Li Amedê 34 roj berê Narîn Guran a 8 salî bi awayekî hovane hat qetilkirin. Qetilkirina Narînê ne tenê cînayeteke di hundirê malbatê de, di heman demê de çêkerekî sûc ê organîzekirî û xwedî têkiliyên siyasî îşaret dike. Qetilkirina hovane ya Narînê ji xemsariya malbatî wêdetir, eşkere dike ku li gund xirabiyeke rêxistinkirî heye. Hewl tê dayîn ev cînayet bê nixûmandin. Ev hewldan bi xebateke organîzekirî ya ji bo nixûmandina toreke qirêj a di nava dewletê de tê girêdan. Ev têkiliyên kûr ên di pêvajoya lêpirsînê de eşkere bûn, dijwariya bûyerê zêdetir kir û gel xist nava lêpirsîneke kûr.
Narîn Guran 21’ê Tebaxa 2024’an hate qetilkirin û navê windabûnê danîn ser. Cenazeyê wê piştî 19 rojan 8’ê Îlonê li Çemê Egertutmaz hate dîtin. Cenaze di nava telîsekî de xistibûna avê û serê vê bi keviran girtibûn. Ev yek eşkere kir ku cînayet bi baldarî hatiye plankirin û ji bo nixûmandina delîlan organîzasyonake cidî heye. Piştî bûyerê bêdengiya organîze ya xelkê gund û malbatê û bi îxbarên nerast hewldana nixûmandina cînayetê, bûyerê tevlîhevtir kir. Lê li gorî raporên tiba edlî derket holê ku Narîn a 8 salî bi xeniqandinê hatiye qetilkirin.
TÊKILIYA ENSARIOGLU Û HUDA-PAR’Ê
Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu hene. Li gorî îdiayan, bi telefonê Ensarioglu geriya wî xist dewrêyê û lêpirsînê beralî kir. Daxuyaniya Ensarioglu ya “dostê malbatê” ji aliyê raya giştî ve weke hewldana nixûmandina bûyerê hate nirxandin. Îdiayên ku tê gotin têkiliya Nevzat Bahtiyar bu Hîzbûllahê re heye, bi şêweyê veşartina cenazeyê ku teslîmî wî hatiye kirin, balê dikişîne. Xwînsarî û plana wî ya di veşartina cenazeyê de nîşan da ku ev hovîtî ne tenê sûcekî kesî ye û dibe ku li pişt bûyerê çêkerekî kûr û organîzekirî hebe.
HEVKARIYA BÊDENGIYÊ YA LI GUND
Piştî windabûna Narînê bêdengî û hevkariya rêxistinkirî ya li gund, asta hewldanên ji bo nixûmandina cînayetê eşkere kir. Xelkê gund û endamên malbatê ji bo cenaze neyê dîtin bêdeng man. Hewldanên îxbarên sexte û ji holêrakirina delîlan nîşan da ku ev cînayet ji cînayetî edlî wêdetir e. Bi taybet malbat ji bo windabûna Narîn veşêre hewldaneke mezin nîşan da.
Balafirgeha Amedê ji bilî ku balafirgeha NATO ya herî mezin e, yek ji balafirgehên ku hem ji bo armancên leşkerî hem jî sivîl tê bikaranîn. Ji ber van taybetmendiyan dora balafirgehê her tim bi kamerayên MOBESE tê şopandin. Gundê Narînê jî li kêleka vê balafirgehê ye.
Di bûyereke ku li qadekî wiha de pêk hat, negirtina tedbîrên ewlehiyê û kontolnekirina kamerayan gumaneke mezin çêdike. Li gorî îdiayan apê Narînê, Salîm Guran bikaranîna têkiliyên xwe yên qirêj ên di nava dewletê de hewl daye lêpirsînê binixûmîne. Di vê çarçoveyê de tê îdiakirin ku Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarioglu jî tevlî bûyerê bûye. Di encama zexta raya giştî û çapemeniyê de qeydên MOBESE’yê hatin lêkolînkirin û agahiyên ku bûyerê eşkere bike, hatin bidestxistin. Piştî ku qeydên MOBESE yên qada leşkerî hatin lêkolînkirin, têkilliya di navbera Nevzat Bahtiyar û cînayetê de hate dîtin.
Îdiayeke din a derbarê bûyerê de ew e ku Salîm Guran bi bernameyeke taybet nameyên xwe yên WhatsAppê jê biriye. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên Salîm Guran di nava dewletê de xurt e û van têkiliyan bi kar tîne. Îdiaya ku li Edliyeya Amedê hat axaftin ew e ku piştî Salîm Guran telefonî Ensarîoglû kiriye û jê re gotiye yan alîkariya nixumandina bûyerê bike yan jî wê her tiştê ku dizane eşkere bike. Nivîs û tevgera Salîm Guran ê binçavkirî ne tenê bû sedem ku bûyer were tarîkirin, di heman demê de gumanên têkiliyên qirêj ên di nava dewletê de jî bi xwe re anî. Ev rewş ji cînayeteke gundî ya asayî wêdetir, hebûna şebekeya sûcê organîze ya têkiliyên kûr nîşa dide.
Kesên derdora malbata Guran ên li gund, parçeyekî şebekeya ku ji berê heta niha bi dewletê re di nava têkiliyên qirêj de ne tên bibîranîn. Tê gotin ku têkiliya gund bi Hizbûl-Kontra ya ku bi taybetî di salên 90’î de li herêmê çalak bû, hene. Şêweyê Nevzat Bahtiyar a veşartina cenazeye Narînê, îfadeyên wî yên ku her tim diguherin û ji roja ewil ve HUDA-PAR di asta serokatiyê de di bûyerê de cih girt, fikarên ji bo veşartina bûyerê zêde kir. Ev rewş îdîaya ku dibe rêxistinên weke Hizbul-Kontra li pişt qetilkirinê be xurtir kir.
ÎDÎAYA DEPOYA ÇEKAN
Di bûyerê de xaleke din a balkêş jî ew bû ku bersûc Salîm Guran got ku wî peyamên xwe yên WhatsAppê ji ber 350 guleyên ku di depoya birayê wî Arif Guran de hatine dîtin jêbirin. Van guleyana îdiayên li ser hebûna depoyên çekan ên neqanûnî ku di bin kontrola dewletê de li gund hene xurt kirin. Tevî van tespîtan jî ji ber ku derbarê guleyan de agahî nedan çapemeniyê û li derveyî lêpirsînê hat hiştin û hewl hat dayîn bê jibîrkirin. Ev jî rê li ber pirsan vekir.
LÊPIRSÎN Û BINPÊKIRIN BIRYARA NEPENÎTIYÊ
Lêpirsîna derbarê qetilkirina Narînê de tenê ji aliyê cendirme û dozgeriya pêwendîdar ve hat kirin. Lê belê li gorî biryara Baroya Amedê tu belge û îfadeyên nivîskî nedan parêzeran. Her çend di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê hatibe dayîn jî, ji aliyê rayedarên ku ev biryar dane de bi awayekî veşartî dane çapemeniyê. Parêzeran bi gotina, “Eger agahî derbikevin wê ji me gumanê bikin” û ji bo lêpirsînê bi rêkûpêk bimeşe tu girtekên îfadeyê negirtin. Tevî ku biryara nepenîtiyê hebû jî, di rojên ewil de yekane delîlên derbarê bûyerê de îfadeyên Nevzat Bahtiyar bûn. Ev jî bi destê rayedarên ku lêpirsînê bi rê ve dibin bi awayekî veşartî dane çapemeniyê û vê yekê jî bi armanca beralîkirina lêpirsînê kirin. Yên lêpirsînê dimeşînin tevî biryara nepenîtiyê ev agahî derxistine holê, ji bo dem qezenc bikin û rê li ber tunekirina delîlan vekir. Di vê pêvajoyê de gumana ku “destekî tarî” tê de heye û hewl tê dayîn tiştekî din a ku bûyer ji qetilkirina zarokan wêdetir veşêre, nehatiye bersivandin. Tevî ku li ser dosyayê biryara veşartî heye jî eşkerekirina belgeya derbarê peyamên WhatsAppê û di îafedayên dozgeriyê de li gel rapora tiba edlî ya “Li ser cenaze nimûneya DNA’yê tine ye” rewşeke balkêş derdixe holê. Gelo bi eşkerekirina vê belgeyê peyama “em te diparêzin” ji sûcdaran (Salîm Guran) û yên derve re tê şandin?
GELO BILINDKIRINA ASTA AVÊ TESADUF E?
Her wiha 3-4 rojên bûyerê DSÎ av berda ser çemê Egertutmazê û asta ava wê bilind kir. Li DSÎ kê av zêde kir? Wek tê zanîn endamekî malbata Guran di DSÎ de dixebite. Bilindkirina asta avê ne tesadufî ye; ji ber ku ev rastiyeke tê zanîn ku av nimûneyên DNA’yê tine dike. Di vê rewşê de pirsa gelo ji bo laş di nav avê de winda bibe wisa kirin, were pirsîn. Ji bilî vê, heta veşartina cenaze di bin avê de jî pisporiyê dixwaze. Vê rewşê gumana ku pisporên edlî û yên vî karî baş dizanin malbatê araste kirine, xurtir dike.
LI SER NAVÊ MALBATÊ KÊ OPERASYONA BÎRBIRÎ KIR?
Birayê Narîn Baran Guran ê ku ne di nava bûyerê de ye û demeke dirêj ne li gund bû, di nava malbatê de yekane kesê ku weke gumanbar nehat binçavkirine. Baran li derveyî malbatê ji bo lêpirsînê heta dawiyê bişopîne serî li Baroya Amedê da û têkoşîna hiqûqî da destpêkirin. Lê belê geşedaneke din a girîng ku berovajî herikîna jiyanê ya asayî bû û nehat pirsîn, daxuyaniya ku li ser navê malbatê ji çapemeniyê re hat şandin e. Ev daxuyaniya ku li ser navê malbatê hat dayîn, hewldanek ji bo berovajîkirina rewşê bi rengekî ku destdirêjî û kuştina navmalê û her wiha kuştina zarokekî bi hêzên derve ve girê bide bû? Kê ew daxuyanî nivîsand? Dema hemû endamên malbatê hatibûn binçavkirin çima pêwîstî bi operasyonek wiha dîtin û peyam dane kê? Qetilkirina Narîn hê jî sira xwe di nav çerxa torên qirêj ên dewletê de didomîne. Têkiliyên li pişt bûyerê û eşkerekirina belgeyan û hewldanên ji bo veşartina bûyerê ne tenê beralîkirina pêvajoya hiqûqî; di heman demê de nîşaneyê hebûna pergalek mezin a ku di kûrahiya bûyerê de ye eşkere dike.