Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî hatin kirin.
Parêzeran di heman demê de ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.