Parêzgar Nûredîn Ehmed, pêşwazî li nûnerê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Xalid El Xazî û şandeya pê re kir.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û çend şêwirmend jî beşdarî civînê bûne. Di civînê de mekanîzmayên entegrasyon û hevkariya di navbera saziyên enerjî û çavkaniyên avê de hat gotûbêjkirin.
Beşdaran mijara stasyona avê ya Elokê jî nîqaş kir û diyar kir ku divê tîmeke Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor were avakirin da ku bigihêje stasyonê û santrala elektrîkê ya li bajarê Dirbêsiyê were nûjenkirin.
Parêzgarê Hesekê diyar kir ku ew amade ne komîteyan çêkin da ku rewşa çavkaniyên avê bişopînin û ji nû ve stasyona Elokê bidin xebitandin.
Her wiha parêzgar bal kişand ser girîngiya şopandina xebatên komîteyên ku di civînên berê yên di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de hatine damezirandin.

