Hevdîtina komîsyona ku bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê hate avakirin, bi Rêber Apo re, di raya giştî de hêviya çareseriyê zêde kir. Welatiyên ku li benda avêtina gavên şênber in, banga dawîkirina bêedaletiyên hem li girtîgehan hem jî li derve kirin.
Xizmên girtiyan piştî hevdîtinê, banga avêtina gavên hiqûqî kirin û destnîşankirin ku berdana girtiyên nexweş û girtiyiên berdana wan hatiye taloqkirin wê hêviya çareseriyê zêde bike.
Xizmên girtiyan û Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal gotin, “Divê em aştiyê li her qadê bibînin” û destnîşan kirin ku divê dawî li binpêkirinên li girtîgehan bê anîn.
Li beramberî van bangan hemû, yekane gava Wezareta Edaletê zêdekirina hejmara girtîgehan û gîrtîgehên tîpa bîrê bû.
Xizma girtiyan Sulhiye Saruhan banga bidawîkirna van pêkanînan kir û diyar kir ku pêvajo bi girtîgehan re ne sînordar e, divê binpêkirinên di her qadê de bi dawî bibin. Saruhan diyar kir ku girtî û malbatên wan hîna jî rûbirûyê êşkenceya lêgerîna tazî û zextan tên û destnîşan kir ku divê lîjneyên ku wekî dadgehê tevdigerin bêne rakirin.
‘WEZARETA EDALETÊ DIVÊ BÊDENG NEMÎNE’
Sulhiye Saruhan diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û Lîjneyên Çavdêrî û Îdareyê bên betalkirin û wiha got, “Niha her tişt bi heman rengî dewam dikin, divê ev pêvajo bandora xwe li girtîgehan jî bike. Divê rewşa girtiyan bê başkirin. Ji bo ku em bawerî li wan bînin, divê gavekî şênber bê avêtin. Li hemberî van zextan, divê em bi girtiyan re dengê xwe derxin. Çavê girtiyan niha li derve ye, em dengê wan in û divê em vê dengê bilind bikin. Divê Wezareta Edaletê vê dengê bibihîze; ger qala çareseriyê dikin, bila li her qadê çareseriyê pêk bînin.”
‘BILA BI GAVÊN MIROVÎ AŞTIYÊ AVA BIKIN’
Abdulvahap Burak ku hem keça wî û hem jî kurê wî girtiyên nexweş in, bilêv kir ku pêvajo tenê ji derve başbûnê ve diçe, lê tu bandor li girtîgehan nekiriye. Burak da zanîn ku girtiyan jî vê rewşê tîmî tînin ser ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Kurê min niha di hucreya yek kesî de ye. Ne dikare biçe kantînê, ne dikare werzîşê bike û ne jî dikare hevalên xwe bibîne. Keça min jî girtiya nexweş e; ji ber ku kurê min ceza girtiye, em ne dikarin hevdîtina telefonê bikin ne jî hevdîtina vekirî. Du zarokên min jî nexweş in, lê kes xwedî li wan dernakeve. Li pêşiya me pêvajoyeke pir zehmet heye.
Ji derveyî girtiyên nexweş, kesên cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Di vê pêvajoyê de, divê herî zêde ev bên ser ziman. Aştî bi vî rengî nayê avakirin. Dema qala aştiyê tê kirin, zextên li girtîgehan zêde dikin. Heta ku girtiyên nexweş neyên dermankirin, kes nikare qala mirovahiyê bike. Yekane daxwaza me ew e ku ev pêvajo tavile pêşve biçe û gavên şênber bên avêtin. Divê nermbûna li derve, bandora xwe li girtîgehan jî bike.”
‘DEWLET LI SER GIRITYAN POLÎTÎKAYA TOLHILDANDINÊ DIMEŞÎNE’
Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal, bilêv kir ku pêkanînên di girtîgehên Tirkiyeyê de bi taybet li ser girtiyên siyasî, ji ber polîtîkaya neçareseriya pirsgirêka Kurd a dewletê ye.
Newroz Uysal bal kişand ser şewitandina înfazan, astengiyên ji bo tedawiyê û pêkanînên girankirî ya li hemberî girtiyên ji zû ve girtî ku di demên dawî de zêde bûne û wiha got, “Dewlet li ser girtiyan polîtîkayeke tolhilandinê dimeşîne. Tijîbûna girtîgehan, awayê nêzbûna li girtiyan û pêvajoyên darizandinê ne hiqûqî ne, peyameke siyasî ne.
‘DIVÊ GIRTÎ NEBIN MIJARA BAZARÊ’
Uysal, bi bîr xist ku di sala dawî de nîqaşên aştî û çareseriya demokratîk ji nû ve bûye rojev û tevî vê yekê jî tu guhertin di polîtîkayên girtîgehan de çênebûye û wiha got, “Ev helwest, nîşaneya israra di neçareseriyê de ye. Dewlet, gavên hiqîqû dereng dixe û zexta xwe ya li hemberî girtîgehan didomîne. Girityên siyasî îro di pozîsyona rehînê de têne girtin. Lê nabe ku mafên girtiyan bibe mijara bazarê; ev mafekî mirovî ya bingehîn û meseleyeke hiqûqî ye.”
Newroz Uysal got ku gava ewil a çareseriyê, vegera dewleta hiqûqê ye û wiha got, “Divê dewletê ji krîza hiqûqê derkeve. Tevgerkirina li gorî peymanên destûra bingehîn û navneteweyî jî wê gelek pirsgirêkên di girtîgehan de çareser bike; di serî de jî mafê hêviyê ya girtiyan. Heta ku girtîgeh jî bûyîna amûrekî ya neçareseriya pirsgirêka Kurd derkeve, wê têkoşîna me dewam bike.”

