Şemî, 25 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bi guherînên hêza nav dewletê re Gulîstan Doku eşkere bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muguç: Pêvajoya aştiyê ya ku ji dewletê çavkanî digire di nav nediyariyê de pêş dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeşme ê li Amedê hate pêşwazîkirin: Heta ku pergala Îmraliyê dawî bibe divê em li ber xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nedîm Oruç hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erîvanê cangoriyên Komkujiya Ermeniyan hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rapor: Li Herêma Kurdistanê 647 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DYE ji bo desteserkirina qesra Mesrûr Barzanî doz hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilê Pîroz ê Şengalê û Parêzgeha Melekê Baranê: Pîrê Ewra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan Şêrwanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşî baregeha Sazmanî Xebat hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Edliyeya Stenbolê bang: Ji bo Gulistan Doku edalet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye
Rojane

Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye

Senarîst Onder Çakar ê ku li Komuna Fîlman a Rojava perwerdehiyê dide diyar kir ku tevî ku êrîşên HTŞ'ê berdewam bikin jî Rojava, bi taybetî jî Kobanê di bin dorpêçê de ye û sivîl di bin xetereyek cidî de ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Ji ber ku êrîşên çeteyeên HTŞ’ê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û girêdayî dewleta Tirk li dijî Rojava berdewam dikin, fikarên ewlehiyê li herêmên Kurdan zêde dibin. Kobanê yek ji deverên ku şer lê dijwar e, şert û mercên jiyanê bi kêmbûna elektrîk, av û înternetê re dijwartir dibe.

Senarîst Onder Çakar çavdêriyên xwe yên ji herêmê parve kir û diyar kir ku tiştê ku diqewime ne tenê bi rewşek leşkerî ve sînordar e, pêvajoyek dorpêçkirinê ye ku rasterast jiyana sivîlan hedef digire. Çakar ê ku di dema dorpêça 2014’an de jî li Kobanî bû, diyar kir ku îro dîsa zexteke leşkerî ya bi heman rengî tê kirin, lê moral, rêxistin û hişmendiya berxwedana gel ji salên berê xurttir e.

Li gorî Onder Çakar, fikara sereke ya îro li Kobanê ewlehiya sivîlan û girtina tevahî ya bajêr e. Çakar destnîşan kir ku tiştê ku diqewime ne tenê pevçûnek herêmî ye; armanca wê avaniya civakî û ezmûna jiyana hevbeş a di navbera gelên li Rojava di hedefê de ye.

‘ÎRO HER ÇAR ALIYÊN KOBANÊ HATINE GIRTIN’

Çakar anî ziman ku jêkirina xetên binesaziyê rasterast bandorê li şert û mercên jiyanê yên bingehîn dike. Çakar rewşê bi sala 2014’an re berawird kir û diyar kir ku atmosfera tirsê ya wê demê niha bi hişmendiya berxwedana rêxistinkirî hatiye guhertin û wiha got: 

“Li Kobanê ne elektrîk heye, ne av heye, ne jî înternet heye. Dema ku ev qut dibin, hemû aliyên jiyanê, tevî xwarin û vexwarinê, têk diçin. Lê gelê me xwedî berxwedanek e ku şert û mercan pêşwazî dikin. Ez di Şerê Kobanê yê 2014’an de jî li vir bûm. Diwanzdeh sal derbas bûn. Îro, moral û motîvasyona mirovan ji wê demê pir bihêztir e. Komkujiyên mezin ên li Şengalê di wan salan de, dîmenên qetilkirinê û destdirêjiyê yên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin weşandin, di nav mirovan de tirsek kûr çêkiribû. Îro, heman psîkolojî tune ye. Di deh salên dawî de pêvajoyek rêxistinbûnê ya cidî pêk hatiye. Gel dilxwaz bû û hîn jî dilxwaz in. Îro, ji tirsê bêtir hêrs û biryardariya berxwedanê heye.” 

Çakar bi bîr xist ku di sala 2014’an de, xeta paşîn a Kobanê sînorê Tirkiyeyê bû, kêm be jî ji bo sivîlan rêyek bi ewle pêşkêş dikir. Wê demê, herêma li pişt Kobanê Bakur bû, xeta Pirsûsê bû. Nonetên li ser sînor hebûn. Mirov ji çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn ser sînor. Deriyên sînor hatin vekirin û bi hezaran kes, piraniya wan zarok, jin û kal û pîr, derbasî Pirsûsê bûn. Li wir kampên penaberan ên mezin hatin avakirin. Îro rewşek wisa tune ye. Kobanê ji çar aliyan ve dorpêçkirî ye.”

‘LI PÊŞBERÎ ME HÊZEK KU LI GORÎ QANÛN ŞER EVDIGERE TUNEYE’

Onder Çakar anî ziman ku HTŞ li gorî qanûnên şer tevnagere û diyar kir ku tiştê ku li herêmê diqewime nikare wekî şerekî klasîk were hesibandin. Çakar diyar kir ku ev tundûtûjî xwedî paşxaneyek îdeolojîk e û wiha domand: 
“Em ne bi artêşeke birêkûpêk an jî avaniyek ku girêdayî qanûnên şer e. Em behsa dijminekî ku normên navneteweyî nas nake dikin. Wekî ku li ser înternetê tê dîtin, komkujiyan mezin dikin. Ew pir bêrehm in. Bi taybetî tundiyê li dijî jin û şervanên jin dikin.

Ev avanî ji hêla îdeolojiyek serdest a mêr ve tê xurt kirin. Ev tam faşîzma olî ye. Armanca wan ew e ku ji jinan tolê hilînin. Ew zarokan jî bêyî ku temen li ber çavan bigirin qetil dikin. Fikara me rasterast bi ewlehiya sivîlan ve girêdayî ye.”
Çakar destnîşan kir ku encamên êrîşek gengaz dikarin giran bin û got, “Kes nizane ev wê bi ku ve biçe. Em baweriya xwe bi parastina nifşê ciwan û mirovên li wir tînin. Demek dirêj e ku hêviya ku hêzên cîhanê werin û Kobanê rizgar bikin derbas kiriye. Tiştê ku di 10-15 salên dawî de li Rojhilata Navîn qewimî nîşan da ku ev ne mimkûn e.”

‘PAŞVEKIŞÎN JI BO PARASTINA HERÊMÊN KURDAN BÛ’

Onder Çakar diyar kir ku vekişîna ji herêmên Ereb ji ber pêwîstiyeke leşkerî derketiye holê û got ku ev hilbijartinek stratejîk bû. Çakar anî ziman ku bûyer beşek ji planeke mezintir bûn û ev nirxandin kir:

“Rojava herêmeke erdnîgarî ye ku têra xwe mezin e ku çend herêmên bi qasî Hollanda dihewîne. Em neçar man ku ji herêmên wekî Reqa-Tepqa û Dêrazorê vekişin. Lê îro ji herêmên cihê ku herî zêde di xetereyê de Kobanê ye. Li Kobanê nifûseke sivîl a pir mezin dijî. Niha, xetên elektrîk, av û înternetê hatine qutkirin. Armanc ew e ku kanalên ragihandinê ji holê werin rakirin. Ev rasterast bandorê li jiyana rojane dike. Lê ji aliyê din ve, hevalên me hîn jî di zindanên ku girtiyên DAÎŞ’ê lê ne de li ber xwe didin. Tu hêz nekariye bikeve hundir.

Ev pêvajo berdewamiya komploya navneteweyî ya 1999’an e. Planeke mezin bi hevkariya dewletên pirneteweyî tê meşandin. Armanc ew e ku Tevgera Azadiyê were tepeserkirin û pergala alternatîf li Rojava ji holê were rakirin. Ji ber ku avaniya komunal a li vir, ceribandina jiyana bêdewlet e û li seranserê cîhanê hêvî afirandiye.”

‘BI TAYBETÎ YEKÎTIYA KURD Û EREB HEDEF TÊ GIRTIN’

Çakar diyar kir ku têkiliyên nav-etnîkî yên li Rojava hatine avakirin bi zanebûn hedef têne girtin,- û çalakiyên hevgirtinê yên li gelek bajarên Tirkiye û Ewropayê hatine organîzekirin bandorek mezin a moralê li ser eniyên pêş kiriye û wiha domand: 

“Dostaniya Kurd-Ereb emperyalîzma cîhanê bi giranî tirsandiye. Ji ber vê yekê, ew dixwazin nakokiya Tirk-Ereb an Kurd-Ereb gur bikin. Armanc ew e ku em dev ji fikra xwişk-biratiya di navbera gelan de berdin. Em pir baş dizanin çima em li ber xwe didin. Ev ne reflekseke hestyarî ye, helwesteke hişmend e.

Eniyên paşîn pir girîng in. Hebûna gelê me li kolanan ji bo gelê ku li vir li ber xwe dide hêzek mezin e. Ev hevgirtin berdewamiya berxwedanê diyar dike.”

‘AZADÎ NEBE WATEYA HÛNERÊ JÎ TUNE YE’

Onder Çakar destnîşan kir ku jiyana çandî û hunerî ya li Rojava jî rasterast ji êrîşan bandor dibe, diyar kir ku li herêmê gelek komunên hunerî hene. Çakar bang li hunermendên li çaraliyê cîhanê kir û anî ziman ku tiştê ku diqewime gefek gerdûnî ye û got:

“Li vir komên muzîkê, komên şanoyê û komuna fîlman hene. Ez li Zanîngeha Hunerên Bedew di beşa sînemayê de perwerdehiyê didim. Xwendekar û hunermendên me ji bo parastina xwe amade ne; ji ber ku bêyî azadiyê tu wateya çêkirina hunerê tuneye.

Ev avaniya cîhadîst ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê gefek e. Me di êrîşa Charlie Hebdo ya li Parîsê de dît ku ev tê çi wateyê. Ji ber vê yekê, divê hunermend li dijî vê hovîtiya nemirovane helwestek vekirîtir, bihêztir û wêrektir bigirin.”

‘HETA NEXWEŞXANEYAN JÎ HEDEF DIGIRIN’

Onder Çakar bi bîr xist ku Nexweşxaneya Hevya Sor a li Qamişloyê du roj berê ji aliyê dronên Tirk ve hatiye bombebaran kirin û girîngiya hevgirtina navneteweyî tekez kir û wiha bi dawî kir:

“Ev ne herêmeke leşkerî ye; ew nexweşxaneyek e ku protezên ji bo veteranan peyda dike û xizmetê ji sivîlan re dike. Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî vê yekê dizanin. Tevî vê yekê, ew hatiye hedefgirtin. Ev bi zelalî asta tiştê ku diqewime nîşan dide.
Li ser navê Rojava, em spasiya hemû gelên cîhanê dikin ku heta niha piştgirî dane me, nemaze gelê Kurd. Ev hevgirtin ji bo me pir girîng e.”

Onder Çakar kî ye?

Onder Çakar, senarîstê fîlmên Takva, Gemide û Laleli’de Bir Azize ye, li Komuna Fîlman a Rojava perwerdehiyê dide û demek dirêj e li herêmê xebatên çandî û hunerî dimeşîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyên Jin: Keziyên me rûmet û kerameta me ne
Nûçeya Pişt re Li kolanên Qamişloyê rengê berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenevre bi referandûmê sembolên nefretê qedexe kir

Li gorî encamên referandûma li kantona Cenevre ya Swîsreyê hat lidarxistin, qedexekirina sembolên nefretê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Komek ji jinên Ûgandayî YPJ silav kir

Komek ji jinên Ûgandayî bi peyamekê berxwedana YPJ'ê silav kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Egîd li Helebê hat bîranîn, mûzexaneya dîroka PKK’ê hat vekirin

Gelê Helebê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî û mûzexaneya dîroka PKK’ê vekir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîdên Qereçoxê li Rojava hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bi guherînên hêza nav dewletê re Gulîstan Doku eşkere bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muguç: Pêvajoya aştiyê ya ku ji dewletê çavkanî digire di nav nediyariyê de pêş dikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?