Polîsan li Stenbol û Wanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 4 rojnamevan hatin binçavkirin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû li Wanê, rojnamevan Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Kar jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.
Hat zanîn ku li rojnamevan Reyhan Hacioglû ku li Wanê hate binçavkirin, gef hatin xwarin. Polîsan bi gotina “Dengê xwe bibirin nexwe em ê we tevan kom bikin. Dê we tevan bigirim û dê ruhê tu kesî nebihîse” gef li hevalên Reyhan Hacioglû yên rojnamevan xwarin.
Reyhan Hacioglû jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Li hundir an jî li derve, em li ku jî bin dê her tim heqîqetê binivîsin. Bi binçavkirin, girtin, gef û îşkenceyan hûn nikarin me têk bibin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
Polîsan dest danîn ser alav û amûrên dijîtal ên li malê.