Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî Newrozê peyamek nivîskî da.
Di destpêka peyamê de ev hate gotin: “Newroz ji bo Kurdan ne tenê nûbûna xwezayê ye, belkû sembola têkoşîn û xweragirê, rabûn û jiyanê ye. Ji bo wê Newrozên li Rojhilatê Kurdistanê salên dûr û dirêjin bûye derfetek ji bo têkoşînkirina li dijî siyaset û kevneşopiya Komara Îslamî, hemû salên xelkê Kurdistanê bi wêrekiya ji çiyayan û xweragiriya azadiyê, çoka rejîmê û vîna wê li erdê daye. Destkeftiyên civaka sivîl ya ji bo birêvebirina Newrozê girîngin. Ev destkeftî encama têkoşîna bê westan ya gelê Kurd û hêzên siyasî ya bi salan ku li hemberî her cûre tundî, çewisandin, bikaranîna her cûre siyaset û komployên Komara Îslamî serê xwe netewandiye û çok nedaniye erdê.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rejîma Komara Îslamî agirê şer li herêmê pêxistiye û got: “Berî vî şerî bi hezaran xwepêşanderên azadî yên li ser kolanên Kurdistan û bajarên din yên Îranê qetil kirin û bi hezaran kes jî girtin avêtin girtîgehê. Li gel vê hemû mafê siyasî, netewî û civakî yê Kurdan û bi taybet jinên Kurd li welatê xwe kiriye cehenem. Niha jî ji ber polîtîkayên xwe yên xirab û piştgirîkirina terorîzma dewletê pêşîgirtina aramî û aştiyê ya li herêmê û cîhanê şereke mezin destpê kiriye. Rojane navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi muşek û dronan dike armanc. Bi wê xeyalê ku wê pêşiya têkoşîn û xebata rizgariyê bigire. Bê guman, ev êrişên dawî ya rejîmê ya di qonaxa sekeratê de ye ne nîşana bihêzbûnê ye.”
Di beşek din ya daxuyaniyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser cejna Newrozê û ev got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezine. Li aliyekê partiyên têkoşer di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek. Li aliyê din beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.
Di pîrozbahiya Newrozê de ji bo xelkê Kurdistanê piştrast dikîn ku ne muşek, ne teror û ne jî zexteke siyasî û ewlehiyê wê gavên me sist nekin. Em ê hemû bi yekrêzî û Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê ber bi qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê ve ku siberoja me diyar dike û ber bi serketineke nêzîk û ronîtir ve diçîn.
Cejna Newrozê û hatina sersalê li gelê Kurd pîroz dikîn, şehîdên xwe bibîr tînîn. Bi taybet şehîdên serhildana dawî yên li Kirmanşan, Îlam û herêmên din yên jêra Kurdistanê bibîr tînîn. Li dijî êrişên muşekan yên rejîma Komara Îslamî daxwaz ji xelkê Kurdistanê ew e; hemû bi beşan xebat bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin divê qonaxa hestyar de û destkeftiyên xebatên bi salan biparêzin.
Careke din, di vê Newrozê de peyama xebat û têkoşînê nû dikîn. Bi serdanîkirina malbatên şehîdan, zarokên wêrek yên welat bibîr tînîn û bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serketinê ve gav bavêjin.”

