Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Heta ku em bigihêjin armanca xwe wê ev têkoşîn bidome 
Rojane

Nobetên Edaletê: Heta ku em bigihêjin armanca xwe wê ev têkoşîn bidome 

Çalakvanên Nobeta Edaletê daxuyandin ku heta bigihêjin armanca xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev peyam dan: "Roj roja azadiyê ye, wê dawî bêhempa be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 35 meh in agahî nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li gelek bajaran didome.

WAN
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li Wanê hatiye destpêkirin di roja 56’an de didome. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê tê domandin û îro parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wanê Gulderen Varli, malbatên girtiyan ên li Erdîşê, şêniyên Taxa Altintepeyê û gelek kesan serdana nobetê kirin. 
Dayika girtî, Azîze Çakir a di serdanê de axivî, bal kişand ser zextên li dijî girtiyan û wiha got: “Me weke gelê kurd xwe nû nas kir, ev yek jî bi saya Serok Ocalan pêk hat. Em êdî şer naxwazin.” Dayika girtî Şefîka Ekîncî jî xwest ku daxwazên girtiyan ên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ekîncî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em êdî naxwazin xwîn were rijandin. Li ser girtiyên me û birêz Ocalan zulm û zordarî heye. Heke birêz Ocalan azad bibe, girtiyên me jî dê azad bibin. Girtiyên me yên nexweş jî nayên dermankirin.” Bavê girtî, Salîh Ergun jî wiha axivî: “Ez tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Îro li hemû zîndanan tecrîd tê sepandin. Heta ku daxwaza girtiyan were bicihanîn û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin dê têkoşîna me bidome. Êdî roj roja me ye, êdî roj roja azadiyê ye. Dê dawî bêhempa be. Em ê mil bidin milê hev û vê bihûqiyê ji holê rakin.”
Çalakiya nobetê piştî axaftinan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
MÊRSÎN 
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya komeleyê di roja 57’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gel jî tev li çalakiyê bû û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Çalakiya ku tevahiya rojê bi serdanan piştgiriya wê hate kirin, bi klamên ku dayikan gotin berdewam kir.
MÊRDÎN
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan hatiye destpêkirin de li avahiya DBP’a Bajêr di roja 23’yemîn de berdewam kir. Di nav kesên serdana çalakiyê kirin de dengbêj Hacerê jî cihê xwe girt. Dayika Aştiyê Ferha Akbûlût a di Nobeta Edaletê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan li ser hemû gelan tê sepandin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Akbûlût di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê tecrîd bê rakirin. Rê diyar e. Em azadî, aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Bila hemû dayik dest bidin hev du, em naxwazin xwîna kesî birije. Banga me ji hemû dayikan re heye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Bi şer û xwînê çareserî nabe. Çareserî bi diyalogê pêkane. Em dibêjin êdî bes e. Bila ev xwîn bisekine, tecrîd rabe.” Dayika Şirîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, Kadriye Keskîn jî anî ziman ku dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, hemû girtî bên berdan û got: “Em ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin.”
STENBOL 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 47’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
Serdanên ji bo çalakiyê berdewam in. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên  Girtî û Hikûmxwaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), erokê CHP’ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn û şandeya pê re jî hate serdana çalakiyê. Beşdaran, di serdanan de biryardariya xwe ya têkoşînê anîn ziman. 

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ENQEREYÊ DIDOME

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan hatiye destpêkirin di roja 5’an de ye.

Çalakvana greva birçïbûnê Kadriye Ozgan ev tişt anî ziman: “Îro em weke jin û dayik di greva birçîbûnê de ne.” Kadriye Ozgan a xwest tecrîda li ser girtiyan û Abdullah Ocalan bê rakirin û got, “Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hemû siyasetmedarên me dîl girtine. Em vê yekê qebûl nakin. Ev tecrîd li ser Rêberê me hatiye kirin. Ev 25 sal in tecrîdê li ser Ocalan dimeşînin û nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Eger tecrîd rabe, wê tecrîda li ser Kurdan û Tirkan jî rabe.”
Kadriye Ozgan axaftina xwe wiha domand: “Weke dayikeke gerîla, weke dayika aştiyê em dixwazin ne xwîna zarokên Tirkan û ne jî xwîna zarokên Kurdan bê rijandin. Bila kes şehîd nekeve. Li vir ez jî bang li dayikên leşkeran dikim; werin em destê xwe bidin hev, em aştiyê pêk bînin, ger aştî pêk were ji bo her du aliyan e.”

Çalakiya îro tenê ji aliyê jinan ve hate lidarxistin. Hate hînbûn ku çalakî wê sibe bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serxwebûn Serhed ê çalakiya fedayî kir: Em tolhildana dîrokekî ne
Nûçeya Pişt re ‘Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tê astengkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mehmûd Meşhedanî bû serokê parlamentoya Iraqê

Nêzîkî salekê ye postê serokatiya parlamentoya Iraqê vala ye, duh bi şev parlamentoya Iraqê piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Li Kurdistanê  ji bo jiyanê edaletê dixwazin

Bi hezaran jin di salvegera mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman…

Ji aliyê Stêrk TV

Omer Ocalan behsa hevdîtina bi Rêber Apo re kir

Omer Ocalan, behsa hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Rêber Apo kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?