Pêşbirka Helbestan ku ji bo bîranîna yek ji helbestvanên nûjen ê Kurd Arjen Arî tê lidarxistin, îsal cara 13’emîn deriyên xwe li pênûsên nû vedike. Pêşbirka ku ji aliyê malbata Arî û Weşanên Sor ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, dixwaze ziman û wêjeya Kurd bi nirxên gerdûnî re bigihîne hev.
Pêşbirk ji her helbestvana-ê ku helbesta xwe di pirtûkekê de nehatiye weşandin vekirî ye. Berhem tenê divê bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û bi tîpên Latînî be. Beşdar divê berhema xwe ya ku beriya niha xelat wernegirtiye herî dereng heta 1’ê Nîsanê pêşkêş bikin.
Berhemên ku di pêşbirkê de bikevin dereceyê wê ji aliyê Weşanên Sor ve bi rengê pirtûkê bêne weşandin. Her wiha wê ji bo kesayetek ku tevkariyê li daxwaza wekhevî û têkoşînê ya zimanê Kurd dike ‘Xelata Rûmetê’ bê pêşkêşkirin.
Ji Weşanên Sor Rojhat Tûrgût têkildarî pêşbirkê got, “Dema ku Arjen Arî ji nava me koç kir, me zanîbû ku rêya herî bi wate ya xwedîderketina li helbestvanekî ew bû ku di navbera helbestên wî û gel de têkiliyekê dînıin. Ji bo xurtkirina vê têkiliya ku Arjen Arî bi xwe danî bû, ji bo bîranîn û xwedîderketina li mîrateya wî ya wêjeyî bi malbata wî re me biryar dan ku pêşbirkeke bi vî rengî ya helbestê lidar bixin.”
Rojhat Tûrgût diyar kir ku pêşbirk tevkariyê li helbesta Kurd, li zimanê Kurd dike û bi saya vê yekê jî her sal helbestvaneke-î ciwan xwe digihîne xwendevanan.
Rojhat Tûrgût her wiha anî ziman ku bi saya pêşbirkê her sal weşanxaneya wan dosyayeke helbestan a helbestvaneke-î ciwan çape dike û got, “Heta niha 10 pirtûkên helbestan ên ciwan hatin weşandin.”
Di pêşbirkê de ku encamên wê di 15’ê Gulana 2026’an di Cejna Zimanê Kurd de wê bê ragihandin, jûrî wê ji Necla Arî, Berken Bereh, Gulîzer, Nûroj Mûnzûr û Emerîkê Sidîqayê pêk bê. Serlêdan jî wê li ser navnîşana [email protected] bê qebûlkirin.

