Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Oztûrk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Rêber Apo bi komployeke navneteweyî di sala 1999’an de dîl hat girtin û ji wê demê ve di bin tecrîdê de tê ragirtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi kêfî têne redkirin, ya bê bersiv têne hiştin, yan jî piştî bi mehan tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê yên kêfî û dervî hiqûqî hatiye birîn. Sedema cezayê dîsîplînê jî nayê zanîn.
Biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din re ên li Îmraliyê tên girtin ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê Gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hate dayin.
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re hate dayin.