bi biryardarî didomin: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatin destpêkirin, bi serdan û peyamên berxwedanê dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran hatine destpêkirin bênavber berdewam dikin.
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 78’emîn de berdewam dike. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsîn li xwe kirin. Meclisa Dayikên Aştiyê serdana nobetê kirin. Dayikên Aştiyê xwestin ku dengê girtiyên li girtîgehan bê bîhistin û diyarkirin ku aştiyê dixwazin. 
Di nobetê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakiya nobetê ya tevahiya rojê berdewam kir, bi çepik û tilîliyan berdewam kir. 
ÊLIH 
Li Êlihê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê Rêxistina DBP’a bajêr, hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nava rojê de ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin. Di serdanê de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. 
Di serdanê de “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ve hate ziyaretkirin. 
Hatina dayikan bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Reşahat Ada ya li vir axivî wiha got: “Divê dayik di demekî wiha de piştgiriyê bidin hev. Em jî bi vê armancê hatin piştgiriyê bidin dayikên li vir. Heta ku tecrîda li ser girtiyên siyasî were rakirin dê ev çalakî berdewam bike.”
Sulhiye Sarûhanê jî destnîşan kir ku dê ev çalakî serbikeve û tecrîd were rakirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. 
Dayika Aştiyê Halîme Topûz jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan berdewam dike û got: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin. Ev çalakiya me bi salan bidome jî heta ku encam negire dê berdewam bike.”
Meyase Akdag a di nobetê de cih digire jî dayikên ku hatine serdana wan silav kir. Akdag, ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir û bi bîr xist ku ji bo rewşeke neyînî li girtîgehên çênebe divê herkes berpirsyartiyê bigire ser xwe. 
ÎZMÎR 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 24’an de berdewam kir. Nobeta li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê hate destpêkirin, li rêxistinên DEM Partiyê yên Konak û Menemenê hate domandin. Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek welatiyan serdana çalakiya nobetê ya li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê tê girtin kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
Jinên ku hatin serdanê destnîşan kirin ku divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalna demildest bên bidawîkirin. Ji bilî jinan ciwanan jî eleqeyeke zêde nîşanî nobetê da û stran gotin û xwestin ku ji çalakiyê re bibin deng. 
Ji Komîsyona OHD’ê Fatma Demîr a serdana nobeta li navçeya Konakê berdewam dike kir, wiha got: “Em dibînin ku tecrîd ne tenê li girtîgehan belavî tevahiya jiyana me bûye. Em dixwazin diyar bikin ku em di vê xeta têkoşînê de bi dayikan re ne.” 
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Çelîk jî wiha got: “Divê herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê bi hestiyar be. Ji bo ku hemû gel li Tirkiyeyê bêhn bigirin me dest bi vê çalakiyê kir. Heta ku polîtîkayên tecrîdê û çalakiya li girtîgehan bi dawî nebe dê çalakiya me bidome.”
Nobeta Edaletê ya li navçeya DEM Partiyê ya Menemenê berdewam dike, ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Zeyî Candemîr a li vir axivî, wiha got: “Girtî di serî de ji bo polîtîkayên tecrîdê ji bo rûmeta mirovahiyê di çalakiyê de ne. Divê ev çalakî tenê ji malbatên girtiyan re neyê hiştin, ev pirsgirêk ya me hemûyan e. Em ji ber vê yekê dixwazin her kurd ji girtîgehan re bibe deng. Em dayik naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Ji ber vê yekê dixwazin ku demildest pirsgirêk were çareserkirin.”
Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û peyama “Em ji bo birêz Abdullah Ocalan li vir in” hate dayîn. 
WAN
Li Wanê Nobeta Edaletê ya Komeleya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a li avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Ebexê, şêniyên taxa Seyrantepeya navçeya Tûşbayê û xebatkarên çapemeniya azad, serdana nobetê kirin. 
Di serdanê de nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin axivî. Aydin da zanîn ku ew ê her tim şopdarê Nobeta Edaletê bin û wiha got: “Em Nobeta Edaletê ya dayikan pîroz dikin. Em jî wek çapemeniya azad, piştgiriyê didin nobeta xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê dane destpêkirin. Bi sedan sal in ku em şahidiya êş û têkoşîna dayikan dikin. Di girtîgehan de hevalên me yên rojnamevan jî girtî ne. Bi vê boneyê em hêvî dikin ku demildest daxwazên girtiyan werin pêkanîn û hevalên me azad bibin.” 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar destnîşan kir ku li gel xebatkarên çapemeniyê tim tên girtîn jî, her tim di qadê de xebatên xwe didomînin û wiha got: “Bi vê wesîleyê em ji çapemeniya azad re serkeftinê dixwazin. Her tim şert û mercên têkoşîna me ên zehmet dişopînin. Hatina we ji bo nobeta me bû kêfxweşî.”
Çalakî bi berzkirina diruşma “Bijî Berxwedana Zindanan” domiya. 
MÊRDÎN
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin berdewam dike. Di nava rojê de gelek kesan serdana nobetê kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kesên serdana nobetê kirine, tevî tembûrê stran gotin. Di nobeta Edaletê de bal kişandin ser zimanê dayikê û li ser depê alfabe û peyvên bi kurdî hatin nivîsandin. 
Dayika Aştiyê Hacîre Karataş (62) a di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kiriye, hemû têkoşerên têkoşîna azadiyê silav kir û wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê li vê derê nobetê digirin. Heya ku di canê me de dilopek xwînê bimîne, em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Û em ê ji bo Serokatî û girtiyên xwe têbikoşin. Em naxwazîn girtiyên me di girtîgehê de şehîd bikevin. Em naxwazin gelê me were qetilkirin. Me êş kişand, bila kes nekişîne. Em azadî û aştiyê dixwazin.” 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Rapora têkildarî grevên birçîbûnê: Qedexekirin êşkence ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê di êrîşa li dijî sivîlan de zêdeyî 200 kes mirin

Li Sûdanê di sê rojên dawî de hevkarê berê yê artêşê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL)…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê

Şehîd Guven Doza li qadên ku berxwedan di lûtkeyê de bû ji bo bersivdayîna êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

PÎK’ê piştgirî da namzetên DEM Partiyê

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind diyar kir ku di hilbijartinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?