Duşem, 12 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî xeterî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mûstafa Tekîk hevrêyekî gelekî hêja bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afirîner û ragirê çanda Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara min a destpêkê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Pêvajo bi pêşengiya jinan wê bigihije serketinê
Jin

Pêvajo bi pêşengiya jinan wê bigihije serketinê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kirin ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kirî, wê bi pêşengiya jinan bigihije serketinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet bûn ku di Stêrk TV de hate weşandin. Sozdar Avesta û Evîndar Ararat têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin kirin.

 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîniya banga dîrokî ya Rêber Apo ku li hemû cîhanê deng veda û wiha got: “Destpêkê ez hezkirinên xwe ji Rêber Apo re radigînim. Rêber Apo banga dîrokî kir. Em di meha Adarê de ne, ez di şexsê şehîdên 8’ê Adarê û Newrozê, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Li Kurdistan û dervey welêt, li hemû qadan Dayikên Aştiyê, dayikên şehîdan, Dayikên Şemiyê, gelê me, dostên me, jinan, ciwanan, enternasyonalîstan silav dikim ku guh dane banga dîrokî ya Rêber Apo. Roja 27’ê Sibatê banga Rêber Apo weke roja cejnê hate pêşwazîkirin. Bi rojane tê nîqaşkirin ku ev bang çiqasê girîng û bi nirx e.

Rêber Apo pêvajoyek nû da destpêkirin. Bê guman ev pêvajo tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd na, ji bo hemû mirovahiyê rê û rêbazeke nû pêş dixe. Rêber Apo di Newroza 1973’yan de li paytexta Tirkiye Enqereyê dest bi meşa azadiyê kir. Ev meş ji 27’ê Sibatê û vir ve derbasî qonaxeke nû bûye. Lewma pêvajo ev qasê girîng e. Her kes pêvajoyê erênî dibîne. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di bin navê ‘terorîzmê’ de hatibûn qedexekirin. Dema qala Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dihat kirin, her kesê çav û guhê xwe digirt, nedixwest rastiyan bizane. Lê di vê pêvajoyê de bi taybetî ji sala 2015’an ve hinekî ev rewş şikest. Ji sala 2015’an ve berxwedaneke pir mezin hate raberkirin, gelek şehadet çêbûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav hate destpêkirin, kedên gelek mezin hatin dayîn. Ev jî bû sedemê şikestina tecrîdê.

Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Eniya Kurd zelal e, ji her kesê zêdetir aştî, demokrasî, yekîtî û mafên xwe dixwaze. Bangê li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bandoreke mezin çêkir. Her kesê têkildarî bangê daxuyaniyên pir erênî dan, em vê girîng û binirx dibînin. Divê her kesê ji bo bi ser ketina pêvajoyê daxuyanî dane, aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd xwestine bi rola xwe rabe. Di serî de gelê Kurdistanê, jinên Kurdistanê û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her demê zêdetir têkoşînê geş bikin. Daxuyaniyên erênî hatin dayîn, lê ev têrê nakin. Divê di qada siyasî û hiqûqî de gavên pêwîst bên avêtin. Tevgera me lewma agirbest îlan kir û bi rengekî hesas nêzî pêvajoyê bû. Ji bo çareseriya pirsgirêkê jî, xwedî biryardariyeke mezin e.”

EM BANGA RÊBERTÎ WEKE MÎLADEKÊ DIBÎNIN

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîn Ararat diyar kir ku Rêber Apo di her 8’ê Adarê de hewl dide mizgîniyekê bide jinan û destnîşan kir ku nameya Rêber Apo ji Meclîsa PAJK’ê re şandiye û banga wî ji bo wan diyarî û mizgîniyek e. Ararat anî ziman ku Rêber Apo di nameya xwe de ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, rol û berpirsyarî daye jinan û wiha pêde çû: “Rêber Apo ji dema avabûna tevgera me û vir ve, pir ji jinên Kurd bawer dike. Lewma jin bi taybetî jî dayik di serhildan û hemû qadên têkoşînê de pêşengiyê dikin. Lewma Rêbertî di vê pêvajoyê de jî ji jinan bawer dike û ji ber vê yekê berpirsyarî dide. Rêbertî her tim azadiya jinê esas digirt û hîna di sala 1977’an de gotibû, bi jina kole re şoreş pêş nakeve, eger jin azad bibe wê şoreş çêbibe.

Li ser vî bingehî tevgera azadiya jinê pêş xist. Gav bi gav kir ku jin tevlî perwerde û siyasetê bibin, sîstema Hevserokatiyê esas girt. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêş ketî jî, bi vê zihniyet, feraset û tecrubeyên dîrokî hate avakirin. Eger Şengal ji fermanê rizgar bûye, jinan pêşengî ji Şoreşa Şengalê re kiribe, ev jî bi saya keda Rêber Apo û nirxên ku di tevgera azadiya Kurd de ava kirine ye. Rêbertî hîna di salên 1990’î de felsefeya Jin Jiyan Azadî anî ziman. Lewma bi taybetî piştî berxwedana Rojhilat, felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî hemû cîhanê bû. Ji Hindistanê heta Latîn Emerîkayê, ji Ewropa heta Asyayê bi milyonan jinan bi zimanên cuda bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî armanca têkoşîna xwe diyar dikin. Bi van destkeftiyan û bi şoreşa jinê em pêvajoya nû pêşwazî dikin.

Em vê banga dîrokî ya Rêbertî, weke mîladekê dibînin. Ji ber ku Rêber Apo bi vê pêngavê dixwaze sînorên netew dewletê derbas bike, parçebûna ku netew dewletan di nava gel û baweriyan de çêkirî biguhere, ji bo aştî were herêmê dixwaze sîstemeke demokratîk û aştiyane ava bike. Şerê Cîhanê yê 3’yan navenda wê Kurdistan û Rojhilata Navîn e, li tevahî cîhanê krîzekê diafirîne. Hêzên navneteweyî di 200 salên dawî de ji bo berjewendiyên xwe, pirsgirêka Kurd bi kar tînin, Rêbertî jî niha li dijî vê yekê li ser bingehê xwişk-biratiya gelan û yekîtiyê dixwaze civakeke demokratîk ava bike. Ev rewş wê ji bo jinan jî avantajeke mezin çêbike, ji ber ku herî zêde jin ji van krîz û şeran bandor dibin. Lewma banga Rêbertî deriyê jiyaneke hîn demokratîk û azad ji jinan re vedike. Çawa ku em 8’ê Adarê mîna cejnekê pêşwazî dikin, pêvajoya Rêbertî dayî destpêkirin jî vê cejnê hîn zêdetir bi reng dike. Cejna gelan dike û deriyê yekîtiyê vedike. Divê em 8’ê Adarê li ser vê bingehê pîroz bikin.”

RÊBER APO: HÛN LI HEMBERÎ MÊRÊ DEREWKAR Û ZALIM TÊK NEÇÛN

Sozdar Avesta hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û ev tişt bilêv kir: “Rêber Apo azadiya jinê weke têkoşîna heval Sara pênase kir. Em çiqasê rast têkoşîn û sekna heval Sara şîrove bikin, em ê ew qasê wate bidinê. Têkoşîna jinan îro weke şoreşekê pêş ket. Pêşengiya vê şoreşê jî jinên Kurd dike ku nîv sedsale li ser xeta Rêber Apo têdikoşin. Di vê rêyê de me berdêlên mezin dan, şehadetên giran çêbûn. Rêber Apo di nameya dawî ya ji PAJK’ê re şandî de dibêje, ‘Ez dizanim gelek şehadet û windahiyên we çêbûn, ez di ferqa vê de me lê hûn jî divê bizanin ku hûn teslîmî mêrê derewkar û zalim nebûn’. Ev li Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê û pêşengiya wê bi rengekî zelal pênase dike. Li Kurdistanê bi taybetî jî di 13 salên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sriyeyê têkoşîna jinê ya pêş ketî, belavî hemû cîhanê bûye.

Di roja me de jin ji aliyê sîstemê ve ji cewherê xwe qut bûne, sîstem dixwaze jinan weke amûrekê bi kar bîne. Têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê jî di vî warî de sînor derbas kirin. Li Rojhilata Navîn ji bo jinan bû hêviyek, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî hîn zêdetir gerdûnî bû. Hemû jinan dîtin ku ew li dijî sîstema desthilatdariya mêr, xwedî hêza têkoşînê ne. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhammedî de hemû jinên ku li zindanên Îranê rû bi rûyê îdamê mane silav dikim. 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr û girtiyên li zindanan pîroz dikim. Rêber Apo di nameya xwe de behs dike ku jin wê çawa beşdarî pêvajoyê bibin. Dibêje, ‘Serketina vê pêvajoyê bi tevlîbûn û pêşengiya we pêkan e. Jin bi gotin, rexne û nirxandinên xwe çiqasê bi rengekî bi wêrek beşdarî pêvajoyê bibin, ez jî wê ewqasî hêz ji we bigirim û pêvajoyê pêş bixim’. Ev jî bareke hîn girantir dide me jinan. Lewma divê hemû jin vê pêvajoyê rast binirxînin, baweriya me tam e ku wê wiha be.

Em di tevahiya têkoşîna azadiyê de bûn şahidê vê yekê; Jinên Kurdistanê û Rêber Apo mîna goşt û neynok in. Jin divê li hemû qadan xwedî li pêvajoyê derkevin, hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hem jî têkildarî parastina şoreşê û destkeftiyan divê civîn, çalakî û nîqaşan pêk bînin. Ji ber ku serketina vê pêvajoyê bi rastî jî girêdayî pêşengiya jinan e. Li tevahî cîhanê komkujiyên jinan ên pir mezin çêdibin. Netew dewlet ji bo fetisandina jinan, ew xistine nava tengasiyê, li dijî vê yekê divê jin li her derê xweparastinê pêş bixin. Weke tevgera azadiyê hêza me ya YJA Starê li hemû qadan têkoşîneke bê hempa dimeşîne, bi vê wesîleyê ez hemû şervanên azadiyê yên jin û gerîlayên azadiyê silav dikim. Ji bo pêvajo were vê astê berxwedaneke pir mezin raber kirin, şehadet çêbûn lê belê bi lehengiyeke mezin têkoşiyan. Dîsa zindan bi kadroyên PAJK, PKK û siyasetmedaran tejî bûne. Li Tirkiye, Îran û gelek deverên cîhanê jinên ku ji bo hebûna xwe têdikoşin, rû bi rûyê zilmeke mezin dimînin. Tevî van hemûyan jin ji bo cîhaneke bêşer û bêkoçberî li hemû qadan têdikoşin.”

PÊVAJO HEM HÊVÎ DIDE HEM JÎ XETERÎ DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE

Evîndar Ararat, destnîşan kir ku pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpê kirin hem hêvî dide hem jî xeterî di nava xwe de dihewîne û got ku pêvajoyên aştiyê ji dîrokê heta roja me ya îro bi hêsanî pêk nehatine. Ararat, anî ziman ku divê navaroka banga Rêber Apo baş bê fêmkirin û wiha domand, “Ji bo pêşengî ji pêvajoyê re bê kirin, divê em banga Rêbertî rast fêm bikin. Ne mîna ku her tişt wê di nava du rojan de çareser bibe, ne jî gelek bi guman û fikar nêzîkatî divê. Ev herdu nêzîkatî jî xetereyê çêdike. Ji ber vê yekê, misogeriya serketina vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêber Apo 26 sal in di bin tecrîd û êşkenceyeke giran de ye. Tevî vê yekê jî gaveke bi vî rengî avêt. Ev yek mezinahiya Rêbertî û baweriya wî ya bi jiyana demokratîk, azad û bi hev re nîşan dide. Pêwîste gelê me li kesên dixwazin vê pêvajoyê berovajî bikin baldar bin. Rêbazên şerê taybet bi awayekî cuda tên meşandin.

Kesên ku berjewendiya wan di berdewama şer de heye, helbet naxwazin şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de bi dawî bibe. Kesên bi vî rengî di nava dewleta Tirk de û di nava Kurdan de jî hene. Di nava hêzên navneteweyî de jî hene. Ji ber ku her kesî li ser dewleta Tirk û şerê PKK’ê ji bo berjewendiyên xwe siyaset meşandine. Rêbertî niha dixwaze van hemûyan ji holê rake. Ji ber vê yekê, yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin, dixwazin xera bikin, yên dixwazin bêhêvîtiyê biafirînin wê hebin. Ji ber vê yekê, weke jin ji bo pêvajo bi ser bikeve divê em bi hemû hêza xwe xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber ku niha li cîhanê herî zêde jin bi komkujiyan re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê her roj cînayetên jinan pêk tên. Dîsa pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî di asta herî jor de ne. Lê eger ev pêvajo bi ser bikeve, eger Tirkiye demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe wê her kes azad bibe.

Bi taybetî gelê Kurd, jinên Kurd, dayik û her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin divê destûrê nedin bêhêvîtiya ku tê xwestin bê avakirin. Divê rê nedin ferasetên ku dibêjin di nava partiya me de parçebûn heye. Ez dikarim bi xwe bawer ji her kesê ku dixwaze ev pêvajo bi ser bikeve re bibêjim; Em yek in, yekîtiya me bi hêz e, em xurt in. Ji ber ku jinên Kurd xwedî tecrûbeyeke 50 salî ne, bi sedan saziyên me hene, me gelek krîz derbas kirine. Ev şoreş krîzên ewqas mezin jiyane ku, niha tiştek ku li pêşiya wê bibe asteng nemaye. Ji bo xurtkirina destê Rêbertî, ji bo misogerkirina serketina pêngavên ku diavêje, divê em hemû sazî û civakê seferber bikin. Ez bawerim em ê encamê bigirin û jin wê di vê pêvajoyê de bibin xwedî destketiyên herî mezin.”

‘DIVÊ JINÊN TIRKIYÊ JÎ CIHÊ XWE DI NAVA VÊ PÊVAJOYÊ DE BIGIRIN’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, jî destnîşan kir ku 26 sal in Rêber Apo di esaretê de ye û paradîgmaya civaka demokratîk a di vê pêvajoyê de Rêber Apo bi pêş xistiye bandoreke mezin kiriye û wiha got, “Ji bo ev paradîgma li Tirkiyeyê bi bandor nebe gelek rêbazên şerê taybet hatine meşandin. Ji bo civaka Tirkiyeyê, jinên sosyalîst, demokrat, kedkar qala tevgerê nekin an jî tevlî nebin, tevgera azadiyê weke ‘teror’ bi nav kirin. Ji bo vê jî hemû rêbazên faşîst û şidetê bikar anîn. Ji bo vê jî jinên Tirkiyeyî di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê de weke ku tê xwestin xwe bi rêxistin nekirine. Ev jî ji bo me rexnedayînek e. Ji ber ku ew xelek hinekî şikest, lê bi sînor ma. Ji ber vê yekê divê di vê demê de li her derê ji jinên li Tirkiyeyê re qala paradîgmaya Rêber Apo bê kirin. Çima ev pêvajo divê bi serketinê bi encam bibe, divê bê ravakirin. Divê jinên Tirkiyeyê yên ku bi rastî jî komara demokratîk dixwazin vê pêvajoyê paşguh nekin. Pêwîste tevlî pêvajoyê bibin. Divê derewên ku jin û civakê parçe dikin bên beralîkirin û ji van zextan rizgar bibin. Ez vê yekê gelek girîng dibînim.

Ji bo ku jinên li Tirkiyeyê ji banga Rêbertî bandor nebin, beriya çend rojan li dijî saziyên şoreşger, demokrat û sosyalîst operasyoneke berfireh hat pêkanîn. Dîsa ji bo pêşî li pêşketina pergala hevserokatiyê ku di heman demê de qezenca jinan e bigire operasyonên mezin pêk anîn, siyasetmedar girtin û şaredarî desteserkirin. Ji beşdarbûna jinan a pêvajoyê ditirsin. Ji ber ku eger jin azad bibe, wê civak azad bibe. Têkoşîna jinên Tirkiyeyê jî gelekî bi qîmet e. Di wê demê de jî xwedî têkoşînên mezin bûn û di avakirina Komarê de jî kedên mezin dan. Jinên Kurd jî li vê derê kedeke mezin dan. Bi hev re têkoşiyan. Lê belê divê ev parçebûna ji aliyê zîhniyeta netewe dewletê ve hatiye çêkirin, êdî ji holê bê rakirin. Ez ji vir bang dikim; Divê hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn bi awayeke rasttir nêzî 8’ê Adarê û pêvajoya pêş bibin. Divê ji xwendina ramanên Rêber Apo û naskirina Tevgera Azadiyê netirsin.

8’ê Adarê ya îsal rastî pêvajoyek bi vî rengî ya girîng û dîrokî hat. Divê jin bi hêvî û baweriyeke mezin, bi ruhê berxwedanê biherikin qadan. 8’ê Adarê û Newroz serdemên dîroka têkoşîna azadiyê ne ku berxwedana gelê Kurdistanê û ya jinan gihîştiye lûtkeyê. Di vê pêvajoyê de wê herî zêde jin û ciwan li qadan bin. Jin û ciwan wê di vê 8′ ê Adarê û Newrozê de jî erka xwe ya dîrokî bi cih bînin. Li ser vê bingehê ez hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonalîst, dostên me, her kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kete nava tevgerê, ji xelatgirên Nobelê yên ji bo azadiya fîzîkî tevlî pêngavê bûn heta her kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dua kirin, 8’ê Adarê û Newrozê pîroz dikim. Careke din bang li hemû jinan, bi taybetî bang li Dayikên Aştiyê, dayikên gerîla, dayikên girtiyan, jinên têkoşer, gerîlayên azadiyê ku 50 sal in di nava vê têkoşînê de cih digirin dikim; Azadî ji her demê bêhtir nêz e û destketiyên di encama hewldanên we yên mezin ên heta niha de hatine bidestxistin wê mayînde bibin.

RÊBERTÎ JI BO PÊVAJO BIGIHÊ SERKETINÊ BERPIRSYARÎ DA SER MILÊ JINÊ

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ararat bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev peyam da: “Ev 8’ê Adarê ji 8’ê Adarê yên berê cudatir e. Ji ber ku mizgîniya Rêber Apo û gavên dîrokî yên ku wî avêtine hene. Weke min got, ji bo serketina vê pêvajoyê Rêbertî berpirsyarî daye ser milê jinan. Em 8’ê Adarê hem bi hestên vê berpirsyariyê hem jî bi coş û kelecana pêngava ji aliyê Rêbertî ve hatiye avêtin, pêşwazî dikin. Sala 2024’an bû saleke ku di têkoşîna azadiya jinê de berdêlên gelekî giran hatine dayin. Li hemû parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê me komkujî, mirin, şer û krîz jiyan. Me saleke giran li pey xwe hişt ku hem destketî hem jî êşên mezin lê bûn. Ev her du sedem jî divê bibin sedem ku em 8’ê Adarê bi rengekî cuda silav bikin. Ji ber vê yekê divê 8’ê Adarê ya îsal li her qadê bi awayekî girseyî, bi beşdariya hemû jinan ji 7 salî heta 70’ê salî were pîrozkirin.

Li vir pêşengiya jinên ciwan gelekî girîng e. Di aliyê tevlîbûna pêvajoyê de jî rewş bi vî rengî ye. Tevlîbûna ciwanan hem li 8’ê Adarê, hem Newrozê û hem jî pêngava ku Rêbertî dayî destpêkirin pir krîtîk e. Divê hestên radîkal ên ciwanan jî di vê pêvajoyê de bikevin dewrê û bi vî rengî tevlî pêvajoyê bibin. Niha li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirine jî, bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê tên cem hev. Ev jî bi banga Rêbertî ve girêdayî ye. Divê em 8’ê Adarê û Newrozê bi coşeke mezin pîroz bikin. Ev coş jî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibe wesîle. Divê em bi vê îdîa, biryardarî û têkoşînê beşdarî pêvajoyê bibin. Divê em 4’ê Nîsanê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertî re misoger bikin. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê li Rêbertî, hemû jinên têkoşer, hevrêyên me û dayikên me yên li her qadê xebitîn û berdêl dan û li ber xwe dan, pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE wê nema îstîxbaratê bide Kievê
Nûçeya Pişt re YPJ: Em ê sala 2025’an bikin sala azadî, aştî û wekheviyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ya Memyan çîrkokeke avabûnê ye

Ya Memyan çîrokeke avabûnê ye ku kariye bibe hevrêyê kedê û cewhera PKK’yîbûnê bi dest…

Ji aliyê Stêrk TV

17 saziyan ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû bang kirin

17 saziyên li Wanê xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku bi sendyeyê birin girtgîehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dîmenên Kongreya PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?