Piştî êrişên li ser Rojava siyaseta Kurd hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê kete nava pêvajoyeke di nava hev de. Dr. Hişyar Ozsoy ev pêvajo û hewldanên hevgirtî yên siyaseta Kurdan a li qada herêmî û navneteweyî ji ANF’ê re nirxand.
Ozsoy got, di demekê de ku li Rojava şer diqewimî û rewşeke nû rû da, tevlîbûna nûnerên Kurdan li platformeke navneteweyî ya weke Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê girîng bû û got, “Li wê derê têkildarî Sûriyeyê muzakere û hevdîtinên rojane hatin kirin. Di mijara entegrasyonê de pêşveçûna hevdîtinan ji ber vê yekê girîng e. Vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê êdî tenê mijareke demê ye. Li Washingtonê her kes bi vî rengî difikire. Lewma tê gotin ku beriya vekişîna leşkeran nîqaşên li ser entegrasyonê hinekî din bê pêşvebirin û li qada dîplomatîk zemînek pêşkêşî Kurdan bê kirin ku bi Şamê re muzakereyan bi xurtî bimeşînin.
Lê belê bi dîtina min divê ev yek zêde neyê mezinkirin û nepixandin. Yanî têkildarî Sûriyeyê rexneyên cidî li rêveberiya Trump tê kirin. Bi taybetî Kongre rexneyên cidî li Barrack dike. Beriya bi demekê li Emerîkayê Meclîsa Nûneran weke lingekî pirsgirêkê rûniştineke xurt a Sûriyeyê lidar xist. Li wê derê hema bibêje hemû endamên Meclîsa Nûneran ên axivîn bi xurtî û eşkere rexne irin ku polîtîkaya Emerîkayê ya li ser Sûriyeyê bi temamî di ser Colanî (Şara) re hatiye rûniştandin. Her wiha Barrack li Konferansa Munchenê nehate dîtin. Li gorî agahiyan bi rengekî cidî ji aliyê endamên kongreyê ve hate rexnekirin.”
Di dewama axaftina xwe de Ozsoy got, “Rêveberiya Rojava li Konferansa Munchenê ne tenê bi Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê her wiha bi siyasetmedarên Elmanya û Macron re jî di asta herî bilind de hevdîtin kir. Ji aliyê dîplomatîk ve ev yek weke parçeyekî heyeta Sûriyeyê pênaseyek bi xwe re anî. Her kes dibêje divê Peymana 30’ê Çileyê, yanî peymana navbera Şara û QSD’ê hem bi cih bê anîn, lê di heman demê de dibînin ku peyman gelekî hesas e ku dikare bişikê.
Ji ber vê jî li qada dîplomatîk piştgirî û rewabûna Kurdan di danûstandinên dema bê de dilê Kurdan dikare hinekî rehet bike.”
Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku di mijara Rojava de têkoşîna yekbûyî ya siyaseta Kurd gelekî bi wate û girîng e û got, “Di dema bê de wê pêvajooyên muzakereyê yên zehmet û rageşî hebe. Divê mirov ji niha ve jê re amade bin.”
Ozsoy rapora komîsyona li Meclîsa Tirkiyeyê jî nirxand û got, “Beriya niha ji xwe partiyên siyasî yên cuda raporên xwe pêşkêşî meclîsê kiribûn. Ev raporên partiyan şikandina hêviyê bû. Ji xwe me didît ku di yekkirina van raporan de wê encameke baş dernekeve. Ji ber vê jî ev rapor ne surprîz e; lê nebaş e. Êdî nabe sedema şikestineke nû ya hêviyê, ji ber ku raporeke welê derkete holê ku bi rengekî cidî nêzî meseleya Kurd nabe.”
Ozsoy anî ziman ku ne meclîs lê belê Qesr wê diyar bike ku di pratîkê de encameke çawa derkeve holê û got, “Tîmên ji Erdogan, Devlet Bahçelî û burokrasiya leşkerî wê çarçoveya wê ya qanûnî ji Meclîsê re bişînin, yên li Meclîsê jî wê vê yekê pêşkêşî dengdanê bikin. Ev yek cihê xemgîniyê ye. Careke din hate dîtin ku li Meclîsê îradeya gel nîne û di bin siya hikumet û saziyên dewletê de kar tê meşandin.
DEM Partiyê bi şerhekî xurt piştgirî da vê raporê; eşkere ye ku nerazî ye. Dawiya dawî raporeke biçûk derkete holê ku ne li gorî cidiyeta meseleya Kurd e.”

