Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd mohra xwe li meşa 8’ê Adarê ya li Stockholmê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê çalakiyên 8’ê Adarê: Dema şoreşên jinan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê meşa 8’ê Adarê: Têkoşîna jinan mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye
Rojane

Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

Rêber Apo meşa azadiyê ya jinan silav kir û got, "Jin êdî ne şahbanûya metayan e, êdî xwedawenda azadiyê ye û bi jiyaneke nûjen û azad re rû bi rû ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Peyama Rêber Apo a derbarê 8’ê Adarê bi vî rengî ye:

“Ez têkoşîna we silav dikim ku hûn dixwazin sedsala 21’ê bikin sedsala jinan!

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya jinan wekî mijareke bingehîn a sosyalîzmê destnîşan dikin û çareseriya wê ya hemdem wekî bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî dibînin. Meseleya şoreşa jinan ji hemû mijarên din pêşdetir e. Ez azadiya jinan datînim pêşiyê.

Meseleya azadiya jinan pirsgirêka herî girîng a serdema me ye. Şertê gihîştina civaka demokratîk, şertê bingehîn ê sosyalîstbûnê, têkiliya demokratîk, wekhev û azad a bi jinan re ye. Bi rêya paradîgmaya modernîteya demokratîk û bi rêya jineolojiyê ku me bingeha çarçoveya têgehî û teorîk pêş xistiye, di vî warî de pêşketinên girîng çêbûne. Lê belê, siyaseta pratîkî ya vê yekê, ango avakirina wê, berpirsyarî û peywira me ya bingehîn e.

Pir girîng e ku têkiliyeke rast di navbera dîrok, îro û siberojê de bi awayekî jinparêz bê avakirin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de, jiyana civakî bi saya hêza avaker a fîgura jina dayik mumkin bûye. Ev hêza avaker bûye sedema civakîbûna mirovahiyê. Xala herî girîng li vir ev e ku avakirina mirovahiyê ji hêla jinan ve û li ser bingeheke komunal hatiye kirin. Ev yek pir girîng e û rasterast bi azadiya jinan a îro û siberojê ve girêdayî ye. Ev her du xal hem ji bo bihişmendîkirina li ser koletiya jinan û hem jî ji bo avakirina jina azad a îro û siberojê girîng in. Her wiha, divê mirov baş têbigihîje bê ka pirsgirêka civakî çawa destpê kiriye.

Bêyî ku em têbigihîjin bê ka jinan çawa civaka dayiksalarî li ser bingeha komunal ava kirine; dûre mêrên nêçîrvan ên kujerên kastî civaka dayiksalar çawa parçe kirine û bi vê yekê re dîroka koletiyê hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê çawa dest pê kiriye, jina azad nayê afirandin, civaka demokratîk nayê avakirin. Civaka dayiksalar civaka jinan e. Parçekirina civaka dayiksalar ji aliyê kujerê kastî ve û destpêkirina pêvajoya bajarî, çînî û dewletî ku em jê re dibêjin şaristaniya dewletê, îfadeya koletiya jinan e. Berevajî vê, xala me ya destpêkê ya bingehîn ew e ku em bi rêya têgihîştineke komunalîst a demokratîk a şaristaniyê û modernîteya demokratîk hemû nirxên ku di civaka dayiksalar de winda bûne veguherînin bingeha civaka nû, şaristaniyê û modernîteyê. 

Ji ber vê yekê, nîqaşeke rast a sosyalîzmê -ku em dikarin jê re bibêjin nûjenkirina sosyalîzmê jî- rêya rast e ji bo derbaskirina sosyalîzma reel. Nebûna çarçoveya durist a pirsgirêkên civakî di teoriya sosyalîzma reel de, nekirina formula rast a civaka dayiksalar bûne sedem ku analîzkirina rast a şaristaniya dewletperest a ku li ser vê bingehê pêş ketiye, çênebe. Ji ber vê yekê, rexneya di Manîfestoyê de û çareseriya ku ji bo wê hatiye pêşxistin pir hêja ne. Bi avakirina azadiya jinan, civaka ekolojîk û civaka sosyalîst a demokratîk a dij-kapîtalîst ku sê stûnên modernîteya demokratîk in, em dikarin behsa rêyeke rast a sosyalîst bikin. Ancax li ser vê bingehê ji bo tevgera sosyalîst a cîhanê û tevgerên dij-kapîtalîst manîfestoyeke nû dikare bê pêşxistin û civakeke nû a sosyalîst a demokratîk û çarçoveya wê ya rêxistinî û têkoşînê ya rast bê afirandin.

Analîza kapîtalîzmê bi perspektîfa nirxa zêde, meta û metabûnê ya ji aliyê Marks û Marksîstan ve di du sedsalên dawî de bûye sedema analîzeke sînordar a kapîtalîzmê, lê bûye sedema têkçûna pratîkî ya demdirêj a sosyalîzmê. Me ji bo bikaranîna jinan a ji aliyê pergalê ve pênaseya “şahbanûya metayan” pêş xist. Di pergala kapîtalîst de, jin wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin û bi vî awayî bûye hêmaneke hilberîner a pergalê. Ji ber vê yekê, li şûna metayê analîzkirina rewşa jinan ku wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin, wê rêya herî rast be ji bo têgihîştina kapîtalîzmê. Ancax wê demê mirov dikare teoriyeke rastîn a sosyalîzmê pêş bixe. Ancax wê demê teoriyeke realîst a sosyalîzmê dikare were pêşxistin.

Hewce ye mirov ne metayekê, jina ku wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin analîz bike. Ji bo têgihîştina pergala ku li dora jinan hatiye avakirin, divê mirov metakirina jinan ronî bike. Ji ber ku metakirinan jinan û veguherîna wan a gav bi gav bo şahbanûbûna metayan destpêka pirsgirêkê ye. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî şahbanûyên metayan li ser pirsgirêka jinan disekine. Bi diyarkirina vê yekê, em tenê aliyên wêjeyî an siyasî yên pirsgirêkê diyar nakin; em dixwazin metakirina jinan bê fahmkirin. Di pergala dewletê de, jin metayek e, hem jî şahbanûya metayan e. Ji ber ku her beşek ji laşê wê metayek e ku yek bi yek hatiye metakirin; ew xala destpêkê ya mekanîzmayên îstismarkirin, xerîbkirin û hilweşandinê ye. 

Şahbanûya metayan tê wateya metaya herî biqîmet. Dema ku pêdivî pê hebe, ew objeya evîn, hezkirin an arezûyê ye; dema ku êdî pêdivî pê nebe, ew bi awayekî hovane tê qetilkirin. Kujer bi piranî evîndarên wan, bav an birayên wan in û ev rastî aliyekî din ê trajediyê eşkere dike. Jinê temasî jiyana kujerê xwe kiriye, jê hez kiriye û bi wî re jiya ye. Jina ku derdora wê bi mirinê dorpêçkirî ye, ji bo ku li ser piyan bimîne neçar maye ku fêrî hunera îdarekirina mêran bibe. Ev jî aliyekî din ê trajediyê ye. 

Ev rêze kuştinên ku wekî “jinkujî” tên binavkirin, qirkirina jinan e. Îlhama xwe ji pratîkên kujerê kastî yên destpêka dîrokê digire. Mêrên ku kujerên kastî ne, civaka komunal desteser dikin, dikujin, zarok û jinan dîl digirin. Zarok wekî koleyan tên mezinkirin, jin wekî amûrên arezûyê tên dîtin û dibin koleyên xizmetkar. Yên ku li ber xwe didin an jî bêkêr tên hesibandin, bêrehmî tên kuştin. Binhişê mêran ev qelskirina jinan rewa kiriye û heta îro domandiye. Dema ku zilm li jinan dikin, dikujin û wekî amûran bi kar tînin, ew kiryarên xwe napirsin; ew van kiryaran wekî mafê xwe dibînin. Bêrêziyeke zêde li hember jinan heye. Berê rêz hebû, lê bi pêşketina kapîtalîzmê re ew jî ji holê rabû. Zîhniyeta kujerê kastî ev e. Hewce ye jin vê zîhniyetê baş nas bikin, fahm bikin û li gorî wê bigihîjin rastiya jiyanê.

Bi parastinên min ên berê re girêdayî di Manîfestoyê de me hewl da ku analîzeke teorîk li ser vê mijarê bikin. Di bingeh de, pêdivî ye ku ev bibe pirsgirêkeke bingehîn a zanista civakî. Sosyolojiyeke rast divê pirsgirêka jinan bide pêşiyê. Sosyalîzma rastîn divê pirsgirêka jinan esas bigire. Hetta sosyalîzma rastîn divê ji pirsgirêka jinan destpê bike. Sosyalîzma ku ji pirsgirêka jinan destpê neke, nikare bibe sosyalîzma rastîn a azadî, wekhevî û demokrasiyê. Ger hemû pirsgirêkên azadiyê heta niha kêm mabin an jî têk çûbin; ger ji azadiya takekesî bigire heya azadiya neteweyî pirsgirêkên herî bingehîn hîn jî mijarên nîqaşê bin; sedema sereke ya vê yekê ew e ku nêzîkatiyên azadîxwaz ên jinparêz, bingeha azadiyê û pê re jî bingeha azadiya civakî ya li ser bingeha jinan, nehatiye esasgirtin.

Heta niha dîrokê, bi taybetî jî dîroka mêrperest, hebûn, ontolojî û pirsgirêkên jinan paşguh kiriye û jin ji heqîqeta wan a dîrokî wekî hebûn dûr xistiye. Jin di mîtolojî, felsefe, ol, zanist û saziyên civakî de nehatine dîtin. Di seranserê dîrokê de, tevî modernîteyê ku wekî serdema azadiyan tê binavkirin, jin rastî cudakirinê hatine. Me xwest bi “jineolojiyê” vê rewşê derbas bikin. Wekî îdeolojiyeke azadiya jinan, jineolojî di cîhana akademîk û di çapemeniya pêşverû ya cîhanê de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û bi beşdariyan dewlemend bûye. Dikare were gotin ku di vî warî de pêşketineke berbiçav çêbûye. Bêguman destpêkeke rast hatiye danîn. Lê belê, divê ev tenê wekî destpêkeke rast bê dîtin. Berçavkirin û kûrkirina vê gava destpêkê ya rast, ji niha û pê ve bi çalakiya siyasî ya pratîkî mumkin e bê bidestxistin.

Avakirina komunê ji bo jiyaneke azad girîng e. Bêguman, formulekirina pirsgirêkê bi awayekî teorîk pir biqîmet û pêwîst e. Lêbelê, bidestxistina çareseriyên pratîkî li ser bingeha prensîbên saxlem ji bo jiyaneke azad û birûmet girîng e. Bicihanîna pratîkî ya teoriyê komunalîzm e. Jiyaneke azad û birûmet tenê bi avakirina komunan di her aliyê jiyanê de dikare bê bidestxistin. Jiyana azad a jinan û pê re jî ya civakê, bi rola avaker a jinan û komunalîzmê ve girêdayî ye ku jin pêşengiya wê dikin. Ji komunanên jinan bigire heya hemû aliyên jiyanê di civakê de wek aborî, tenduristî, perwerde, ziman, çand, ekolojî, hwd. rola avaker a jinan pir girîng e. Çawa ku jinan di pêvajoya civakîbûna yekem a mirovahiyê de civaka komunal a dayiksalar ava kirin, ew dikarin îro jî komunalîzmeke nû, guhertoyeke nûjenkirî ya vê yekê jî pêk bînin. Ji ber vê yekê, avakirina komunal divê di serî de berpirsiyariya jinan be.

Felsefeya bingehîn a Manîfestoyê li ser nêzîkatiyeke wisa ye. Di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de jineolojî û çareseriyên li ser bingeha wê bi awayekî rast hatine nîşandan. Ji ber vê yekê, di serdema pêş de, ji bo serketina pêşveçûna tevgera sosyalîst a nû, sosyalîzma civaka demokratîk û enternasyonala nû, girîng e ku mijar û azadiya jinan wekî pêşîniyê bê nirxandin. Pir girîng e ku her welatek şert û mercên xwe yên taybet wekî xalek destpêkê ji bo avakirina bername û rêxistinan bi kar bîne.

Di têkoşîna me ya hebûn û azadiya gelê me de ku em li gor şert û mercên xwe didomînin, bi gotineke din, di têgihîştina me ya modernîteya demokratîk de, me ev wekî kevirê bingehîn, wekî sêlingekî, rojane kiriye. Têkoşîna mezin a ku di vî warî de tê meşandin û pratîkên ku derketine holê pir hêja û dîrokî ne. Bêguman, nirxa herî girîng a azadiyê di xebat û hewldanên me yên şoreşgerî de jina azad e. Girseyeke mezin a jinan derketiye holê. Ev berevajî şêwazên din ên jiyana klasîk e. Divê jin bingeha civaka komunal a kevin nû bikin. Divê ew çanda xwedawenda dayikê pêş bixin. Divê jin bi îradeya xwe ya azad xwe pêş bixin.

Ez bi jinên ciwan re xebitîm. Ji bo min, ev her tim çavkaniya wêrekiyê bûye. Jin çavkaniya bingehîn a jiyanê ne. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Jin avakerên rastîn ên aştiyê ne. Jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin. Jin dikarin bi rêya komunalîzmê jiyaneke nû ava bikin. Jin êdî ne şahbanûya metayan e, êdî xwedawenda azadiyê ye û bi jiyaneke nûjen û azad re rû bi rû ye. Piştî bi hezaran salan ku wekî şahbanûya metayan derbas kiriye, pêşketina bo xwedawenda jiyana azad pêkanîneke pir birûmet û hêja ye.

Di serdema pêş de, divê ev destketiya dîrokî û birûmet wekî bingeha her tiştî were avakirin. Tam li vir divê em behsa felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bikin. Xala destpêkirina me, ku li ser vê felsefeyê ye, bêtir berbiçav û jiyandarkirina wê, bingeha hemû nirxên pîroz, gavên siyasî yên azadîxwaz û heta çareseriya hemû pirsgirêkên heyî pêk tîne. Pêşketinên ku di vî warî de hatine çêkirin pir biqîmet in. Eşkere ye ku divê çi ji destê me bê em bikin da ku sedsala bê bibe sedsala azadiya jinan. Tu dijwarî nikare bi qasî wê têkoşînê biqîmet be ku li dijî çanda tecawizê ya ku dîroka wê vedigere deh hezaran salan tê dayîn. 

Ez Sosyalîzma Demokratîk a Civakî û têkoşîna xwedawenda azad silav dikim. Ez bawer dikim ku ev meşa pîroz wê roj bi roj bi serketineke mezintir pêş bikeve.

Bi van fikr û ramanan, ez 8’ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz dikim, Têkoşîna Jinên Azad silav dikim û hemû jinên ku di vê têkoşînê de cih digirin, serketinê ji wan re dixwazim.

8 Adara 2026’an
Abdullah ÖCALAN”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêvajoya vegera Efrînê destpê dike: Konvoya destpêkê sibe bi rê dikeve
Nûçeya Pişt re Ji Sebahat Tûncel ji bo Rêber Apo: Hevrêyên te yên jin ti carî te bi tenê nehiştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di çarçoveya…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Kurdî bila bibe zimanê fermî, ‘Mafê Hêviyê’ bê naskirin

Dayikên Aştiyê ku di civîna 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' de destûr nehate dayin…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan li Helebê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin

Rûav Avrîn (Mihemed Remzî Mamo) ê ku piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?