Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo dawîbûna koçberiya bi salan, gaveke girîng diavêjin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên ku salên 2018 û 2019’an dewleta Tirk û çeteyên bi piştgiriya wê li ser Efrînên pêk anîn, êrîşên 27’ê Kanûna 2024’an li dijî rejîma Baas hatin pêkanîn û êrîşên ku 6’ê Çileya 2026’an komên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk pêk anîn ji herêmên Efrîn, Şehba, Heleb, Serêkaniyê û Girê Spî zêdeyî 450 hezar kes ji cihên xwe hatin kirin û neçar man ku koçî bajarên din ên Rêveberiya Xweser bikin.
Çileya 2026’an navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê peyman hate îmzekirin, di peymanê de vegera gelê ku bi zorê ji cihê xwe hatî kirin weke yek ji maddeyên esas cih girt. Peyman 29’ê Çileyê hate îmzekirin û 30’ê Çileyê ji raya giştî re hate ragihandin.
Di vê çarçoveyê de Komeleya Civakî ya Efrînê 16’ê Sibata 2026’an ragihand ku wê zêdeyî 400 malbat vegerin Efrînê. 22’yê Sibatê şandeya ku ji Fermandarê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava Mahmud Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê ya Şamê Merwan El Elî û Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Muhammed Abdulganî pêk dihat, çû Efrînê û bi rayedarê HÊzên Ewlekariya Hundirîn a Efrînê Suraka Amurî re hevdîtin kir.
Di civînê de mekanîzmaya vegera bi ewle ya gel bi hûrgûlî hate nirxandin û her du aliyan jî girîngiya vê pêvajoyê destnîşan kiribûn.
Pêvajo bi serdanên sahê û hevdîtinên rasterast bi gel re, bi lez ket. Mahmud Xelîl (Siyabend Efrîn), duh (7’ê Adarê) li ser platforma X’ê daxuyanî da û ragihand ku ji bo vegera gelê ku ji Efrînê hatî koçberkirin, kar û barên pêwîst bi fiîlî hatin destpêkirin. Hat diyarkirin ku ev pêşketin bi saya serdanên sahê, hevdîtinên şandeya serokkomariyê û guhdarkirina bendewariyên gel pêk hat.
Mahmud Xelîl ev gav weke “gaveke esas a ji bo ewlehî û îstiqrara Sûriyeyê” nirxand. Xelîl destnîşan kir ku bi vegera gel a di nava rûmet û baweriyê de divê dema koçberiya bi zorê bi dawî bibe û got, “Heta ku koçberê dawî jî vegere mala xwe, wê hewldanên me bidomin.”
DÎROK Û ROTAYA LIV Û TEVGERA KONVOYA DESTPÊKÊ
Li gorî Xelîl, konvoya destpêkê ku ji 400 malbatan pêk tê, wê 9’ê Adara 2026’an di saet 10.00’an de li Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê kom bibe û bi rê bikeve.
Li gorî çavkaniyeke taybet a ji ajansa me re axivî, ev konvoy wê bigihije sê bajarokên Efrînê: Cindirês, Mabeta û Şiyê. Hat ragihandin ku konvoy wê li Efrînê ji aliyê gelek kesan ve were pêşwazîkirin.

