Peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji îro ve dikeve meriyetê.
Li gorî lihevkirinê, îro hêzên ewlekariya hundirîn ên girêdayî wezareta hundirîn a hikumeta demkî derbasî bajarên Hesekê û Kobanê dibin da ku entegrasyonê bi rêve bibin û piştre vekişin.
QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 30’ê Çileya 2026’an de li ser agirbestê û entegrekirina bi qedem a hêzên leşkerî û îdarî li hev kiribûn.
Li gorî bendên lihevkirinê: Wê hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundirîn têkevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê û entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê were destpêkirin. Wê firqeyên leşkerî ji 3 tugeyên QSD’ê werin avakirin û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê were avakirin.
Wê entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, wê karmendên sivîl werin tayînkirin. Wekî din, li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd û garantîkirina vegera koçberan bo deverên wan, lihevkirinek hat kirin.
Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de, her wiha yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welêt e.
Di çarçoveya pêkanîna bendên lihevkirinê de doh (1 Sibat 2026) şandeyek nûnerên hêzên ewlekariya hundirîn ên Helebê serdana Kobanê û bi rêveberiya Asayîşê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê, vekişîna QSD’ê, amadekariyên entegrekirina Asayîşa Kobanê di nava rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Helebê de hatin nîqaşkirin. Şandeyek din bi heman armancê serdana Hesekê û Qamişloyê kir.
Duh Asyîşa Kantona Cizîrê bi armanca parastina ewlehiya herêmê qedexeya derketina derve li bajarên Hesekê û Qamişloyê ragihand. Li Heseke qedexe îro (duşem 2 Sibat 2026) dest pê kir û li Qamişloyê jî sibe dest pê dike. Asayîşê bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.
Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Frans, Brîtanya, Misir, Erebistana û hin welatên din piştgirî da lihevkirina QSD û hikumet demkî û wekî gaveke girîng ber bi kêmkirina rageşiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi nav kir. Her wiha banga pêkanîna lihevkirinê û rêzdariya li hemberî agirbestê kir.

