Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind ragihand ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê.
Serbilind bang li gelê Kurd kir ku di nava tifaqeke Kurdistanî de piştgiriyê bide namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariyê. Serbilind ragihand ku li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û diyar kir ku di vê demê de siyaseteke ku berjewendiyên partî û rêxistinê dide pêş wê bi gelê Kurd bide windakirin.
EM LI GELÊ KURD DIFIKIRIN
Serbilind anî ziman ku AKP li Kurdistanê li ser Huda Parê lîstikekê amade dike û got, “Weke PÎK’ê em piştgiriyê didin tifaqa Kurdistanê. Em ne li berjewendiyên partiyê, lê li gelê Kurd difikirin. Lewma jî divê gelê Kurd piştgiriyê bide namzetên xwe, piştgiriyê bide namzetên ku ji bo gelê Kurd siyasetê dikin. Bila gelê Kurd partiyên sîstemê qebûl nekin. Bila partî, rêxistin û kesên bi wan re di nava tifaqê de ne qebûl nekin. Berjewendiyên gelê Kurd li ku be em bi wan re ne.
‘EM LÎSTIKAN XERA BIKIN’
Bila gelê Kurd nekeve xefikê. AKP bi rêya Huda Parê hin lîstikan amade dike. Em vê yekê bi zimanekî çêker kifş bikin. Mirovên ku bi vê tifaqê xapiyane bi zimanekî çêker îqna bikin. Em vê lîstikê xera bikin. Em dagirkerên ku destê wan di xwîna Kurdan de hene û yên li gel wan cih digirin qebûl nekin.
‘EM XWE JI TIFAQÊN QIRÊJ VEGIRIN’
Yên ku destê wan di xwîna me de heye, gelo bi kîjan wijdanî em ê qebûl bikin? Xizmeta li Kurdistanê tenê bi tifaq û siyaseta Kurd dibe. Tenê ev yek dikare xizmetê ji bajarên Kurdistanê re bike. Karên çandî, civakî, ziman tenê ji aliyê namzetên ku li we difikire û ji bo we siyasetê dike, dikarin pêk bînin. Em xwe ji tifaqên qirêj vegirin.”