Endama Mîsyona Hiqûqê ya Serbixwe ya Navneteweyî ku ji bo şopandina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û nirxandina wê hate avakirin û endama Enstîtuya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyan a Navneteweyî (IBAHRI) parêzer Eleonara Scala serdana dawî ya mîsyonê ya li Tirkiyeyê û pêvajo ji ANF’ê re nirxand.
‘DIVÊ DERDOREKE HÎN BERFIREH TEVLÎ PÊVAJOYÊ BÊ KIRIN’
Scala bi bîr xist ku mîsyon ji heft hiqûqnasan pêk tê, armanca xwe ya bingehîn ji nêz ve şopandina pêvajoyê ye û anî ziman ku dema serdana dawî krîtîk bû. Scala got, “Em hefteya derbasbûyî li Enqereyê bûn. Ji bo rewşê bi hemû paydaran nîqaş bikin demeke gelekî krîtîk û girîng bû. Ji ber ku komîsyona di bin sîwana meclîsê de hatiye avakirin di 18’ê Sibatê de rapora xwwe ya dawî eşkere kir.”
Scala anî ziman ku heman demê bi wesîleya salvegera yekemîn a çekdanîn û belavbûna PKK’ê Rêber Aapo daxuyaniya duyemîn kir û diyar kir ku ew hebûna komîsyonê ji bo sazîbûna pêvajoyê û bicihkirina wê li ser zemîneke hîn zelal weke gaveke erênî dibîne. Scalal got, “Ev yek ji bo sazîbûna pêvajoyê gaveke bingehîn e.” Têkildarî bendewariyên xwe yên li ser dema pêş jî Scala got, “Em dixwazin civaka sivîl hîn bi berfirehî tevlî bibe û aktorên cuda hîn bêhtir danûstandinê bikin. Di heman demê de pêwîste jin hîn bêhtir tevlî pêvajoyê bêne kirin.”
‘DI MIJARA ROLA OCALAN DE HEMFIKIR IN’
Parêzer Scala diyar kir ku hemû derdorên wan hevdîtin bi wan re kirin bi taybetî di mijarên bêçekbûn, demobîlîzasyon û jinûve entegrasyonê (DDR / Disarmament, Demobilization, Reintegration) de li ser rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de hemfikir in û got, “Di hevdîtinan de me dît ku Birêz Ocalan weke lîderê PKK’ê ji bo pêvajoya DDR’ê xwedî girîngiyeke bingehîn e.”
Scala destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe bi hikumeta Tirkiyeyê re li ser zemîneke wekhev muzakereyê bike divê mercên heyî di ber çavan re bêne derbaskirin û got, “Eger wê li ser zemîneke wekhev muzakere bê kirin, pêwîste mercên wî yên ragirtinê di ber çavan re bêne derbaskirin û derfet jê re bêne afirandin ku karibe hemû aliyan bibîne. Her wiha em tespîta raporê bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku dibêje, divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan bi cih bêne anîn. Ev yek biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Ocalan, gelek mehkûmên siyasî, her wih Demîrtaşş û Kavala jî digirin nava xwe.” Scala anî ziman ku berdana girtiyên siyasî ji bo rêveçûna pêvajoyê wê bibe gaveke cihê baweriyê.
‘DIVÊ ÇARÇOVEYEKE HIQÛQÎ YA BERFIREH BÊ AVAKIRIN’
Scala ragihand ku ji bo pêvajoya DDR bi rê ve biçe divê çarçoveyeke hqiûqî ya berfireh bê amadekirin û got, “Pêwîstî bi çarçoveyekê heye ku garantiyên ewlekarî û hiqûqî bide endamên PKK’ê.”
Parêzer Scala diyar kir ku civaka navneteweyî di vê de divê bi roleke hîn çalak rabe û got, “Divê civaka navneteweyî bi xurtî li pişt vê pêvajoyê bisekine. Dikare garantorî û navbeynkariyê bike. Piştgiriya teknîkî dikare bide pêvajoya DDR an jî di çarçoveya Komîsyona Venedîk û Konseya Ewropayê de dikare tevkariyê bike. Gelek tişt hene ku dikarin bêne kirin.”

