În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sûriyeyê dest bi îmhakirina malzemeyên ‘kîmyewî’ yên dema Esad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê astengiyên burokratîk ên li pêşiya peydakirina dermanên penceşêrê bên rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama siyasetmedaran a di berxwedana Êlihê de
Rojane

Peyama siyasetmedaran a di berxwedana Êlihê de

Nûnerên partiyên siyasî serdana gelê ku li Êlihê li ber xwe didin kirin û li dijî faşîzmê peyama têkoşîna hevpar dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Êlihê çalakiyên piştî desteserkirina peywira hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik dewam dikin. Gel li Xaçerêya Basinê ya li navenda Êlihê nobetê digirin. Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîsta a Bindestan, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Malên Gel, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî vê. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Azadiya Civakî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP û HDP serdana gel kirin û daxuyanî hate dayîn. 

Bi hezaran kes tevlî daxuyaniyê bû û dirûşmeyên Êlih ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berz kirin.

‘EM Ê HETA DAWÎ TÊBIKOŞIN’

Berdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Gulîstan Sonuk weke rûmeta jinan li vir e. Li dijî HUDA-PAR’ê jî desthiladariyê jî ji 3 kesan dengê 2 kesan girt û bi ser ket. Desthilatdarî qeyûmmê tayîn kir. Em qeyûmê nas nakin. Em  ê li ber xwe bidin, em qeyûmê we qebûl nakin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Dixwazin bi zext, zordarî û polîsan îradeya vî gelî bitepisînin. Hûn çend caran têk çûn, gel we naxwaze. Hûn desthilatdariyeke darbekar in.”
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan jî wiha got: “Em rûbirûyê zîhniyetekî înkarê ne. Em ê li dijî vê zîhniyeta qeyûmê bi têkoşîna gel û baweriyan bi hev re têkoşîna demokrasiyê bidin.”

‘EM VÊ DESTESERKIRINÊ NAS NAKIN’

Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk jî wiha got: “Bi polîtîkayên zextê yên bi salan in dewam dike, hewl didin welat bi rê ve bibin. Çi dikin bila bikin bi mîlyonan kesên ku gav paşde navêjin, dest ji têkoşîna aştî û nanê bernadin dîtin. Em li dijî faşîzmê li kêleka hev in. Em vê desteserkirinê nas nakin.”

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek got: “Em vê terora siyasî nas nakin. Gelê me qeyûmê nas nake û xwedî li îradeya xwe derdikeve.”

‘EM Ê LI KOLANAN LI BER XWE BIDIN’

Endama Lîjneya Rêveberiya Navendi ya ESP’ê Safiye Ok got: “Darbeta  qeyûmê beriya 8 sal dest bi binçavkirin û girtina hevserokên me kir. Gelê me li dijî mêtîngeriya qeyûmê 8 sal in li ber xwe dide. Gelê me dîsa  li ber xwe dide. Ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bide, em ê li van kolanan bi bilindkirina meşaleya azadiyê bi ser bikevin.”

BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ HATE DAYÎN

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî wiha axivî: “Em demokrasiya tam, xwişk û biratiya tam û wekheviya tam dixwazin. Dibêjin ‘Me destê xwe dirêj kir’. Belê, ji bo silavdayînê dirêj kirine, lê destê xwe yê din jî kirine kulm. Em vê jî qebûl nakin. Dibêjin bila aştî were welatê me. Erê, bila were. Bila gelê Kurd aştiyê bîne. Lê wê çawa bîne?. Tecrîdê rakin bila wisa bîne.”
Berdevka SODAP’ê Kezban Konûkçû jî wiha got: “Naxwazin em bi hev re bijîn û bi rêve bibin. Gelo mafê me jî nîne em rêve bibin? Dema em şaredariyên xwe birêve bibin wê ewqaş tişt bê guhertin ku em ê pergalekî bi xwişk û biratiyê ava bikin. Ew vê naxwazin. Ji ber ku ev wê dawiya wan bîne. Lê em bi biryar in ku dawiya wan bînin.”
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî anî ziman ku tişta ku dikin ne qanûnî ye û hewldaneke bêexlaq, bêwijdan û bêrûmetiye. 

Li ser navê Partiya Mirovahî û Azadiyê Mehmet Kamaç peyama piştevaniyê da. Berdevka TOP’ê Juliana Gozen got: “Em bi gelê Kurd re ne, em îro li vir in, sibê jî wê li vir bin.”
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi bîr xist ku berxwedana li dijî qeyûman 2 roj in dewam dike û anî ziman ku ew ê çok nedeynin.

Hevşaredara Êlihê Yeşil Işik ku peywira wê hat desteserkirin ji bo beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî spas kir. Işik bal kişand ser polîtîkayên li ser Êlihê tê meşandin û wiha got: “Îro cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Weke hûn jî dizanin qeyûm talan e, zilm e, dijminatiya ziman û nasnameya Kurd e. Qeyûm dizîtî ye. Me tu car li hemberî van polîtîkayan serî netewand û emê ji niha şûnde jî netewînin. Em ê likolanan li ber xwe bidin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin li dijî desteserkirina vînê meşiyan
Nûçeya Pişt re Gelê Qoserê desteserkirina vînê protesto kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Şamê êriş birin ser gundên Dêrazorê

Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Watanî yên wê, li rojhilatê Dêrazorê êriş birin…

Ji aliyê Stêrk TV

Haniy Karasû hate veşartin

Dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Haniy Karasû li warê xwe li gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiya wê bi awayeke awarte li hev bicive

DEM Partî têkildarî biryara doza Kobanê got, “Em ê komployên we pûç bikin.” Partiyê biryar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sûriyeyê dest bi îmhakirina malzemeyên ‘kîmyewî’ yên dema Esad kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê astengiyên burokratîk ên li pêşiya peydakirina dermanên penceşêrê bên rakirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?