Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) têkildarî êrîşên li dijî xwepêşandêrên aştiyane li herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê, ku di encamê welatî şehîd û birîndar bûn, daxuyaniyek da û daxwaza parastina navneteweyî bo sivîlan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên hikumeta veguhêz bi zanabûn û rasterast gule berdan xwepêşandêrên aştiyane yên li gelek gund û bajarên peravê û hundirê Sûriyeyê, bi wê re qurbanî û birîndar çêbûn.
PCCWSˊê da zanîn ku bi sed hezaran şênî daketin kolanan, lê li hember vê herikînî zordariyek mezin û bêserûber ji hêla endamên hêzên hikumetê ve hat bikaranîn.
PCCWSˊê delîlên bideng û wêne kom kirin ku binpêkirinan îsbat dike û diyar kir ku tiştê pêk hatiye binpêkirina zelal a yasayên cezayan ên Sûriyeyê ye û binpêkirina xeternak a yasayên navneteweyî ye.
PCCWSˊê hikumeta veguhêz bi “desthilata defakto” wesif kir û berpirsa tevahî ya van binpêkirinan dît û got ev pêkanîn dikevin xana sûcên dermirovî.
PCCWSˊê bang li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kir ku civîneke awarte li dar bixe û parastina navneteweyî li ser “Herêma Navîn û Rojavayê Sûriyeyê ” di bin benda 7ˊan a ji peymana NYˊyê ferz bike û avakirina Sûriyeyê li ser bingehên federaliyê ya bi çavdêriya navneteweyî rewa bike.
Di dawiyê de PCCWSˊê girêdana xwe bi mafên xwe yên rewa ve anîn ziman, sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

