Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî bernameya Dengê Gel ya Medya Haberê bû.
Omer Ocalan, silava Rêber Apo ji raya giştî re ragihand û wiha got: “Silava Birêz Ocalan ji hemû gelê me re hebû. Peyama wê pir zelal bû. Got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim. Ez xwedî vê hêzê me.’ Gelê me û siyasetmedarên me divê di ve çarçoveyê de ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan bi awayekî topyekûn bixebitin.”