Yekşem, 15 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Peyama şehîd Sîdar Efrîn: Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû mînak
Jin

Peyama şehîd Sîdar Efrîn: Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû mînak

Şehîd Sîdar Efrîn di peyama xwe ya dawî de got, şervanên YPG û YPJ’ê şoreşa Rojava bi cîhanê dan naskirin, îro li her derê xwedî li şoreşa Rojava tê derketin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şehîd Sîdar Efrîn ku di 18’ê Çileyê de li Tebqayê şehîd bû, di peyama xwe ya dawîn de dibêje: “Me wek şervanên YPG û YPJ’ê şoreşa Rojava bi cîhanê da naskirin.”

Peyam wiha ye:

“Me wek şervanên YPG û YPJ’ê şoreşa Rojava bi cîhanê da naskirin. Di cîhanê de gelek şoreş pêk hatine û gelek îsyan hatine kirin. Gelek berxwedan di dinyayê û Rojhilata Navîn de qewimîn. Lê wekî şoreşa Rojava û berxwedana YPG û YPJ’ê, mînakên wê kêm in. Kesî xeyal nedikir ku di Rojavayê Kurdistanê de pêngaveke wisa ku keç û xort, bi taybet ên Rojava tevlî nava şoreşê bibin û serî hildin. Ev bangewazî ji bo tevahî dost û dijminan e ku li me tamaşe dikin.

Di dîrokê de jin tên naskirin, lê jin rastî gelek zilm û zehmetiyan hatine. Êşên wan heya roja îro hene û ev êş berdewam in. Dewlemendî û fikirandinên jinan tevahî desteser kirine. Heya roja îro bi dîroka dewlemendiya jinan lîstine. Her wiha ser fizîkiya wê tê îstîsmarkirin. Ev hatina YPJ’ê û di nava şoreşê de cihê xwe girtin, mesajeke ji bo wê ye. Şoreşa Rojava mesajek bû ji bo tavahî cîhanê, ji dost û dijminan re, dostên me ji me fêm dikin, em li ser kîjan felsefeyê û kîjan nêzîkbûnê nêzîk dibin.

Dijminên me jî dizanin em çi qas li hemberî wan bi talûke ne. Em bi hêz, fikir û jiyana xwe ve girêdayî ne. Gelê Rojava jî, gelê perwerdekirî ye, gelê Serokatiyê ne. Serokatî 20 sal di vir de amadekariyên şoreşê dikir. Keda Seroketî di Rojava de, kedeke mezin e. Ev dewlemendiyên heyî, hemû kedên Serokatî ne.  Serokatî li Rojava mal bi mal geriyaye, xwe û rêxistin bi wan daye naskirin. Ji sêyan yekê gelê me bi Rêber Apo re rûniştiye, bi Rêbertî re nîşan kiriye û amedekariya vê şoreşê kirine. Ji bo vê yekê jî gelek berdêl hatine dayîn.

Rejîma Sûriyeyê li ser vî gelî, zilm û helandin daye meşandin. Gel ji rejîme gelek zirar dîtine. Kombûna gel û xwedîderketina li şoreşê ji bo rejîmê mesajek e. Ev gel rastî gelek êşan hatiye, gelek netewe, pêkahete û mezheb hene û rastî vê êşê hatine. Lê di şoreşa Rojava de ev gel tevahî li derdora hev kom bûn û bi hev re li ser felsefeyekê û fikirekê kom bûne. Pêkhate di dîrokê de bûne dijminên hev, di navbera wan de kuştin çêbûne. Ev şoreş ji bo axa Rojava û Suriyeyê, jin, zarok û gel bi hev re vê axê paqij bikin û bi hev re bijîn, armanc ew e.

Di şoreşê de neteweya demokratîk hişt ku gel xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, ne tenê gelê Kurd, tevahî pêkhate bi hev re xwe bi rê ve bibin û xwe fêrî xweparastinê bikin. Di her qadê de xwe bi rê ve bibin, tevahî destkeftiyên li Rojava yên vî gelî ne. Em kadroyên neteweya demokratîk in. Daxwaza me tenê ne ji bo gelê Kurd e, em dixwazin bi gel û mezhebên din jî bidin naskirin. Zor û zehmetiyên wê hene, ji ber ku çavê gel dane sorkirin bi navê dewletê.

Gelek kes ji derveyî welat hatine vir û xwedî li vê şoreşê û neteweya demokratîk derdikevin. Ji gelek dewletên derve hatine û berê xwe dane Rojava û canê xwe ji bo vî welatî feda kirine. Ev yek jî îsbat dike ku neteweya demokratîk ji bo tevahî gelan e. Fikir û felsefeya Rêbertî di nava civakê de hatiye fecirandin û gel xwedî lê derdikeve. Her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî xwedî lê derdikevin.

Em jî ji bo guhertin û veguhertinê amade ne û xwe ji bo erkê ku bikeve ser milê me û bi taybet ji bo pêvajoya neteweya demokratîk xwedîderketina li şoreşê, em bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe hazir dikin.

Dahûrandinên me di akademiyê de ji bo me firsendeke mezin e ku ji demê re amede bin. Çi êriş dibe û kîjan dijmin dibe bila bibe, êriş bikî jî tu amade yî. Dema ji guhertin û veguhertinê re amade bî, tu li hemberî dijmin jî amade yî.

Ji guhertin û veguherinan re amede bin da ku em di şer de jî li hember dijminên xwe amede bin. Bi kîjan awayî şerê me bikin; di aliyê fizîkî, fikirî û propagandayê de be jî, em dikarin şerê wê bikin û xwe biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Dirbêsiyê cenazeyên 2 şehîdan veşart
Nûçeya Pişt re Li Êlihê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bal kişand ser zêdebûna êrişên li ser Elewî, Durzî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hisên Hecî: Îdareya nû wê bi îradeya Şengalê be!

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê rojeva avakarina îdareya nû ya Şengalê û hewldanên zindîkirina Peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got, "Ya ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarên Cizîrê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?