Çarşem, 3 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kujerê ku Rojda qetil kir, li qereqolê pê hesiya ku giliyê wî hatiye kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber strana Kurdî ceza li rêveberekî DEM Partiyê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê hepsê li 2 welatiyan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê tîmên agirkujiyê seferber bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ jinên ku li Mûsilê bi komî hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyama NPG’ê ya ji bo Newrozê: Ji bo azadiya Rêber Apo gerîla wê erka xwe pêk bîne
Kurdistan

Peyama NPG’ê ya ji bo Newrozê: Ji bo azadiya Rêber Apo gerîla wê erka xwe pêk bîne

Fermandariya Biryargeha NPG'ê Newroz pîroz kir û got, "Gerîlayên HPG û YJA Starê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo azadiya Rêber Apo li gorî ruhê demê wê li ser xeta rast erk û wezîfeyên we pêk bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê got, “Em Newrozê ku cejna azadî û vejînê ya gelê me ye bi bihareke nû pêşwazî dikin. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em Newrozê destpêkê li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me, li Kurdistanê Newroz gihand wateya wê ya rasteqîn, kevneşopiya hezaran salî nû kir û veguherand ruhê berxwedanê yê mezin. Em Rêberê xwe bi hezkirin û hurmeteke mezin silav dikin. Em Newroza tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan ên hêja, milîtanên têkoşînê û hemû gelên ku baweriya xwe bi Newrozê tînin pîroz dikin. Em hemû qehremanên ku li Kurdistanê bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirine bibîr tînin û di şexsê hevrê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de soz didin ku em ê bîranînên şehîdên xwe bi pêkanîna azadî û gurkirina agirê Newrozê re bidin jiyîn.”

NEWROZ TÊ WATEYA VEGERA LI AZADIYÊ

Daxuyaniya fermandariyê bi vî rengî dewam kir:

“Gelê me ku yek ji gelê herî kevnar ên van axên qedîm e, ku di tevahiya dîroka xwe de şahidî ji zilma hêzên mêtinger re kiriye, her tim girêdayî kevneşopiya Newrozê maye û hebûna xwe heta roja îro domandiye. Gelê Kurdistanê ku dîroka wan bi berxwedan û têkoşîna hebûnê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê bihuriye, xwe spartiye çanda xwe ya kûr û kevneşopiya Newrozê zindî hiştiye. Di vê wateyê de dîroka Kurdistanê her tim bi berxwedana li dijî zilma hêzên mêtinger bi hêza gelê me ya ji Newrozê wergirtî teşe girtiye. Gelê me teslîm nebû, li ber xwe da û ti carî ji baweriya xwe ya azadiyê tawîz neda. Agirê Newrozê ku weke pênaseya berxwedana gelan hatiye pêxistin, di heman demê de mizgîniya serketinê ye. Piştî ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de starta Tevgera Azadiya Kurdistanê da, Newroz êdî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê bû rojeke kevneşopî ye; di heman demê de bûye rojeke vegera li cewher, berxwedan û tawîznedana ji azadiyê. Bi derketina PKK’ê re agirê Newrozê her tim weke agirê berxwedanê li asîmanan bilind bûye; Newroz bûye wateya vegera li nirx û azadiya Kurdistanê. Di vê wateyê de çawa ku gelê Kurd bûye gelê Newrozê, PKK’ê jî bûye partiya Newrozê.

BANGA RÊBER APO WÊ PÊŞKETINÊN DÎROKÎ BIAFIRÎNE

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji roja destpêkê ve di Newrozê de pêngavên xwe yên herî girîng ên dîrokî pêk aniye. Di tevahiya dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan de, her Newroz bûye xwedî derketin û pêngavên nû. Gelê me û weke hêza parastinê ya vî gelî em Newroza îsal bi pêvajoyeke nû pêşwazî dikin ku wê di dîroka têkoşîna me de were wateya qonaxeke nû. Ev pêvajoya nû ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, bêguman di encama kedên mezin ên Rêbertiya me, berxwedana şehîdên me yên qehreman û fedekariya gelê me û hêzên demokrasiyê derketine holê. Li ser vê bingehê banga Rêber Apo, ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê,  ji bo çarenûsa tevahiya herêmê jî pêvajoyeke ku pêşketinên dîrokî derxe holê temsîl dike.

Gelê me ev heftiyeke bi kelecaneke mezin li qadan coşa Newrozê dijîn û di pîrozbahiyan de helwesta xwe diyar dikin. Gelê Kurdistanê êdî naxwaze di bin pergala înkar, asîmlasyon û zextan de bijî, dixwaze bi Rêbertiya xwe re bi awayekî azad bijî. Sebra gelê me êdî nemaye ku Rêber Apo di nava şert û mercên dîlgirtinê bê ragirtin. Gelê Kurdistanê ku nirxên mezin bi mirovahiyê da qezenckirin, daxwaza mafên xwe yên neteweyî û civakî dike û dixwaze bi gelên din ên li herêmê re bi rengekî wekhev bijî. Gelê me, têkoşîna welatekî demokratîk ku hemû çand bi awayekî wekhev û aştiyane lê bijîn berfireh dike û bi Newroza 2025’an re ne tenê xwedî li kevneşopiyên xwe derdikeve, di heman demê de bi awayekî civakî xwedî li banga dîrokî ya Rêbertiya me derdikeve.

Li ser vê bingehê weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li ser banga Rêbertî û Partiya me, em li gorî pêwîstiyên vê pêvajoyê tevgeriyan û erkên ku dikevin ser milê me, me bi cih aniye. Ji 1’ê Adarê û pê ve hemû hêzên me, ji pozîsyoneke ku pêvajoyê bixetimîne derketine û derbasî pozîsyona agirbestê bûne. Mixabin heman helwest ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve nehat dîtin. Berovajî pozîsyonek ku naxwaze ev pirsgirêk çareser bibe, şer kurtir bibe û bidome hatiye raberkirin. Li qada şer guhertin çênebûye, li aliyê din hêzên siyasî jî bi heman rengî nêz dibin û ev yek ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê dîtin.

Eşkere ye ku rayedarên dewleta Tirk ên li ser van mijaran xwedî erka biryardanê ne, xwe ji nêzîkatiyên şoven ên rantxurên şer û hêzên ku xwe ji rijandina xwînê xwedî dikin paqij nakin, pêvajoya guherînê ya stratejîk a ku Rêberê me destnîşan kir û rêveberiya Partiya me jî erê kir weke lawaziyê dibînin, hewl didin vê yekê di hemû organên çapemeniyê de bi vî rengî nîşan bidin, bi vî rengî jî konsepteke nû ya tasfiyeyê ferz bikin.

Lê dema mirov li ser şerê ku 41 sal in li Kurdistanê didome, difikire, dijî û lêkolîn dike, têkneçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di dema dawî de careke din xwe nîşan da û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn, Di pêvajoya şerê dawî de, li dijî feraseta ku bi desteka derve hewl dida gerîla tine bike, gerîla bi bawerî û îradeyek bêdawî xwe fedaî Rêbertî û gelê xwe kiriye, her tim rêyek derketinê dîtiye û bi şikandina êrîşên herî giran re hê zêdetir xurt bûye.

Ya rast, beriya banga dîrokî ya Rêber Apo, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê plansaziya şer a sala 2025’an kiribû, biryarên pêwîst girtibû û rêxistinbûna xwe çêkiribû. Weke Hêzên Parastina Gel, me pêvajoya têkoşînê ya sala 2024’an bi civîna xwe ya Konseya Fermandariyê re ku meha Çileyê pêk anî, rastiya şer a di serdema zanistî-teknîkî de bi rengekî piralî nîqaş kir û doktrîna xwe ya nû ya şer ku formula serketina têkoşîna serdemê ye, zelal kir. Civîna me ya ku bi tevlîbûna 38 hevrêyên ji asta me ya fermandariyê ku hemû qadên gerîla temsîl dikin pêk hatiye, li ser esasê ruhê fedaî yê hevrê Asya û Rojger li ser eksena nîqaşên xurt pêk hatiye. Bi taybetî li ser bingeha tecrûbeya ku di şerê çar salên dawî de derketiye holê, em ê li dijî teknîka pêşketî, serketinê çawa bi dest bixin, nîqaş hatine kirin.

ME AZADIYA RÊBER APO JI XWE RE KIRINE ARMANC

Bêguman ev encam bi şerê ku bi ruhê berxwedana fedaiyane û têkoşîna destanwarî ya hevrêyên me yên nemir, pêk hatiye. Kûrbûna taktîkî û serdestiya teknîkî ya şerê gerîla yê li bin erdê û pisporiya bi dest xistiye, destketiyeke girîng a Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê ye. Bi wesîleya vê Newrozê em careke din pêwîst dibînin ku bi tevahî gelê xwe re parve bikin; tevî ku Gerîlaya Azadiya Kurdistanê plansaziya şer kiribû û doktrîna serdemeke nû diyarkiribû jî, ji bo ku hewldanên Rêbertiya me û gelê me vala neçe, di pêkanîna berpirsyartiyên siberojê de ti dudiliyek me nîne. Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê wê di vê pêvajoya dîrokî de bi armanca azadiya Rêber Apo ve xwe kilît bikin û li gorî ruhê serdemê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk bi serkeftî bidomînin.

Li ser vê bingehê weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê em hemû gelê xwe yê di vê pêvajoya Newrozê de daketine qadan silav dikin û careke din Newroza tevahiya gelê xwe bi coşa gerîla ya ji çiyayên azadiyê û ruhê berxwedanê yê Apoyî pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji ber êrişa artêşa Iraqê 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Şêra Osê: Destûr nûnertiya jina azad nake
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê 7 rojnamvan û 2 siyasetmedar hatin girtin

Li Stenbolê 7 jê rojnamevan û 2 siyasetmedar girtin û şandin girtîgehê.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Dogû: Şer sekinî lê têkoşîna me dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?