Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’
Rojane

‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’

Rêxistinên sosyalîst û sendîkayên ku li dijî zextên li ser ESP’ê bertek nîşandan, tiştên diqewimin wekî pêvajoyeke nû ya operasyonên KCK’ê pênase kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di nav de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Murat Çepnî, rojnamevan û xebatkarên ETHA’yê Pinar Gayîp û Nadiye Gurbuz jî hene; 96 sosyalîst di serdegirtinên malan ên sibeha 3’yê Sibatê de hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine girtin de sendîkavan, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend jî hene.

Bertekên li dijî binçavkirina hejmareke zêde ya sosyalîstên ku siyasetmedar jî di nav de ne, berdewam dikin. Sendîka, rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan û siyasetmedaran bertek nîşanî tiştên hatine jiyîn dan û ev yek wekî “operasyona qirkirina siyasî” nirxandin.

Siyasetmedar û sendîkagerên ku me nêrînên wan girtin, van serdegirtinan wekî rêyeke nû ya zextê ya li ser mûxalefetê dibînin.

Hevserokê Şaxê Aksarayê yê SES’ê Dîren Can Kaya, serdegirtinên malan wekî krîmînalîzekirina têkoşîna kedê nirxand û der barê serdegirtinê de ev agahî dan: “Em hîn bûn ku di nav kesên bi serdegirtina malan hatine binçavkirin de Serokê Giştî yê sendîkaya DÎSK Limter-Îşê Devrîm Yurtsever, Serokê Giştî yê heyama berê Kamber Saygili, endamên lijneya rêvebir Kenan Hessas, Esvet Şahîn û sendîkagerên din jî hene. Binçavkirina sendîkagevanên ku her roj di nav karker û kedkaran de ne, navnîşana wan a sendîkayê diyar e, li kargeh û qadan têkoşîna ked û demokrasiyê dimeşînin, bi awayê serdegirtina malan, bi eşkere krîmînalîzekirina sendîkayê û têkoşîna kedê ye.

Wekî ku tê zanîn, Rêxistina Kedê ya Navnetewî (ILO) di mehên borî de encamên raporta Endeksa Mafên Gerdûnî ya ku Konfederasyona Sendîkayên Navnetewî (ITUC) her sal amade dike, bi konferansekê eşkere kiribû. Li gorî vê raporê, em dibînin ku Tirkiye di mijara azadiyên sendîkayî de di nav 10 welatên herî xirab de cih digire. Divê mirov bibîne ku sedema vê rewşê ev polîtîkayên zextê ne.

Di van rojên ku karker û kedkar mehkûmî mûçeyên di bin sînorê birçîbûnê de hatine kirin, mafên wan ên darayî, pîşeyî û demokratîk tên tunehesibandin; krîmînalîzekirina sendîkayan û xebatên sendîkayî bi van polîtîkayên zextê re, helwesta desthilatdariya heyî ya li hemberî karker û kedkaran careke din datîne holê. Ez dixwazim destnîşan bikim ku ev polîtîka bi armanca tunekirina hêviya têkoşîna demokratîkbûna welat in. Divê nûnerên hilbijartî yên karker û kedkaran demildest werin berdan.”

Rêveberê Sendîkaya Înşaat-Îşê Yunus Ozgur diyar kir ku zextên li ser Limter-Îşê hewildana tunekirin û tirsandinê ye û wiha got: “Serdegirtinên malan ên ku faşîzmê di dîroka 03.02.2026’an de li dijî gelek saziyên têkoşîna demokratîk û rêveberên sendîkaya me ya dost Limter-Îşê pêkanîne, di eslê xwe de hewildana tunekirin û tirsandina têkoşîna şoreşger û demokratîk e. Ev êrîşa faşîzmê tenê û tenê bi domandina bi biryar a têkoşîna çîna karker û girseyên kedkar a li dijî faşîzmê dikare were pûçkirin.”

Nûnera SODAP’ê Fatma Înce ya ku serdegirtinan wekî operasyona bêdengkirina mûxalefetê dibîne, der barê operasyonên li ser ESP’ê de wiha got: “Dostên me yên têkoşer ên ESP’î heta niha rastî gelek operasyonên siyasî hatin. Lê belê, ev operasyona siyasî ya ku di 3’yê Sibatê de pêk hat, li gorî yên berê gelekî firehtir e. Gelek dostên me yên ESP’î yên şoreşger û sosyalîst ku di qadên partiya siyasî, jin, ciwan, karker, ekolojî û çapemeniyê de têkoşîna rewa dimeşînin, hatin binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir Ali Yerlikaya ev operasyon wekî ‘girtina 96 gumanbaran di operasyonên li dijî rêxistina terorê ya MLKP’ê de’ pêşkêşî rayagiştî kir. Armanca operasyonê ji aliyekî ve nîşandana hêzê ye bi serîlêdana çîroka serkeftinê ya ‘têkoşîna li dijî terorê’, ji aliyê din ve jî êrîşkirina li ser kesên ku li Rojhilata Navîn û li welatê me bi Kurdan re di nav têkoşîna hevpar de ne. Rejîma Qesrê dixwaze mûxalefeta civakî ya li hemberî krîza aborî, xizanî, kuştina jinan û talankirina xwezayê bêdeng bike. Lê divê were zanîn ku ev zext, gef û operasyon nikarin me, sosyalîstan, şoreşgeran û tevgera siyasî ya Kurd bitirsînin. ESP ne bi tenê ye!”

Berdevkê Serdemê yê SMF’ê Mahir Gurz destnîşan kir ku tiştên diqewimin hewildana tahkîmkirina desthilatdariyê ye û weha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nobedarê dilsoz ê cîhana paşverû ya emperyalîst e, norm û qanûnên xwe yên bûrjûwa jî binpê kiriye û bi awayekî topyekûn li dijî gel şer ragihandiye. Êrîşa berfireh a li ser ESP’ê jî wekî beşek ji vê dorpêça faşîst hatiye destpêkirin. Li hemberî sermayeya navnetewî û desthilatdariyan, kela bingehîn a berxwedanê şoreşger û sosyalîst in. Em ê di têkoşîna wekhevî, edalet, azadî û sosyalîzmê de bi biryar bin.”

Alîkara Seroka Giştî ya EHP’ê Nehir Sevim jî diyar kir ku ne gengaz e operasyonên desthilatdariyê asayî werin dîtin: “Em bi van operasyonên desthilatdariya siyasî nenas nînin. Ji ber berfirehiya vê operasyona ku rêveber û endamên saziyên wekî ESP, SKM, SGDF, DÎSK/Limter-Îş, Polen Ekoloji û BEKSAV’ê hedef girtine, ne gengaz e ku wekî operasyoneke asayî were dîtin. Li vir divê em behsa êrîşeke topyekûn bikin. Desthilatdarî ji aliyekî ve îdia dike ku teref û rêveberê pêvajoyeke diyalog û çareseriyê ye, ji aliyê din ve jî bi operasyonên bêbingeh gefan li hemû pêkhateyên mûxalefetê dixwe. Em ê li dijî hemû zext û astengiyên desthilatdariyê, piştgirî û têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê
Nûçeya Pişt re Hemo: Peyman destpêka têkoşîna ji bo misogeriya nasnameya siyasî ya Kurd e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Rojava ji bo parastinê hişyar e

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina tax û kolanên xwe hişyar e, tevgera li nava…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona dagirkeriyê ya li Mawayê berfireh bû: Gelek herêm hatin qedexekirin

Operasyona dagirkeriyê ya li gundekî herêma Çiyayê Mawa hate destpêkirin ku li navçeya Heskîf a…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?