Yekşem, 21 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin
Jin

PAJK: Em hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin

PAJK’ê di sala 27’emîn a komployê de hêzên komploger bi nefret û hêrsa şoreşgerî şermezar kir û bang li her kesî kir ku heta pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ encam digire, çalakiyan bênavber bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê got: “Di sala 27’emîn a komploya navneteweyî de em careke din hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin. Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî jinan, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, mirovahiyê hate pêşxistin. Em şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên ku bi li dijî komployê bi bedena xwe xeta berxwedanê afirandine, bi minetdarî bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bi îdîaya ku em komployê di dîrokê de binax bikin, soza xwe ya serketinê dubare dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîmarê komploya 9’ê Cotmehê DYE, Îngilistan û Îsraîl e û ev tişt hate gotin: “Komploya 9’ê Cotmehê bi pêkhateyeke pir a ku welatên YE’yê û hêzên din di nav de, pêk hat û ev yek girêdayî firehî û mezinahiya komployê ye. Di vî warî de bi komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de tenê tasfiyeya Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd nehate hedefgirtin. Siberoja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn û azadiya jinan hate hedefgirtin. Ji bo dîzayna Rojhilata Navîn destpêkê berê xwe dan Rêber Apo. Ji ber ku rol û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo, fikir û projeyên wî yên çareseriyê planên li ser Rojhilata Navîn berevajî kir, komplo pêş xistin. Li Kurdistan, Sûriye, Fîlîstîn û Lubnanê şer didome û wê hîn jî berfireh bibe. Mîna ku bi vî şerî tê dîtin gelên Rojhilata Navîn di qirkirinê re tên derbaskirin, tên mêtingehkirin, çavkaniyên wan tên desteserkirin û plana dîzaynkirinê tê pêkanîn. Sîstema desthilatdariya mêr bi hemû hucreyên xwe yên paşverû tê xistine meriyetê û tê xwestin ku jin di cendereya olperest, netewperest û zayendperest de bê xeniqandin û di şer de tê qurbankirin.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne, li Iraq-Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî zêde dike û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike û ji bo dagirkeriya li Sûriyeyê jî israr dike. Ev kiryarên dewleta Tirk û şerê qirkirinê ya ku Îsraîlê li Fîlîstînê dayî destpêkirin, bi hev dû re girêdayî ne. Yê ku li Kurdistanê rê li ber şerê qirkirinê yê dewleta Tirk vekirî, NATO ye. Dîsa yê ku rê dayî hovîtiya Îsraîlê jî heman hêz e. Bi şerê ku navenda wê Kurdistan e û li Rojhilata Navîn berfireh dibe de, sîstema kapîtalîst armanc dike ku xwe jinûve tesîs bike. Di vî warî de rastiya komployê di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta Tirk a faşîst de, tenê têkoşîn û pirsgirêkeke siyasî-leşkerî-hiqûqî nîne. Di serî de Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye ya ku siberoja gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê eleqeder dike. Di vî warî de azadiya Rêber Apo wê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn mîsoger bike. Wê dawî li şerê qirkirinê ya dewleta Tirk û Îsraîlê ya ku li Rojhilata Navîn demografyayê diguhere, plana dagirkerî-îlhaqê ya dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê bîne, wê feraseta netew-dewletê ya Sûriye û Îranê biguhere û pêşî li çareseriya konfederal a demokratîk veke. Wê zemînê çeteyên çekdar ên tarî yên weke DAÎŞ, Hamas, Hîzbûllah, Talîban û HUDA-PAR’ê ku berhemê zihniyeta desthilatdariya mêrê paşverû ya netew-dewletên herêmê û hêzên sîstema kapîtalîst e, tune bike.

PÊNGAVA AZADÎ JI RÊBER APO RE, TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA GELAN E

Plana komploger çiqasî herêmî û navneteweyî be, têkoşîna li hemberî vê jî divê di asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û navneteweyî de bê meşandin. Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ têkoşîneke azadiyê ya gelan a li dijî netewe dewletên herêmî û hêzên kapîtalîst ên global e. Wê serdemeke nû ya dîrokî ji bo gelan û jinan bide destpêkirin ku komployê têk bibe. Bihara gelan û jinan wê destpê bike.

Yên ku herî zêde rastiya komployê fêhm dikin bêguman jin in. Jin zanin ku komplo stratejiya beralîkirina şoreşa jinê ye, lewma pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ dimeşînin. Têkoşîna li dijî komployê li hemberî şerê jinûve parvekirinê yê sîstema bi serweriya mêr, têkoşîn û israra ji bo wê yekê ye ku sedsala 21’ê bike sedsala jinê. Bangên ji bo azadiya Rêber Apo ku ji parzemînên cuda yên cîhanê têne kirin, çalakiyên ku têne lidarxistin serhildanek li dijî sîstema kapîtalîst modernîst e. Lewma têkoşîna li hemberî komployê di heman demê de şerê biserxistina şoreşa jinê ya li dijî sîstema bi serweriya mêr e. Li dijî mejiyê baviksalar parastina hebûnê û avakirina sîstema demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê û azadkirina jiyanê ye. Jin bi vê têgihişt û baweriyê li her derê têkoşînê pêl bi pêl belav dikin û wê komployê teqez têk bibin.

Bi darbestiya Îmraliyê re ku 27 sal in di meriyetê de ye gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dîl têne girtin û şer tê sorkirin. Darbestiya Îmraliyê serdema heyî û paşeroja her kesî tarî dike. Divê her kes zincîra xwe bişikîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe ku ev yek wê aştî, demokrasî û azadiyê bîne, di heman demê de li Rojhilata Navîn deriyê aştî û demokrasiyê veke.

Ber bi sala 27’an a komployê re em Konseya Ewropayê şermezar dikin ku bi biryara wergirtî re bûye şirîkê dewleta Tirk a faşîst. Her wiha her kesên ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê dadikevin qadan û bi rê û rêbazên cuda tevlî pêngavê dibin, silav dikin. Em bang dikin ku heta pêngav bi ser bikeve, çalakî bênavber dewam bikin û bi taybetî jî mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmehê bigihêje asta herî bilind û pêvajoya serketinê bide destpêkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê RAJIN Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê silav kir
Nûçeya Pişt re Besê Hozat: Madem tu daxwaza ‘aştiya navxweyî’ dike, keremke Îmrali li wir e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Çînê baranên zêde: Otoban hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşeke otobanekê hilweşiya û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar Ronahî Yekta li Kobanê hate veşartin

Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkerî, guherîna demografî û trawmaya civakî kûrtir dike

Binpêkirinên mafên mirovan ên li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?