Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozturk: Hedefa AKP’ê destketiyên gelê Kurd e
Rojane

Ozturk: Hedefa AKP’ê destketiyên gelê Kurd e

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku hedefa sereka ya AKP’ê tunekirina destketiyên gelê Kur ê li Sûriyeyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk bi bîrxist ku gelê Kurd ê li Sûriyeyê li herêmên xwe nêzîkatiyeke piralî û demokratîk nîşan daye û girîngiyeke mezin daye wekheviya jin û mêran û tevlîbûna bi rêya meclîsan û got: ‘’ Divê em qebûl bikin ku ev yek di şert û mercên Rojhilata Navîn de geşedaneke pir mezin e. Tişta ku divê li herêmê were destekkirin û weke mînak were nîşandan ev e.’’

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk têkildarî mijarên weke geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

Hakan Ozturk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hilweşîna rejîma BAAS’ê ya di demeke kurt de û en yek anî ziman: ‘’Ev yek bi piranî weke encama têkoşîna berfireh ya du blokên cîhanî ya li dijî hev xwe nîşan dide.  Ku aliyekî vê blokê DYE, Îsaîl û Ewropa ye û bloka din jî ji Rûsya, Îran û Çînê pêk tê. Rejîma BAAS’ê ji aliyê bloka Rûsya, Îran û Çînê ve dihat destekkirin. Lê belê rejîmeke wisa bû ku xwe nedispart gelê xwe û bawerî bi gelê xwe nedianî. Di demên dawî de jî guh nedida daxwazên mafî yên gelê Kurd. Beriya niha Sûriyeyê derfeta şerê hevpar bi dest xistibû. Lê belê vê carê ji Rûsyaya ku ji ber şerê li gel Ûkraynayê û ji Îrana ku li hemberî Îsraîlê lawazbûyî piştgiriya şerî nestand. Ji ber vê yekê jî di demeke kurt de tabloyeke cuda derket holê. Di vê tabloyê de tekane tişta ku dikare weke derfetekê were dîtin hebûna gelê Kurd a li rojhilatê Firatê ye ku gelê Kurd kariye li wir ji bo xwe pozîsyoneke polîtîk û îdarî ava bikin. Pirsgirêk û têkçûn hene lê belê dikare têkoşîn were berdewamkirin.’’

Ozturk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand serweriya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Di encama hemûgeşedanan de em dikarin bibêjin ku welat û mirovahî ji avaniyeke cîhadîst ya weke HTŞ’ê re hatiye radestkirin.  Ev yek rewşeke gelekî bitalûke ye. Ji niha û şûnde em dikarin bibêjin hemû civak û derdorên ne Sunî ên li herêmê bi qirkirinê re rû bi rû ne.  Di demên pêş de di çarçoveya lihevkirina HTŞ’ê û avaniya SMO’yê de jî derketetina DAÎŞ’ê ihtimaleke mezin e.’’

Hakan Oztûrk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên weke SMO’yê ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber daxwaza xwe ya Osmaniyê ya berfirehbûnê hewl dida ku bi çeteyên weke HTŞ’ê re têkiliyan ava bike.  Mînaka vê ya herî berbiçav piştgiriya hikûmetê ya ji bo çeteyên SMO’yê ye.  Em dikarin bibêjin ku armanca sereke ya AKP’ê tunekirina destkeftitên gelê Kurd ê li Sûriyeyê ye.  Gorêdayî vê yekê pêngava HTŞ’ê; ji bo xeta AKP’ê bû derfeteke mezin ku destwerdana destkeftiyên gelê Kurd bike.  Her wiha ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku divê sosyalîst li hemberî van geşedanan  parastina demokrasi, wekhevî û têkoşîna azadiyê ya gelan bikin.  Gelê Kurd ê li Sûriyeyê li herêmên xwe nêzîkatiyeke piralî û demokratîk nîşan daye û girîngiyeke mezin daye wekheviya jin û mêran û tevlîbûna bi rêya meclîsan. Divê em qebûl bikin ku ev yek di şert û mercên Rojhilata Navîn de geşedaneke pir mezin e. Tişta ku divê li herêmê were destekkirin û weke mînak were nîşandan ev e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Hevserokên giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan re rûniştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê bû

Hevdîtina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ku dihat plankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nagîhan Akarsel li Helebê hate bibîranîn

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya bajarê Helebê, lêkoler û rojnamevan şehîd Nagîhan Akarse di salvegera…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Rêveberiya Xweser a Kobanê ji Helebê vegeriya

Endamên Şandeya Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl û Ebdulrehman Demir têkildarî encamên hevdîtina li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?