Di rapora Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya ku di 3’yê Sibatê de hat eşkere kirin de hat diyarkirin ku di dema çalakiyên aştiyane yên li seranserê Tirkiyeyê de bi sedan kes hatine binçavkirin, 118 kes hatine girtin û di pêvajoyên binçavkirinê de îdîayên muameleya xirab û îşkenceyê hatine tomarkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku piraniya mudaxaleyan li hemberî daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên di çarçoveya civîn û meşên xwepêşandanê de hatine kirin.
Hevserokê Giştî yê ÖHD’ê Parêzer Serhat Çakmak vê tabloyê ku girtinên wê heta hefteya borî berdewam kirin nirxand û anî ziman ku tiştên diqewimin tenê wekî pratîkek ewlehiyê nayên girtin. Çakmak diyar kir ku li pişt berteka Kurdan a li hemberî geşedanên li Rojava daxwaza hemwelatiya wekhev heye û destnîşan kir ku bersiva dewletê ya di vê pêvajoyê de bi rêgêzên siyaseta demokratîk û dewleta hiqûqê re li hev nake. Çakmak anî ziman ku bersivên ji bo protestoyan rê li ber bikaranîna mafên destûrî girtiye û bûye sedema şikestinên civakî. Wî destnîşan kir ku pratîkên di pêvajoyê de hatine meşandin, di serî de daxuyaniyên çapemeniyê û meş, di bikaranîna mafên demokratîk de astengiyên cidî yên hiqûqî û polîtîk derxistine holê.
Serhat Çakmak anî ziman ku tiştên ji 6’ê Çileyê ve, yanî ji êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê ve qewimîne, careke din nîşan da ku pêvajoya tê meşandin çiqas nazik e. Çakmak bi bîr xist ku wan wekî sazî berê jî bal kişandibûn ser sabotaj û rîskên muhtemel û wiha got:
“Me wekî sazî di daxuyaniyên xwe yên berê de sabotaj û rîskên muhtemel ên li ser pêvajoyê diyar kiribûn. Nexasim geşedanên piştî 6’ê Çileyê li Tirkiyeyê qewimîn jî pratîkek ku vê yekê piştrast dike nîşan da. Mixabin ji ber ku parastineke hiqûqî ya pêvajoya destpêkirî tune ye û qanûnek sîwan nehatiye çêkirin, heta îro em her tim ber bi paş ve çûn.
Ev paşveçûn çi ye? Pêvajoyek di navbera dewlet û rêxistinê de tê meşandin û di vê pêvajoyê de hêviya avêtina gavên demokratîkbûn û hiqûqî heye. Heke li cihê ku pêvajo lê asê maye, pêkanînên antîdemokratîk, pêkanînên li dijî hiqûqê û derhiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan çêbibin, ev nabe gaveke li gorî ruhê pêvajoyê. Ev rewş, li pêşiya demokratîkbûna dewletê û ber bi dewleta hiqûqê ve çûna ku me wekî rêgêza bingehîn diyar kiriye, dibe asteng. Ji vî alî ve, mirov dikare bibêje ku pêvajoya ji 6’ê Çileyê ve tê jiyîn, her çend di vê qonaxê de astek hatibe derbaskirin jî, ne ezmûnekê baş bû.”
‘TÊ GOTIN KU HÛN NIKARIN MAFÊ XWE YÊ JI QANÛNÊ TÊ BIKAR BÎNIN’
Çakmak bi bîr xist ku Kurd bi salan e bi rêbazên cuda têkoşîna mafan dimeşînin û diyar kir ku têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk bi taybetî ji pêvajoyên şer û pevçûnan rasterast bandor dibe:
“Kurd ev sed sal in li vî welatî di nav têkoşîna mafan de ne û rêbazên curbecur bi kar tînin. Beşek li ser zemîna siyaseta demokratîk, di nav saziyên civakî û partiyên siyasî de xebatan dimeşînin, têkoşînê didin. Beşek jî wekî hûn dizanin, têkoşîna ku ji aliyê PKK’ê ve tê meşandin heye. Em wekî rêbaz rast dibînin an nabînin; ev ya şexsê kesî ye. Lê belê ji wê xala ku em lê ne, em têkoşîna saziyên demokratîk a li ser zemîna siyaseta demokratîk dinirxînin û wekî esas digirin. Her şer û pevçûna ku dewlet bi PKK’ê re dike, bandora xwe ya herî mezin li ser zemîna siyaseta demokratîk nîşan da. Welatiyên sivîl ên ku li ser zemîna siyaseta demokratîk xebatan dimeşînin bûn hedef. Nexasim mînakeke vê jî ev e.”
Çakmak bal kişand ser wê yekê ku asêbûnên di pêvajoyê de rê li ber astengkirina mafên destûrî vedike û destnîşan kir ku bingeheke hiqûqî ya binçavkirin û girtinan tune ye:
“Bi rastî tê gotin ku hûn nikarin mafê xwe yê destûrî yê ji qanûnê tê bikar bînin. Gava hûn bikar bînin çi dibe? Hincetek tê dîtin û hûn tên girtin. Nexwe gelo bingeheke qanûnî ya rastîn a bi sedan girtin û zêdetirî hezar binçavkirinan heye? Na, tune ye. Gelo îşkence û muameleya xirab wekî diyardeyekê dikare bê pênasekirin? Na, tune ye.
Em li hincetên girtinê dinêrin: ‘Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanê’, ‘li dijî polîsan derketin’. Ji bo van her du tîpên sûcan jixwe divê biryara girtinê nehatiba dayîn; li gorî rêgêza ‘pîvandarî’ ya di qanûnê de, divê serî li van tedbîran nehatiba dayîn. Mirovan bi sûcdariyên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘alîkariya rêxistina ku xwe fesh kiriye’ girtin. Ev paradoksa pêvajoyê ye. Ji mirovan re tê gotin ku hûn dikarin li ser zemîna siyaseta demokratîk her cure xebatê bimeşînin; lê di pratîkê de bikaranîna mafên bingehîn ên ku ne hewceyî guhertina qanûnê ne jî, tê astengkirin. Ev tiştekî nayê qebûlkirin e.”
‘EV TESTA SAMIMIYETÊ YA DEWLETÊ BÛ’
Serhat Çakmak diyar kir ku li pişt bertekên li hemberî geşedanên li Rojava, ceribandinek li hemberî helwesta dewletê hebû. Wî anî ziman ku vê pêvajoyê careke din nîşan da ku ferzkirina teslîmiyetê ji bo Kurdan nayê qebûlkirin:
“Sedemeke ku Kurdan li hemberî geşedanên li Rojava ewqas bertek nîşan da jî ev e. Lewre vê ezmûnê testa samimiyetê ya dewletê jî dipîva. Ev tiştekî wisa ye ku Kurd qebûl nakin. Eşkere ye ku ev teslîmiyet nayê qebûlkirin. Ev gel dibêje, ‘Ez li ser bingeha hemwelatiya wekhev, hemwelatîbûnekê dixwazim; ez pênaseya hemwelatiyê ya ku kodên faşîst ên sed sal berê hildigire qebûl nakim.’
Bersiva vê çi ye? Di qada pratîk de, gava hûn daxuyaniya çapemeniyê didin, dewlet we wekî hemwelatiyekî wekhev nabîne û her cure muameleyê li we dike: Girtin, binçavkirin, muameleya xirab û îşkence. Berî her tiştî divê em vê derbas bikin. Ji bo Kurdan şikestineke mezin çêbû û sedema vê şikestinê jî ew bû ku careke din bûn muxatabê van pêkanînan. Lewre dewletê gotibû, ‘Ez ê êdî vê muameleyê li welatiyê xwe nekim, ez ê di vê derbarê de guhertinên qanûnî bikim.’ Nexwe gelo ev ezmûn hat derbaskirin? Na.”

